Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li Xîzanê bombebaran berdewam dike

Bi ser ragihandina “Herêmên Taybet ên Ewlehiyê” yên li gundên Xûlepûr û Kekulana yên bi ser navçeya Xîzanê ve ku ji bo 15 rojan hatibû ragihandin re, 4 roj derbas bûn. Şêniyên herêmê destnîşan kirin ku bir rojan e herêm tê bombebarankirin.  

Operasyonên piştî ragihandina “Herêmên Ewlehiyê yên Taybet” ên ji bo 15 rojan li gundên Xûlepûr û Kekûlan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve dane destpêkirin berdewam dikin. Welatiyên li herêmê ku li ser geşedanên li herêmê agahî dan, anîn ziman ku di 14’ê tîrmehê de nava rojê saet 11.00’an dora gund bi Balefirên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) hatiye bombebarankirin. Welatiyan anî ziman zanîn ku bombekirin di roja înê saet 11.00’an de dest pê kiriye û li heman herêmê ji saet 12.00’an heya saet 16.00’an bi helîkopteran berdewam kiriye û ji saet 16.00’an heya derengê şevê jî herêm bi topê hawanan hatiye bombebarankirin.

Welatiyan derbarê tiştên qewimîne de wiha gotin: “Dema ku me dengê bombeyan bihîst, em li leşkeriyê geriyan. Wan jî got ku cihê ku tê bombekirin 300 metreyan ji gund dûr e. Lê belê em dibêjin li gorî dengê dihat cihê tê bombekirin nêztir bû. Dema ku bombe diteqiyan malên me dihejiyan. Em hemû gundî ditirsin. Dengê bombeyan me ditirsîne. Dema em çûn ser zeviyên xwe me cihên ku hatine bombebarankirin dît.”

Welatiyên herêmê destnîşan kirine ku zeviyên wan çandine û darên di nava daristanê de hatine birîn. Welatiyan bilêv kir ku di navbera rêya asfalt û gund de kîlometreyek heye û rêya ku divê firehiya wê 3 metre bibe, ji her dû aliyan ve bi deh metreyî hatiye firehkirin û darên li her du aliyê rê jî hatine birîn.

Welatiyên ku li gorî agahiyên ji leşkeran girtine destnîşan kirin ku biryara “Herêma Ewlehiyê ya Taybet” dê heya 28’ê tîrmehê berdewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar