Ji xwendekarên beşa Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Pamukkaleyê ya Denîzliyê pirsên nijadperest hatin pirsîn. Ji xwendekarên pola yekemîn ê vê beşê ev pirs hat kirin: “Dozgerên tirk li dadgeha herî bilind xwest kîjan partiya muxalefetê ya alîgiriya kurdan dike were qedexekirin?”
Di vebijêrkên pirsan de bersiva ‘Partiya Îyî, MHP, HDP, Partiya Saadet û AKP’girtin.
Her wiha di ezmûnê de pirsek din jî ya sûcê nefretê dihewîne ‘Kîjan sazî dikare partiya muxalefetê ya alîgiriya kurdan dike qedexe bike?’ ji xwendekaran hat kirin. Di vebijêrkên bersivan de van saziyan cih girt: “Dadgeha nelihevkirina darazê, Desteya Dadger û Dozgeran (HSK), Dadgeha Destûra Binehîn, Dadgeha Bilind û Şûreya Dewletê.” DENÎZLÎ