Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Yemenê di şer de herî kêm 50 kes hatin kuştin

Li Yemenê, hûsiyên bi piştevaniya Îranê berê xwe dan Marîbê ku li bakurê welêt keleha dawî ye di destê hêzên hikûmetê de ye. Di operasyonê de herî kêm 50 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Li herêma Marîbê ya Yemenê roja şemiyê şerekî giran qewimî. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên alîgirê hikûmetê, fermandarên hêzên taybet jî di nav de herî kêm 50 kes mirine.

Çavkaniyekî leşkerî agahî da AFP’ê û diyar kir ku ji kesên hatine kuştin 22 ji hêzên alîgirê hikûmetê ne, herî kêm 22 jî milîsên hûsî ne.

Ji ber ku hûsî bi giranî windahiyên xwe aşkera nake, nepêkan e ku ev agahî ji aliyê çavkaniyên cuda ve bên piştrastkirin.

Herêma Marîbê bi 120 kîlometreyî li rojhilatê paytexta Sana ye.

Hûsî zêdeyî saleke hewl didin herêma Marîbê kontrol bikin. Di 8’ê sibatê de li hemberî herêmê dest bi operasyoneke nû kirin.

Qenala televîzyonê ya hûsiyan El Messîre ragihand ku Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji bo piştgiriya bi hêzên hikûmetê re zêdeyî 12 caran êrîşên hewayî pêk anî.

Roja înê zêdeyî 60 şervan li nêzî Marîbê di şer de hatibûn kuştin.

Tê texmînkirin ku heta niha ji her du aliyan bi sedan kes hatine kuştin. Her wiha bi sedan malbat jî ji ber şer neçar man cih û warê xwe biterikînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar