Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Zapê operasyona şoreşgerî

Gerîla li Zapê li dijî artêşa tirk a dagirker operasyoneke şoreşgerî pêk anî. Di çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin. Gerîla çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran û gelek çek û malzemeyên leşkerî rakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên Operasyona Şoreşgerî ya li Zapê aşkera kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hat lidarxistin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Hêzên me yên gerîla di navbera 8-9’ê kanûnê de li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Zapê, li dijî dagirkeran bi taktîkên dema nû yên gerîla Operasyoneke Şoreşgerî ya koordîneyî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser Operasyona Şoreşgerî ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de hat lidarxistin wiha ne:

Destpêkê 8’ê kanûnê saet di 14:00 de li Girê Şehîd Mûnzûr bi çekên giran derbên xurt li çeperên dagirkeran hat xistin. Piştre jî tîmên me yên gerîla yên bi tevger ketin nava liv û tevgerê û ji 5 baskan ve çeperên dagirkeran xistin bin kontrola xwe. Tîmên me yên êrîşê yên profesyonel ên yekemîn û duyemîn nîvê şevê saet di 01:00 de bi rengekî koordîneyî avêtin ser 2 çeper û kamelyayeke dagirkeran. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi bombeyan û çekên ferdî li kamelyaya ku dagirker tê de bûn, xist. Hêzên me li vê kamelyayê 5 dagirker ceza kirin û çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, bombeavêjek, çekek BKC, çenteyek û gelek alavên leşkerî desteser kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi bombeyên destan û çekên ferdî li 2 çeperan xistin. Hêzên em di demeke kurt de çeper xistin û 2 çeper bi temamî îmha kirin, çûn ser 3 cenazeyên dagirkeran. Baskê sêyemîn ê çalakiyê jî di heman demê de li dagirkerên li ser Girê Şehîd Mûnzûr reşand. Di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de baskên çalakiyê yên çaremîn û pêncemîn jî bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin û hedef îmha kirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi rêbaza baz ji nişka û bi tundî derb li operasyona dagirkeran xistin. Tîmên me yên bi tevger jî bi rêbaza lêdanê ya Apoyî di nava 10 deqeyan de hedefên li ser gir hemû bi dest xistin. Hêzên me tu windahî nedan. Di encama vê çalakiya serketî de gelek dagirker hatin cezakirin, hêzên me çûn ser 8 cenazeyên dagirkeran, 2 çekên M-16, çekek bombeavêj, çekek BKC, çenteyek û gelek malzemeyên leşkerî desteser kirin.

Ev operasyona şoreşgerî, di şexsê hevrêyên me yên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî bi namerdane şehîd hatin xistin, ji bo hilanîna şehîdên me hemûyan hat kirin.

7’ê kanûnê saet di 11:00 de li herêma Garê qada Deriyê Hirçê bi balafirên şer hat bombekirin.

Di 7 û 9’ê kanûnê de artêşa tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê Şehîd Rûbar, Kûnîşka, Sîda û Şamkê bi balafirên şer û bi qereqolên li ser sînor bi obusan bombe kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar