Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li zindaniyan xwedî derkevin

Avakirina zindanan û li ser civakê wekî şûrekê dane xebitandin; giştî ji destpêka avabûna kapîtalîst modernîteyî destpê dike. Dewleta tirk ji avabûna komarê heta îro vê polîtîkayê ser gelan, baweriyan, jinan, kedkar û karkeran dimeşîne. Îro zindan bûne dojeh.

Gorî danayên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê bi giştî 368 girtîgeh hene. Di van girtîgehan de bi giştî; nêzî 300 hezar zindanî hene. Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi lez hejmara zindanan zêde bike û bikare cih ji 500 hezar zindaniyan re amade bike. Ev jî feraseta wan dide nîşandan.

Her wiha gorî çavkaniyên Wezareta Dadê, di 2019’an de 65 hezar girtî ji ber bazirgan^, û vexwarina hişberî, 45 hezar ji ber diziyê, 37 hezar ji ber siyasetê, 34 hezar ji ber kuştinê, 27 hezar ji ber xespê, 4 hezar ji ber sazumankirina rêxistinên sûc û 87 hezar ji ji ber sûcên din di zindanan de ne.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de hejmara zindaniyan pir zêde bûye. Wekî mînak; di sala 1992’yan de 31 hezar û 482 mirov, di sala 2002’yan de 59 hezar û 187 mirov di zindanê de bûn. Niha jî nêzî 300 hezarî ye. Siyaseta dewleta tirk a li ser zindana rêve dibe ji destpêka avabûna komarê heta niha ne gorî mafê mirovan, hiqûq û qanûnan e. Girtî her tim wekî dijmin hatine dîtin û bi giyan û kiryarên faşîzmê ser wan de çûyîn e. Em nêzîkbûna wan ji zindanên, Metrîsê, Mamakê, Amedê û yên niha dizanîn.

Bi salan e, tecrîda li ser Îmraliyê, li ser tevahiya girtîgehan, taybet ên siyasî; ji alî pêkutî, zex û kiryarên hovane ve mînakên wan li tu derî cîhanê nîn e. Îro ev rewş li ser gel jî tê meşandin.

Gorî danayên ÎHD’ê; di sala 2020’î  û vir ve li zindanan 60 girtî jiyana xwe ji dest daye. Van mehên dawî de; Garîbe Gezer, Halîl Gûneş, Salîh Tugrul, Îlyas Demîr, Vedat Çem Erkmen, Murat …, A. Rezak Şuyur û Bangîn Muhamed jiyana xwe ji dest dane.

Gorî daneyan; 604 nexweşên giran û 605 nexweşên din di zindanê de wekî dîl têne girtin. Wekîla berê Aysel Tugluk mînaka herî balkêş e. Nexweş nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji hêla saziya Tipa Adlî ve rapor tê dayîn û dibêje ev girtiyên hanê ne guncav e li zindanan bimînin. Belê dîsa jî nayên berdan.

Îro zindan wekî saziya çokşikandinê li hemberê girtiyên siyasî tê xebitandin. Paqijî, av-xwarin, hevdîtina bi malbat û parêzeran re, wergirtina pirtûk-rojnameyan, temaşeya tv, guhdariya radyoyê, parastina tendurisya girtiyan û derman pêkanîn, surgunkirin, sûcên kêyfî afirandin, spor û hevdîtin astengkirin, heqaret, tacîz û tecawiz, lêgerîna tazî, xistina hucreyan, zêde mirov xistina odeyan, di demê de neberdana girtiyan, di wextê wî de doz venekirin û hwd. pirsgirêkên sereke ne.

Ji ber van neheqiyan girtî neçar dimînîn ku bikevin grevên birçîbûnê. Gelek girtî jî ji ber vê bi nexweşiyê giran û domdirêj re rû bi rû dimînin.

Bi mehan e dayik û bavên girtiyên kurd, di çalakiya rûniştinê de ne. Dixwazin dengê girtiyan bigihînîn raya giştî. Dawî li van zextan bê anîn. Pêdivî heye ku hemû aliyên siyasî yên demokrat, saziyên demokratîk, kesayet, hunermend, ronakbîr, sendîka û gel vê bangê bibîhîzin û pêşî li van kiryarên faşîzan bigirin. Ev peyvîreke wijdanî ye. Werin em bi hev re deng bidin dengê girtiyan û dayikan…

Nûçeyên Têkildar