Navenda Nûçeyan |
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî li ser şandina hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê û şerê li welêt, li Bîngaziyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ehmed El Mismarî di civînekî çapemeniyê de ragihand ku Tirkiyeyê li bajarê Hewlêrê ‘Pêşmergeyên Roj’ perwerde kirine û ji bo li Lîbyayê şer bikin şandine welat. Mismarî di heman demê de nasnameya 4 ‘Pêşmergeyên Roj’ aşkera kir ên ku ji rojavayê Kurdistanê ne. Mismarî diyar kir ku ew hêz ji aliyê PDK’ê ve hatine perwerdekirin û bi fermana Tirkiyeyê şandine Lîbyayê da ku li dijî hêzên wan şer bikin.
Bi domdarî jî Mismarî wiha got: “Tirkiye bi dayîna pereyan çekdarên opozîsyona Sûriyeyê û komên nêzîkê xwe dişîne welatê me, lê belê ew pêşmergeyên ku hatine binçavkirin, bi armanca tunekirina rêveberên artêşa Sûriyeyê, PKK û YPG’ê perwerdeyeke taybet dîtine.”