Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ligel her tiştî kurd hêza sereke ne

Ligel her tiştî kurd dîsa manşetan diyar dikin. Ev 3-4 sal in li ser serê kurdan şerekî bêhempa dimeşe. Tiştê ku neanîn serê gelê kurd nema lê dîsa jî kurd wekî hêzeke sereke di siyaseta Tirkiyeyê de rol dilîzin.

Di hilbijartinên 7’ê hezîranê de, HDP û kurdan mohra xwe li siyasetê xist. Ji sala 2002’yan vir ve AKP cara yekem di hilbijartina 7’ê hezîranê de ji îktidarê ket. Kurdan di vê hilbijartinê de darbeyeke mezin li desthilatdariya AKP’ê xist û dan nîşankirin ku desthilatdariya AKP’ê daîmî nîn e. AKP ji bo îktidarê, siyaset serobin kir. Darbe pêk hat, şer hate destpêkirin, rik û tolhildaneke berfireh li hemberî HDP û kurdan kete meriyetê. Sond xwarin ku kurdan ji mecal bixin û kurd cardin nikaribin rabin ser pêyan.  Lê tiştekî ku karibe pêşiya hêza azadiyê bigire tune ye.

Ligel hemû êrîş, konsepta şer û tunekirinê, têkbirin û îmhakirinê, gelê kurd li çar aliyê dinyayê li ser xwe ye û hêzeke sereke ye. Kurd li Rojava bandor li ser dengeyên siyaseta gerdûnî dikin, dengeyên cîhanê diguherînin. Li Başûr wekî mînaka Şêladizê berê dagirkeriyê didin. Li Bakur jî pêşketinên siyasî diyar kirin. Niha em di erîfeya hilbijartinên heremî de ne û çavên her kesê li ser kurdan e. Kurd jî li gor 2 stratejiyên sereke tevdigerin. A yekemîn têkbirina pergala qeyûman û desteserkirina îradeya gel e û ya duyemîn jî pêşxistina xeta demokratîk e. Kurdan ji bo têkbirina pergala qeyûm yekitiya xwe li dar xist û li hemberî tifaqa AKP-MHP’ê ku li ser neyartiya gelê kurd hatiye avakirin, yekitiya xwe ava kir. Ev ji bo kurdan serkeftina yekemîn a hilbijartinê ye.

Serkeftina duyemîn jî ji niha ve derkete holê. Piştî ku HDP biryara xwe piştgirîdayîna derdorên demokratîk aşkera kir, hemû manşetên ku HDP tune dihesibînin HDP nivîsî. Li hemberî CHP’ê kampanyaya lînçkirinê dan destpêkirin. Ji AKP’ê heya derdorên Ergenekonê her kes cardin li ser xeta nijadperest û dijberiya kurd bûn yek. Ev êrîş li hemberî HDP’ê xwediyê tu wateyê nîn e lê CHP li hemberî van êrîşan qels û lawaz e. CHP bi sekna xwe ya tirsonek û dudilî bingeha van êrîşan xurt dike. Ev kampanya dide nîşandan ku HDP û kurd hêzeke sereke ne û dikarin encama hilbijartinan diyar bikin.  Ji ber vê yekê AKP û MHP gelek ditirsin û dixwazin pêşî li yekitiya muxalefetê bigirin. Lê heya niha bi dehan car derketiye holê ku tiştekî hêza azadiyê asteng bike tune ye. Her êrîş û dijberiya azadiyê, daxwaza azadiyê xurttir dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar