Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Zapê 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Di çar çalakiyên tîmên me yên bi tevger de yên li herêma Zapê, 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa tirk ya dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer û bi dehan caran bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

14’ê çileyê saet di 09:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemço xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

14’ê çileyê saet di 12:00 de li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li wan dagirkeran xistin ku dar dibirîn. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

14’ê çileyê saet di 16:30’î de li nehiyê Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

14’ê çileyê saet di 23:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li helîkoptereke Skorsky xistin ku hewl dida hêzên xwe li nêzî qada Çemçoyê dayne. Piştî vê lêdanê, helîkopter bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê dayne neçar ma ji herêmê biçe.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

14’ê çileyê li nêzî qada Çemço ya ser bi nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla ji serê sibehê heta êvarê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk ya dagirker;

14’ê çileyê, li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14’ê çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar