Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Zapê dagirker ji tirsa gerîla reviyan

Hêzên gerîla li Zapê bi ser leşkerên tirk ên dagirker de girtin. Dagirkerên ku ji tirsa reviyan, bûne hedefa gerîla. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiya li Zapê ragihand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de;

9’ê kanûnê 2 kozikên dagirkeran ên li rêzeçiyayên Cîloya Biçûk bûne hedefa tîmên me yên gerîla yên mobîl, taktîka serdegirtinê û di nav wan ketinê de, di zik hev de hatine bikaranîn. Lê hêzên me dema ku ketin nav kozikên dijmin, leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku bi çalakiyên karîger ên gerîla ên li ser herêma Zapê derbên giran xwarin, kozikên xwe berdane û li eraziyê tertûbelav bûne. Hêzên me nehiştine ku dagirker hilmê bistînin, cihê komeke hêzên dagirker a li eraziyê tespîtkirine û li qada çalakiyê planeke nû ya çalakiyê danîne. Di çarçoweya vê planê de saet 11:40’î ji du baskan ve dagirker bûne hedef û gerîlayan bi ser wan de girtin. Baskê pêşî ji nêzîk bi çekên şexsî li kon dane ku dagirker tê de bûn. Li vir bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Baskê duyan jî bi taktîka suîkastê li dagirkeran daye û 2 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên din qutifî ne û tertûbelav bûne. Tîmên me yên gerîla yên mobîl ên profesyonel bêyî ku ziyan were ser wan ev çalakî temam kirine. Nûçeyên medyaya şerê taybet a tirk ku dibeje li Zapê windahiyên gerîla hene bêbingeh û derew in.

Di encama vê çalakiya serkeftî de ku taktîkên gerîlaya serdema nû di zik hev de hatine bikaranîn û çalakiya koordîne de 5 dagirker hatine cezakirin.

9’ê kanûnê saet 21:20’an artêşa TC’ê gundê Girê yê bi ser herêma Garê ve bi balafirên şer bombe kirine.

10’ê kanûnê saet 10:40-17:00’an artêşa dagirker a TC’ê, qadên Çemço ya bi ser Zapê ve û qada Sîda bi balafirên şer bombe kirine û bi obûsên qereqolên ser xeta sînor bombe kirine.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar