Hat diyarkirin ku li herêma zozanên Şênê ya li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewelikê cih digire, operasyona leşkerî ya ji 3 hezar leşker û cerdevanan pêk tê, dest pê kiriye
Li herêma zozanên Şênê ya li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewelikê cih digire, îro di saetên serê sibê de artêşa tirk dest bi operasyona leşkeri kir. Hat diyarkirin ku 3 hezar leşkerên hêzên tayber û cerdevanên girêdayê Qereqolên Leşkerî yên Amed, Çewlig û Mûşê beşdarî operasyonê bûne û yekineyên leşkerî bi helîkopteran sewqî herêmê hatine kirin. Hat destnîşankirin ku li herêma Şênê, liv û tevgera helîkopter û balafirên bêmirov (ÎHA) dewam dike.
Wezareta Karê Hûndir di daxuyaniya da de ragihand ku li herêma Şênê dest bi Operasyona Kiran-5 kirine. AMED