Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Zapê 5 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê hin çalakî li dar xist. Di van çalakiyan de 5 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li çeperek û çekeke bombeavêj hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî dide meşandin. Li gel ku artêşa tirk metodên li dijî mirovayetiyê sûcê şer dike jî li hemberî hêzên me yên ku bi fedaî şer dikin, nekarîne bigihêjin armanca xwe. Hêzên me bi di şertên dijwar ên îradeya mirovbûnê jî derbas dike ku, bi ruhekî fedaî yê Apoyî û biryardariyeke mezin derbên giran li dagirkeran dixe.

Di encama çalakiyên hêzên me de; 5 dagirker hatin cezakirin, derb li çeperekê û çekeke bombeavêj hatiye xistin.”

Artêşa tirk a dagirker 3 caran bi çekên qedexe qadên berxwedanê yên gerîla bomberdûman kiriye û li pêşiya çeperên şer lastîkên wesayîtan û naylon şewitandine û dûmana jehrî şandine ser çeperên şer. Di heman demê de bi 8 caran bi balafirên şer, 8 caran jî helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran qad bombe kirine.

Agahiyên li ser êrîş û çalakiyên hatine kirine wisa ye:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Li herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê û derdora gundê Sîda li dijî dagirkeran hin çalakî hatine kirin.

18’ê kanûnê saet 08:15 û 19:00’an de li derdora herêma Çemçoyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran li dagirkeran dane û  3 dagirker hatine cezakirin.

18’ê kanûnê di saet 09.30, 10.30 û 10.30’an de dema ku dagirkeran hewl dane çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemçoyê bi teqemeniyan bombebaran bikin, tîmên me yên gerok 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dane û herî kêm dagirkerek hatiye cezakirin. Piştî çalakiya hêzên me, dagirker neçar mane astekê vekişin.

18’ê kanûnê saet di 07:30, 10:30 û 15:00’an de li nêzî gundê Sîda tîmên me yên gerok li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, derb li çekeke bombeavêj û çeperekê hatiye xistin.

18’ê kanûnê saet 13:30’î de li nêzî gundê Sîda tîmên me yên gerok ên YJA Starê  bi çekên giran li dagirkeran dane.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 18’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê Fem û çeperên şer ên herêma Çemçoyê ya Şêladizê ya Amediyê yê bi çekên qedexe 3 caran hatine bombekirin. Dagirkeran li pêşiya çeperên şer lastîkên wesayîtan û naylon şewitandine û dûmana jehrî şandine ser çeperên şer.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

Di 18’ê kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 18’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê 8 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 18’ê kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Karker û Girê FM bi obus, tank û çekên giran hatin bomberdûmankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar