Li navçeya Xurmatû ya girêdayî parêzgeha Selahedînê, teqînek pêk hat. Di teqînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû
Li navçeya Xurmatû ya bi ser parêzgeha Selahedînê ve, bombeyeke ku di demên berê de hatibû çandin, teqiya. Di encama teqînê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.
Têkildarî mijarê endamê Meclisa Xurmatûyê Elî Hisên axivî û da zanîn ku teqîn li ser rêya di navbera gundên Bîr Ehmed û Bestamlî de pêk hatiye. Hisên got ku bombe ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye çandin. Hisên diyar kir ku di teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.
Welatiyên ku birîndar bûn ji gelê parêzgeha Necefê ne. XURMATÛ