Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Lihevkirina PDK û YNK’ê li ber hilweşandinê ye

Lihevkrina di navbera PDK û YNK’ê li ber hilweşandinê ye. YNK’ê ragihand ku dibe tev li civîna parlamentoyê nebe û hemû lihevkirinên bi PDK’ê re werin hilweşandin û civîna Meclisa Kerkûkê jî neyê lidarxistin

Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî hevdîtinên dûr û dirêj, ragihandibûn ku ji bo avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê li hev kirine. Dihat payîn ku îro PDK û YNK lihevkirina di navbera xwe de îmze bikin. Lê ev yek ji ber nakokiyên di navbera wan pêk nehat.

Endamê Rêveberiya YNK’ê Ferîd Esserd têkildarî mijarê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku di civîna xwe ya dawîn de hemû xalên hatine destnîşankirin guftûgo kirine û wiha got: “Di encama guftûgoyan de hat diyarkirin ku di xalên ku li serê lihevkirine de hin kêmasî hene. Pêwîst bû me li ser mijara Bexda û Kerkûkê li hev bikira. Heya niha ti rêkeftinek jî li ser vê mijarê pêk nehatiye. Ger YNK tev li kabîneya nû ya hikûmetê bibe û mijarên Kerkûk û Bexda neyê çareser kirin, wê pirsgirêk derkeve. Ji ber vê em naxwazin bi pirsgirêk tev li hikûmeta nû bibin.”

Ferîd di dewamê de bal kişand ser mijara erkên Walitiya Kerkûkê û ev tişt anîn ziman: “Em dixwazin mijara Kerkûkê bi hev re çareser bikin. Me li ser Walîtiya Kerûkê jî 3-4 nav dane PDK’ê da ku ew ji wan navan yek hilbijêrin. Lê ger ew nexwazin li ser vê mijarê nêzîkbûnek çêbikin, wê demê ew mijar xeta me ya sor e û em nikarin derbas bikin. Ger em bi PDK’ê re li hev neyên, em ê sibe beşdarî civîna parlamentoyê nebin. Di heman demê de em ê tu biryarên ku bê me bên girtin, nas nekin. Tevlîbûnek bê YNK’ê hemû egeran bi xwer tîne. Em ê ne berpirsyar bin, kesên ku biryarê bidin divê berpirsyariyê jî bigirin ser xwe.”

Ferîd destnîşan kir ku alternatîfa yekem a wan ew e ku bi hevbeşiyek rast tev li hikûmetê bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev jî bi lihevkirineke siyasî ya bi PDK’ê dikare çêbibe. Lê ger ev jî nebe, alternatîfa me ya duyem û sêyem jî heye. Ji duh ve bi rêya telefon û nameyan, bi PDK’ê re peywendiyek heye. Lê me gotiye ger li hevkirinek nebe, em tev li civîna sibe ya parlamentoyê nabin. Ger YNK tev li civîna sibe nebe, wê civîna Meclisa Kerkûkê jî neyê kirin û wê lihevkirina bi PDK’ê re jî xirab bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar