Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Lihevkirina Enqere-Bexdayê bi şehîdkirina rojnamegeran kere meriyetê

Rojnameger Argeş Şengalî “diyar kir ku ‘Lihevkirina Ewlehiyê’ ya di navbera Enqere û Bexdayê bi şehîdkirina du rojnamegeran kete meriyetê û wiha got: “Êrîşên heyî li ser tevahiya herêmê gefeke mezin e.”

Di 15’ê tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de “Lihevkirina Ewlehiyê” hate mohrkirin. Di lihevkirinê de biryar hat dayîn ku li dijî PKK’ê navenda koordînasyona hevpar were avakirin û piştî lihevkirinê êrîşên hewayî yên li dijî herêmê zêde bûn. Tenê di du hefteyên dawî de 2 rojnameger jî di nav de 7 kes hatin qetilkirin. Rojnameger Argeş Şengalî, têkildarî êrîşan axivî.

Şengalî diyar kir ku dewleta tirk piştî sala 2015’an êrîşên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê zêde kir û wiha got: “Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê pêşengtî ji van êrişan re kir. Xwezaya herêmê niha radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Di demên berê de jî Tirkiyeyê li dijî qadên HPG’iyan êrîşên dagirkeriyê dikir. Lê belê di demên dawî de dixwazin tevahiya herêmê veguherînin qada şer.”

Bi domdarî Şengalî anî ziman ku dewleta tirk nikare “planên dagirkeriyê” bi tena serê xwe pêk bîne û ev nirxandin kir: “Lewma komên paramîlîter ên li Sûriyeyê vediguhêze qada şer. Lê tevî vê jî encamekî bi dest naxe. Planên Tirkiyeyê bi ser neketin lewma hewcehî pê dît ku bi hikûmeta Iraqê re mutebeqeteke wiha mohr bike. Hinek madeyên vê peymanê nehatin eşkerekirin. Tiştekî tesadûf nîne ku piştî peymanê rojnameger û sivîl hedef hatin girtin. Metna lihevkirin bi şehîdkirina du rojnamegeran kete meriyetê. Li vir bi taybet jî rojnameger hedef tên girtin. Ji ber ku rojnameger rastiya li herêmê radigihînin.”

Şengalî, diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk herêm veguheriye qada şer û axaftina xwe wiha qedand: “Heke êrîş bidomin û berfirehtir bibin, dibe ku li Iraqê rê li ber şerê navxweyî vekin. Tirkiye dixwaze Mîsak-î Mîlliyê pêk bîne. Heke hikûmeta Iraqê ji vê peymanê paşvegav neavêje, dewleta tirk dê Iraqê ber bi şerê navxweyî ve bibe. Hebûna Tirkiyeyê ya li vê derê, di serî de civaka êzidî ji bo hemû gelan gef e. Bêdengiya PDK’ê ya li dijî van êrişan, encama hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ye. Heke hikûmeta Iraqê li dijî van êrişan bêdeng bimîne, dê Tirkiye berfirehtir bike. Em dibînin ku gihiştiye sînorên Dihokê. Ev yek nîşan dide ku xaka Herêma Kurdistanê firotine Tirkiyeyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar