Desthilatiya AKP-MHP’ê, êdî nema tu zagon û biryarên dadgehên xwe jî nas dike. Heta niha çi wahşeta li derve dikir dihat dîtin. Lê wisa diyar dibe ku êdî qîma xwe bi derve tenê nayne, wan êrîşên xwe yên hovîtî li zindanan jî dijwartir kiriye.
Ev, yek ji delaletê lawazketina wan a li hember gerîla ye jî û mirov dikare bêje vedigerin dîsa tola xwe ji zindaniyan distînin!
Bi van êrîşên dawî yên li ser zindaniyan ve û bi şehîdkirina Garîbe Gezer, Vedat Erkmen û hinek zindaniyên din jî, weke Aysel Tugluk û M.Emîn Ozkan ê 83 salî ku bi mirinê rê rû bi rû hiştine, wê siyaset û zihniyeta wan a qirêj û dijî mirovahî pir aşkera derket ber çavan.
Jixwe fermandarên vê desthilatiya zalim R.Erdogan û D.Bahçelî êdî ne bi dizî bi aşkerayî dibêjin ‘em zagon (magonan) nas nakin’, ewqas bilind dengê xwe derdixin û di asta herî jor de, êdî ne zagonan ne jî biryarên dadgehan nas dikin. R.Erdogan dibêje; “ez ne biryarên Dadgeha Bilind nas dikim û ne jî rêzê lê digirim”. D.Bahçelî hîn zêdetir difire û dibêje; “jixwe divê ev Dadgeha Bilind were girtin” û hwd!
Vê desthilatiya AKP-MHP’ê, biryar û kiryarên derbe û faşîzmên beriya xwe, yên weke 12’ê Adarê û 12’ê Îlona Kenan Evren jî derbas kirine.
Faşîzm û qirkeriya van, ne bi tenê li parçeyekî Kurdistinê, belê li hemû parçeyên Kurdistanê; li Başûr, Rojava û Rojhilat jî li ser kar e.
Her wiha ne bi tenê zagon û biryarên dewleta xwe nas nakin, êdî aşkera dibêjin; “em zagon û biryarên dadgehên navdewletî jî nas nakin, ji wan tê bila bikin, bê minet in” û hwd. Weke mînak biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî nas nakin; mînakên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala!
Helbet helwest û biryardariya rêberên Tevgera Azadiya Kurdistanê, hîn ji despêkê vê tê zanîn. Ji zindana Amedê destpê dike tê heta zindana Îmraliyê tacîdar dibe û dewam dike!
Di van êrîşên hovane de armanca dewletê tê zanîn ku teslîm girtin e. Bi lêdan, tecrîd, tî û birçî hiştinê ve; tirsandin û kişandina xiyanetê ye.
Lê bersiva lehengên Kurdistanê li zindanan diyar e û ji bo gelê Kurdistanê, ew gotinên wan bûne şîar û biryar: “Teslîmiyet Xiyanet e, Berxwedan Jiyan e”!
Ji bo Îmralî jî generalê ku ev zindan ava kiriye gotibûn; “em ê wisa bikin ku ew ê li vir bimîne, ne rojekê ew ê her roj bimire”! Rêber Apo jî wisa şîrove kiribû; “li vir mirin nabe kuştin dibe” û hwd. Di heman demê de, ev rê destnîşan dike ku divê li dijî vê faşîzmê û siyaseta kuştinê helwest û berteka berxwedêr jî çawa be?
Çima van gotinan ewqas girîng in?
Ji ber ku berê jî û niha jî, ji bo van lehengan gotinên ne rast û ne mirovahî bikar tînin, dibêjin; “Ew xwe dikujin”! Wateya wê; “Ew nikarin xwe li hember me ragirin”! Van gotinên ne exlaqî; ji bo ku ji raya giştî re bidin xuyakirin; xwedêgiravî “em îdam nakin”, lê ev kiryara wan a qirêj ji îdamê ne kêmtir, dibe ku zêdetir be jî! Ji ber ku van rêberan her roj tên îdamkirin!
Mînaka, ji ya van dagirker û qirkeran reziltir û dilêştir jî, yên bi navê kurdîtiyê, milên xwe danê milên van neyaran û bi heman zihniyeta malxerab û malwêran êrîşî ser şopdarên van rêberên leheng dikin. Ev jî, mixabin/bidaxewe rêveberiya Hewlêr a Başûr e!
Van jî, bi armanca heman zihniyeta teslîmgirtine; dorpêç/ambargo dane ser Şingalê, Mexmûrê, Qadên Parastinê yên Medyayê û hwd. Dewleta li ser serê wan fermandar a AKP-MHP’ê, bi vêna tenê qîma xwe nayne, niha ferman daye wan ku dorpêçê/ambargoyê deynin ser Rojava jî.
Lewma di van rojên dawî de, deriyê vekirî li ser Rojava, bi tenê Pêşxabûr û El Welîd mabûn, her du jî girtin.
Weke her car tê gotin, nabe mirov ji dewletên dagirker û faşîst gazincan bike, belê dikare gazincan ji yê xwe bi kurdistanî navnîşan dide bike!