Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lîderê Katalan ê girtî peyama piştgiriyê ji Guven re şand

Lîderê Katalan ê girtî peyameke piştgiriyê ji Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê re şand

Lîderê Katalan ê serokê rêxistina civakî ya bi navê ‘Omnîûm Cûltûral’ ya ku li herêma Katalonyayê ya Îspanyayê herî kêm 160 hezar endamên wan hene Jordî Cûîxart bi rêya parêzerê xwe Olîvîer Peter re, peyameke piştgiriyê ji Leyla Guven û ji çalakgerên greva birçîbûnê re şand.

Di peyama Cûîxart de ev tişt hate gotin:

“Rêzdar Leyla Guven. Ez serokê rêxistina civakî ya Katalan a bi navê ‘Ji bo her kesî çand’ê me. 160 hezar endamên rêxistina me hene lê ya niha li Îspanyayê ez girtiyekî polîtîk im.

Ez vê nameyê ji bo piştgiriya girtiyên kurd ên di greva birçîbûnê de dişînim. Hêviya min ev e ku hûn baş in û bi hêz in. Ez dixwazim diyar bikim ku ez xwedî li têkoşîna we derdikevim a ku hûn ji bo rûmeta xwe û azadiya xwe ya bingehîn dikin.

Ji ber piştgiriya referandûma serxwebûna gelê Katalan a di 1’ê Cotmeha 2017’an de ez hatime girtin û derbarê min 20 sal ceza tê xwestin. Ligel ku şertê min û we ne wekî hev be jî, em herdu jî ji ber azadiya îfadekirinê û mafê xwe yê mûxalifbûnê hatine girtin. Tu girtîgeh nikare kesên ji bo îdealên xwe têdikoşin, wan ji hev veqetîne. Nabe ku tu kes ji ber fikr û têkoşîna xwe ya mafên mirovan werin girtin.

Em ji Katalonyayê hêz û hurmeta xwe ji we re dişînin. Ew çiqasî çavê me bitirsînin jî wê rojekê edalet pêk were.” CENEVRE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar