Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Zînê Wertê armanc çi ye?

Êrîşa TSK’ê ya li herêma Zînê Wertê û bicihkirina hêza pêşmergeyan a PDK’ê gelê herêmê xist nava fikaran. Gelê herêmê diyar dikin ku ev êrîş palana PDK’ê û Tirkiye ya hevpar e û li vir PKK û YNK’ê dike hedef.  Bi vê yekê dixwaze rê li pêş yekîtiya gelê Kurd bigire.

TSK’ê di 14’ê Nîsanê de li dijî herêma Zînê Werrtê êrîşek hewayî pêk anî. Di êrîşê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di heman rojê de TSK’ê li dijî Wargeha Mexmûrê jî êrîşa hewayî pêkanî û 3 jinên wargehê jiyana xwe ji dest dan. Bertekên gelê herêmê yên li dijî êrîşa TSK’ê û helwesta PDK’ê zêde bûn.

Meha bihurî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hejmarek pêşmerge şandin Zînê Wertê, li wê derê baregeh û cihên xwe çêkirin. Wê hêzê diyar kir ku ji ber parastina wê navçeya ser sinor, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê ya ji bo tekoşîna li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li wê navçeyê hatine bicihkirin. Li sinorê Zînî Wertê hêzên PKK’ê hene ku ev demeke dirêje wê navçeyê diparêzin. Ji ber wê komek ji endamên HPG’ê ji bo fêmkirina mijarê û nirxandina mijarê diçin li gel wan hêzên bi gûman yên ku li wir bi cih bûne. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku 3 HPG’yî bi armanca nirxandina mijarê çûne li gel wê hêzê, ji wan re ragihadine ku mayîna pêşmergeyan ya li vê navçeyê ne dicihdeye divê bêne vekişandin. Piştî rojek derbas bû, balafirên şer ên TSK’ê cihê 3 endamên HPG’ê êrîşa hewayî pêk anî. KCK’ê di daxuyanî ya xwe de diyar kir ku PDK’ê hevkariya Tirkiye kiriye û cihê 3 gerîlayên HPG’ê îxbar kiriye. Di heman demê de Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) bi serokatiya Lahûr Şêx Cengî li ser vê mijarê civînek li dar xist. Di encama civînê de got “Heta niha me xwe girtiye, daxwaz ji serokatiya herêmê dikin ku bi lez biryara vekişîna hêzên Zînî Wertê bide.” YNK Mesrûr Barzanî sûcdar kir. YNK’ê ji PKK’ê jî xwest ku ji navçeyê dûr raweste û Zînî Wertê radestî asayîşa navçeyê bike. Tevgera Goran jî bi heman awayî ji bo aramiya rewşê daxwaz ji aliyan kir ku civînekê bikin û van helwestên ne zelal li ber çavan zelal bikin. Tevgera Goran ji PKK’ê jî xwest rolê aramîkirinê bigrin ser xwe û vê mijarê di van demên giran de çareser bikin.

Herêma Zînê Wertê

Herêma Zînê Wertê di sala 1996’an de bû qada şerê dijwar ê di navbera PDK û YNK’ê de. Herî dawi ket bin kontrola YNK’ê. Herêm nêzî cihê ku PKK lê bi cih bûye. Ji ber vê yekê cihekî stratejik e. Herêm li ser xeta di navbera Barzan, Girê Xudê, Xakurkê de cih digire. Dîsa di navbera Welatê Îran, Tirkiye û Iraqê de cih digire. Qada Zînê Wertê û Asos dîsa herêma Îran û Iraqê bi hev ve girê dide. Disa bi çiyayê Karoxê herêma Qendil û Behdinanê ku PKK lê bi cih bûye bi hev ve girê dide.

Bi salan e dewleta tirk dixwaze li vê herêmê bi cih bibe. Lê ji ber ku dewleta tirk nikare lê bi cih bibe ji PDK’ê xwest hêza xwe li heremê bi cih bike. Pişti ku PDK’ê pêşmerge li Zînê Wertê bi cih kirin gelê herêmê ket nava fikaran. Gelê herêmê diyar kir ku hêza PKK’ê di salên 1990’an de li vir bi cih bûye û ev qad ji hemû êrîşan parastiye. Gelê herêmê diyar dike ku li herêma Zînê Wertê du armancên dewleta tirk hene. Yek jê dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Ya din jî dixwaze li herêmê serdestiya xwe ava bike. Gelê herêmê destnîşan dike ku armanca dewleta tirk Qandîl e. Dewleta tirk dixwaze di ser vê herêmê re li ser Qendîlê zextan pêş bixe.

Gelê herêmê diyar dike ku li herêma ku hêza Pêşmergeyên Navendî ya Diyana lê heye, li Navenda Hêza Taybet a Pêşmergê Bapiştê, Hêzên Taybet ên Tirk li vir bi cih bûne û li vir pêşmergeyan perwerde dikin. Gelê herêmê diyar dike ku bi alikarî û derfetên PDK’ê hêzên TSK hem li çoltarê û hem jî li nava bajêr barageh ava kirine. TSKê berê jî li herêmên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediye 23 baragehên leşkerî ava kiribûn. Dîsa li herêma Başika, Soran, Kala Çolan û Kampa Zûmarê û Balafirgeha Herêma Harir lê zêde kir.

Gelê heremê bi fikare

Gelê herêmê diyar dike ku armanca PDK’ê ya li herêma Zînê Vartê bi cih dibe ewe ku xeta Raperin û Soran ji hev qut bike. Dîsa di operasyonên TSK’ê de dixwaze herema Behdinan (Zap, Metina, Heftanin) û Soran (Qadên Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka) ji hev qut bike. Dixwaze bi vê yekê li ser herêma Zînê Wertê serdestiyê ava bike. Gelê herêmê destnîşan dike ku bi vê planê dixwaze kelehên berxwedanê yên gelê Kurd hilweşînin.

Dixwazin bendavê ava bikin

Gelê herêmê destnîşan dike ku ev ne tenê nakokiya navbera PDK û YNK’ê ye û wekî hamleya mirinê pênase dike. Gelê herêmê diyar dike ku ger plana TSK’ê li Zînê Wertê bi ser bikeve dê di demên pêş de li ser xeta Raperin û Asos bi taybetî li dijî Asosê êrîşan zêde bike.

Li herêma Zînê Wertê ji aliyê xwezayê ve jî gelek dewlemend e. Li Herêma Federe a Kurdistanê çem û rûbarên ku ji herêma Xinêrê, Xakurkê û Soran tên û dîsa rûbarê ji Qandîlê tê, li vir dibe yek. Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi piştgiriya PDK’ê 22 bendavan li vir ava bike. Di planên dewleta tirk û PDK’ê de derxistina niştecihên heremê heye, derxistina gelê heremê heremê heye. Lewre gelê herêmê gelek bi fikare.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar