Navenda Nûçeyan |
Parlementoya li rojhilatê Lîbyayê ku di sala 2014’an de bi hilbijartinê pêk hatibû, diyar kir ku heke hêzên çekdar ên Misirê bibîne ku li dijî ewlekariya Lîbya û Misirê gef heye, wan pêşiya mudaxeleya Misirê vekirine.
Serokkomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dabû ku yekser tev li şerê Lîbyayê dibe û hişyarî kiribû dê yekser mudaxeleyeke leşkerî bikin.
Dewleta tirk li Lîbyayê piştgiriyê dide desthilatdariya navendî ya Trablûsê ya ku Ixwanê Mislîmîn serwer in. Tirkiye ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî binpê dike.
Parlementoya li rojhilatê Lîbyayê serwer e got ku ji bo têkbirina Tirkiyeya dagirker û parastina ewlekariya neteweyî ya hevpar, ew ji bo hewldanên hevpar ên di navbera welatên cîran Lîbya û Misirê de bang dikin.
Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin ku gefên ji ber dagirkeriya dewleta tirk welatê wan di serî de, li ser Misir û welatên cîran jî gefê dixwe.