Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Zapê 4 dagirker hatin cezakirin, Kîrpiyek hat îmhakirin, li Skorsky hat xistin

Li Zapê di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin, wesayîteke bi tîpa Kîrpî hat îmhakirin û derb li helîkoptereke Skorsky hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên artêşa tirk a dagirker, daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Li herêma Geverê;

30’ê hezîranê û 2’yê tîrmehê artêşa tirk a dagirker li qadên cuda yên herêma Geverê operasyonên berfireh lidar xistin. Ev operasyon ji aliyê hêzên me ve vale hatin derxistin û dagirkeran nekarîn tu encamê bi dest bixin. Artêşa tirk a dagirker di van operasyonên li herêma Geverê de, agahiyên bi rengê ku 3 gerîla hatine dîlgirtin û gerîlayek jî şehîd bûye, belav dike. Tiştên ku artêşa tirk a dagirker diyar kirine, bi temamî derew in. Di operasyonên li van herêman de ne tu hevalên me şehîd bûne, ne jî dîl ketine.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5’ê tîrmehê di saet 19.16’an de bi çekên giran li wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya aîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê Sergelê hat xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî hat îmhakirin û 3 dagirkerên di hundirê wê de hatin cezakirin.

Bi rengekî hemwext, bi çekên giran û taktîka sûîqastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hat xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin.

Şeva 5’ê tîrmehê hêzên me mudaxileyî helîkoptera ku dixwest li Girê Bahar dakeve, kirin. Di encama mudaxileya hêzên me de, derbeyeke giran li helîkoptera Skorsky hat xistin û bêyî ku dakeve neçar ma paşde vegere.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

3, 4 û 5’ê tîrmehê qadên Lolan û Kendekola yên herêma Xakurkê 3 caran, herêma Zapê 2 caran, qadên Şiyê, Kanî Sarkê û Gûzê yên herêma Garê 4 caran, qadên Berxwedanê ya Bêşîlî û Mîska yên herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 11 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

5 û 6’ê tîrmehê herêmên Xakurkê, Metîna û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar