Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Zap û Avaşînê 8 dagirker hatin kuştin

HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên gerîlayan a li herêmên Zap û Avaşînê de herî kêm 8 dagirker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li herêma Zapê 5 dagirker, li herêma Avaşînê jî 3 dagirker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

2’yê tîrmehê saet di 18:30’î de li quntara qada Werxelê li komeke dagirkeran xistin ku li hev civiya bûn. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiya serkeftî ya hêzên me, saet di 19:10’an artêşa tirk a dagirker kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê bir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Ji 2’yê tîrmehê û vir ve dagirker li qadên Werxelê û Girê Sor bi bombeyên gazê û teqemeniyan êrîşî çeperên şer dikin.

3’yê tîrmehê dagirkerên li qada Werxelê bi bombeyêng azê û bombeavêjan êrîşî çeperên şer kirin û hewl dan teqemeniyan lê bi cih bikin. Hêzên me dest li van dagirkeran werdan û dagirker neçar man vekişin, teqemeniyên wan jî hatin bêbandorkirin.

4’ê tîrmehê saet di 09:20’î de dagirkerên ku ber bi çeperên şer ên li qada Werxelê ve dihatin, bi rêbaza sabotajê bûn hedefa hêzên me. Piştî çalakiya sabotajê, hêzên me bi çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan. Di encama vê lêdanê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derba giran xwarin, neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

3’yê tîrmehê saet di navbera 21:00-00:40’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mamreşo, Mervanos, Banîsta û Girê Silêman geriyan.

3’yê tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30’î de qada Werxelê bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hat bombekirin. 4’ê tîrmehê saet di 04:50’î de bi fuzeyan û bombeavêjan êrîşî çeperên şer ên li qada Werxelê kirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar