Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Zapê gelek dagirker hatin cezakirin

Hate diyarkirin ku di Opersyona Şoreşgerî ya ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê lidar xist de ku hê jî didome, gelek dagirker hatin cezakirin û çekên wan hatin desteserkirin.

Operasyonên Şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Herêmên Berxwedanê yên Zapê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin girtin, gerîlayan li Zapê li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiya Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok lidar xistin. Hate hînbûn ku operasyona ku têde gelek dagirker hatin cezakirin û çekên wan hatin desteserkirin hê jî didome.

Li gorî çavkaniyê ku nûçeya destpêkirina Operasyona Şoreşgerî ragihandî, hate diyarkirin ku du çeperên stratejîk ên ku leşkerên tirk tê de ne hatine girtin û operasyon didome.

Di dîmenên ku ji cihên niştecihbûnê yên Amediyê hatine nîşandan de jî dengên pevçûnan bi awayekî zelal dikare bê bihîstin.

Wezareta Parastinê ya tirk ku destpêkê ragihand ku 5 leşker mirine, 8 leşker jî birîndar bûn, neçar ma qebûl bike ku 9 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê din hin çavkaniyan, diyar kirin ku gerîlayan li Metînayê li dijî qada Baregeha Bilind a bi hejmar hezar û 740 ku personelên Fermandariya Tûgaya Komando ya 41’an a Kirklareliyê lê bi cih bûne çalakî lidar xistine: zêdetirî 9 leşker mirine, herî kêm 17 leşker birîndar bûne û ji van 4 jî bi giranî birîndar bûne.

Tê zanîn ku dewleta tirk di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de windahiyên leşkeran vedişêre û windahiyên xwe kêm parve dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar