Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem de ne. Çalakiya girtiyan di roja 61’an de didome.
Li Enqereyê Platforma Mamakê ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê li taxa Tûzlûçayirê çalakî li dar xist. Platformê li 7 cihên cuda yên li cadeyên wek Şafak Tepe, Nato Yolu, Tekmezar, Abidin Aktaş ozalîtên bi nivîsa “Li zindanan greva birçîbûnê heye, bibe deng, bibe hevrê” zeliqand û balê kişand ser greva birçîbûnê. ENQERE