Navenda Nûçeyan
Dayika zarokê biçûk A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got ku ew ê serlêdana sûc bike.
Li ser Kolana Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di 4’ê çileyê de zarokê 15 salî bi hinceta ku cigarê difirojşe ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Polîsên ku zarok binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Cizîrê û rojekê di binçavan de girtibûn. Hat diyarkirin ku polîsan li midûryetê gef li zarok xwarine û xwendina “Sirûda Îstîklalê” lê ferz kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji heman zarokî re helbestek jî nivîsîne, xwestine ji ber bike û piştre jî gotine “Em ê her hefteyê spartekek bidin te ku tu wan çêbikî û ger ku tu çênekî tuyê ceza bigirî.” Herwiha hat ragiandin ku derbarê zarokê 15 salî de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.
Dayika A.E. bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, “Em vê pêkanînê qebûl nakin û dijmirovî ye. Ji zarokekî çi dixwazin. Keça min a biçûk jî li dibistanê ji ber ku ‘Sirûda Îstîklalê’ nexwendibû lêdan xwaribû. Bi van zext û zordariyan dixwazin zarok û me malbatan bitirsînin. Lê em tu carî jî gavê paşve navêjin. Kurê min êdî naxwaze behsa vê bûyerê bike. Vê pêkanînê derûniya kurê min xira kiriye. Em bêdeng nebînin û em ê serlêdana sûc bikin. Em ê jî serlêdana sûc bikin. Mafê wan tuneye ku ev tiştan bi kurê min bikin.”