Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Licê bîra xwe winda kir!

Welatiyê bi navê Ahmet Tektaş (90) ku li Licê ji dayik bû û ji sala 1947’an ve di serî de bûyerên gundê xwe hemû bûyerên ku li Licê pêk dihatin, rojane dinivîsand, jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Ahmet Tektaş (90) ku li gundê Xana Kelê ya navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û ji sala 1947’an ve ji bûyerên înfazan bigire heta valakirina gundan, şewitandina Licê, erdheja Licê û qetilkirina Ceylan Onkol; darbeyên leşkerî û geşedanên siyasî yên Tirkiyeyê, bi awayekî rojane di lênûska xwe de nîşe girt, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tektaş li mezraya Pûneyn a girêdayî gundê Xana Kelê ku lê ji dayik bûbû, hate veşartin.

‘Min rastiyan li lênûska Licê nivîsand’

Bi navê ‘Min rastiyan li lênûska Licê nivîsand’ belgefîlma lênûska rojane ya Tektaş ku weke bîra Licê dihat nasîn hatibû kişandin. Belgefîlma ku di sala 2010’an de ji aliyê rojnameger û derhêner Ersîn Çelîk ve hatibû kişandin, li gelek cihan hat nîşandan.

Tektaş meraqa xwe ya nivîsandina girtina rojaneyê bi van gotinan aşkera kiribû: “Di sala 1947’an de li gundê me di heman kêliyê de yek ji dayik bû û yek jî jiyana xwe ji dest da. Min jî xwest vê yekê belge bikim. Lê nivîsandina min tunebû. Piştî ku min ji derdorên xwe alîkarî girt, hînî nivîsandinê bûm û min wê rojê li rojaneya xwe nivîsand. Min xwendin û nivîsandinê li leşkeriyê hîn kir. Piştî tezkereya xwe min bi dest girtina rojaneyê kir. Min hewl da ku kesên li gund dimirin, ji dayik dibin, dewet û bûyerên balkêş binivisînim.”

Bi lênûska re hatibû binçavkirin

Tektaş di lênûska xwe de Darbeya 12’ê Îlonê, şer û pevçûnên li herêma Licê, cînayetên faîlî meçhûl, şewitandina gundan, kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin, şewitandin Licê û gelek bûyerên bi vî rengî nivîsandibû. Di sala 1997’an de bi serdegirtineke gund de bi lênûska xwe re tê binçavkirin û pirsên mîna ‘Tu çima van tiştan dinivisînî’ jê tên pirsîn û lênûska wî tê desteserkirin. Tektaş pirsa ‘Tu çima van tiştan dinivisînî’ wiha dibersivîne, ‘Rastî wisa bûn min jî wan nivîsand’ û di encama bergeriyeke zêde de lênûska xwe digire. Tektaşê ku di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, li pişt xwe bîreke mezin hişt. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar