Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ligel delîl tuneye jî cezayê dîsîplînê li 10 girtiyan birîn

Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tevî kamerayan tespît nekirine jî bi îdiaya “li deriyan xistin û bûn sedema tirsê” cezayê disiplînê li 10 girtiyan birîn.

Zext û zordariya li ser girtiyên siyasî her roj dijwartir dibe. Girtiyê bi navê Cîhan Ayverdî ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, di 27’ê îlonê de bi ser hişê xwe çû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dest û lingên Ayverdî hatin kelemçekirin û ji ber ku Ayverdî “tedawiya bi kelemçeyê” qebûl nekir, bêyî were tedawîkirin dîsa anîn girtîgehê. Hat zanîn ku ji ber nexweşiya dil, Ayverdî dîsa bi ser hişê xwe çû. Li ser vê yekê hevalên wî pê li butona alîkariyê kirin. Ayverdî, piştre dîsa sewqî nexweşxaneyê hate kirin. Di vê navberê de hevalên Ayverdî ku xwestin derheqê rewşa wî de agahî bigirin û derketin korîdorê. Ji ber qelebalixê, dengê butonê nehat bihîstin û derheqê 10 girtiyan de bi îdiaya ku li deriyan xistine lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.

Lêpirsîn, ji hêla Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê ve hate destpêkirin û di 12’ê cotmehê de biryar hate dayîn. Di lêpirsînê de parastina devkî û nivîskî ya girtiyan hate girtin. Girtiyan, got ku bersiva butonê nehatiye dayîn û ji ber vê sedemê, ji bo ku derheqê Ayverdî de agahiyan bigirin li derî xistine. Girtiyan xwestin ku lêpirsîna disiplînê were betalkirin.

Cenderme heqaret li girtiyan kirin

Cîhan Ayverdî jî di parastina xwe de wiha got: “Roja 27’ê îlonê saet derdora 20.30’an de bi ser hişê xwe çûm. Ez birim nexweşxaneyê. Min çavên xwe li nexweşxaneyê vekirin û nayê bîra min bê ka çi bi min hatiye. Dema min çavên xwe vekirî, min dît ku dest û lingên min kelemçekirî ne. Min ji cendirmeyan xwest ku kelemçeya di lingê min de derxînin. Peywirdarê saziyê yê wê demê li wir jî şahid e. Dema peywirdarê saziyê ne li wê derê, cendirmeyan ji min re gotin; ‘tu terorîstî’ û heqaret li min kirin. Bêyî ku miayene bibin vegeriyam girtîgehê. Di 23.00’an de dîsa bi ser hişê xwe çûm. Dîsa ez birim nexweşxaneyê. Nayê bîra min bê ka çi qewimî ye.”

Lijneya Disiplînê jî piştî midûrên saziyê, îfadeyên girtî û hikûmxwaran û girtekên di dema bûyerê de hatine girtin, ev nirxandin kir: “Her çend ku di qeydên kamerayan de nehatibe tespîtkirin ku girtî û hikûmxwaran re li deriyan xistiye, liv û tevgera di dema bûyerê de û li gorî îfadeyên personelan, ji qawîşên behsa xeberê deng hatine, li deriyan hatiye xistin û deng hatiye derxistin.”

3 mehan cezayê qedexekirina hevdîtinê dane 10 girtiyan

Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê di biryara xwe de got ku di dîmenên kamerayan de Erkut Açan, Ramazan Yilmaz û Huseyîn Karahan nehatine ber deriyan û Cîhan Ayverdî jî li nexweşxaneyê bû lewma derheqê wan de biryara “hewcehî bi cezayê disiplînê nîne” da. Ji bo girtî Ferhat Gultek, Mûstafa Kutay, Kemal Polat, Mehmet Şîrîn Polat, Ridvan Barût, Mehmet Ruhî Bakir, Nûrettîn Cengîz, Firat Ertunç, Cîbrahîl Kurt û Serhan Aksîn jî bi îdiaya “Gotin an jî kirinên ku di nava saziyê de rê li ber tirs, fikar û rageşiyê vedikin kirine” ji bo 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan re da.

Tevî ku lijneyê ji qeydên kamerayan tespît nekirin bê ka girtiyan li deriyan xistine yan na jî, cezayê herî giran ê di rêziknameyê de da.

Piştî cezayên disiplînê, girtiyan li Dadgeriya Cezayên Înfazê ya Amedê îtîraz kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar