Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Li Xîzanê kesê ‘teslîmiyet’ qebûl nekir şehîd ket

Gundê girêdayî navçeya Xîzanê 26 roj in di bin dorpêçê de ne û herêm bi dijwarî tê bombekirin. Li gundê Hûzeranê kesê hate diyarkirin ku HPG’î ye û gova ku bi birîndarî xwe spartiyê banga “teslîm bibe” qebûl nekiriye, jiyana xwe ji dest daye. 

Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlisê di 2’yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hate îlankirin. Piştî qedexeyê bi tevlibûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek hate destpêkirin. Biryara qedexeyê di 6’ê tîrmehê de hate bidawîkirin lê operasyonê berdewam kir. Dema operasyon berdewam dikir, herêmeke berfireh a gundên Xûlepûr û Kekulan digire nava xwe vê carê di 14’ê tîrmehê de weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexe dê heta 28’ê tîrmehê (îro) berdewam bike.

Di dema operasyonên piştî qedexeya derketina derve hatin destpêkirin de welatî hatin astengkirin ku ji malên xwe derkevin. Sewal bi rojan di govan de birçî hatin sekinandin û destûr nehate dayîn ku berhemên çandiniyê bên komkirin. Çoltera gundên Xûlepûr û Kekulan ên operasyon lê berfireh bû bi rojan bi dijwarî hate bombekirin. Di vê navberê de kamerayên MOBESE’yê û fotokapan li gundan û derdorên wan hatin bicihkirin. Ji ber bombeyên li herêma operasyonê hatin avêtin bi sedan dar şewitîn û bi maşîneyên kar ên leşkeran bi xwe re biribûn jî zirareke mezin dan xwezayê. Bi sedan dar li qadên daristanê birîn û rê çêkirin.
Şer û pevçûn
Di dema talankirina ekolojîk û mexdûriyeta mezin a gundiyan jiyan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Bi taybetî piştî biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” pevçûn dijwar bûn. Pevçûnên herî dijwar di navbera dîrokên 26-27’ê tîrmehê li herêma di navbera gundên Sûreh û Hûzeran rû dan. Herêm bi helîkopter û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) bi dijwarî hate bombekirin. Hate diyarkirin ku di pevçûnan de leşkerek birîndar bûye.
Teslîm nebû
Bombebarana li herêmên çoltar didome. Di 27’ê tîrmehê de goveke li gundê Hûzeranê hate dorpêçkirin. Di vê navberê de derdora gund bi temamî hate dorpêçkirin. Di vê navberê de derdora gund bi temamî hate dorpêçkirin, ketin û derketin hate qedexekirin û derketina welatiyan a paceyan jî hate astengkirin. Dema dorpêç berdewam dikir, Malbata Ozcan a sala par bi hewldanên miduriyeta polîsan anîbûn ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê jî anîn gund. Hate îdiakirin ku kesên tê diyarkirin endamê HPG’ê ye û piştî birîndar bûyî xwe spartiye govê, ji malbata Ozcan e.
Ji aliyê malbatê û leşkeran ve demekê banga “teslîm bibe” hate kirin. Hate zanîn ku kesê tê diyarkirin endamê HPG’ê ye bi dengekî bilind gotiye teslîm nabe. Hate diyarkirin ku di vê kêliyê de li govê dengê teqînekê hat û piştî teqînê di paceyan de bombe avêtine govê û gov hatiye gulebarankirin.
Di govê de cenazeyê kesê tê diyarkirin endamê HPG’ê ye hate dîtin. Cenazeyê kesê navê wî nehate zanîn bi ambûlansa anîbûn gund birin.
Gund hê di bin dorpeçê de ye
Ji ber teqînan dîwarên gelek xaniyên li gund derizîn. Hin dîwarên malan jî hilweşiyan. Hêj jî ketin û derketina gund qedexeye û li hemû noxteyên gund bi sedan leşker û cerdevan tên sekinandin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya yê di hesaba xwe ya twîtterê de daxuyanî da, da zanîn ku kesê bi jiyana xwe ji dest daye Guven Ozcan ê bi nasnavê “Rêdûr Sîser” e. Yerlîkaya diyar kir ku Ozcan “di kategoriya gewr de ye.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar