Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Yemenê 10 hezar zarok bûne qurbaniyên şer

Li gorî Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî Unîcefê ji roja yekem a şerê navxweyî ya li Yemenê destpê kir û vir ve 10 hezar zarok an hatine kuştin û yan jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan |

Berdevkê Unîcef James Elder a li Cenevreyê daxuyaniyeke ragihand ku di şerê ji adara 2015’an û vir ve li Yemenê 10 hezar zarok mirine yan jî birîndar bûne û got ku ev rewş gihiştiye asteke welê ku êdî qonaxa ku mirov jê şerm jî bike derbas bûye.

Elder diyar kir ku dema mirov li gorî vê bîlançoyê binêre, wisa dixuyê ku di rojê de 4 zarok tên kuştin û wiha got: “Mixabin tenê ev dane yên Neteweyên Yekbûyî piştras kirine, aqûbeta gelek zarokên ku ji malbatên xwe cuda miribin an jî birîndar bûbûn, nayê zanîn.”

Elder destnîşan kir ku ji bo Unîcef xizmeta alîkariyê bidomîne divê ‘heta navîna sala bê’ pêwîstî bi 235 milyon dolar heye.

Elder anî ziman ku ger şer bidome dê nikaribin alîkariya pêwîst bigihînin zarokan û ev tişt anî ziman:  “Li Yemenê her ji 5 zarokan pêwîstiya 4’an bi alîkariya mirovî heye, ev jî tê wateya ku pêwîstiya 11 milyon zarokan bi alîkariyê heye.”

Şerê giran

Sala 2014’an piştî ku paytext Sana kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikûmetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, li aliyê din jî hûsî yên bi piştgiriya Îranê hene.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî Yemen weke welatê ku krîza herî giran a mirovî lê ye ragihandibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar