Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Lihevkirina Rûsya û dewleta tirk dibe ku hemû kesî mat bihêle’

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El Demokratîk Ebû Omer El Idlibî anî ziman ku dibe ku lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta tirk de hemû kesî mat bihêle. El Idlibî diyar kir ku dibe ku rejîma Sûriyeyê li gorî van lihevkirinan gelek herêmên berfireh di careke de kontrol bike

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El Demokratîk Ebû Omer El Idlibî têkildarî geşedanên dawî yên li Idlibê, kontrolkirina gelek herêman ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve û peymanên li ser Idlibê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Cafer Cafo re axivî.

Ebû Omer El Idlibî anî ziman ku rejîma dewleta tirk bi serkêşiya Erdogan ji bo pêkanîna xeyala xwe ya osmanî, koma Îxwan El Muslimîn û rêxistinên terorîst li Rojhilata Navîn belav kir. El Idlibî wiha domand: “Dewleta tirk duh ermen qir kirin. Îro jî bi serkêşiya Erdogan van qirkirinan dubare dikin. Dewleta tirk navê ‘Kaniya aştiyê’ li êrîşa xwe kiriye. Gelê herêmê dikujin, direvînin û koçber dikin. Planên radestkirinê yên veşartî yên di navbera Erdogan û Rûsyayê de xetere ne. Ev tişt ji civîna yekemîn a Astanayê ya di çileya 2017’an de heta ya 14’emîn a di kanûna 2019’an de wisa ye.”

Armanca rejîm û Rûsyayê

Bi berdewamî jî El Idlibî diyar kir ku rejîm û Rûsya dixwazin bi êrîşên nû re rêya giştî ya di navbera Xan Şîxon û Sincarê de kontrol bikin û wiha domand: “Ji bo dûrbûna di navbera her du herêman de kurt bike. Jixwe bajarê Xan Şîxon çend meh berê kontrol kiribû. Şerê di navbera rejîma Sûriyeyê û çeteyên girêdayî dewleta tirk de nîşan dide ku rejîmê rêya ku gundewarên Helebê bi gundewarên Hemayê ve girê dide kontrol kirine. Di van şeran de rejîmê gelek gund û bajarokên li bakur û rojhilatê Idlibê kontrol standin.”

Girîngiya rêyê

El Idlibî destnîşan kir ku rê di navbera Sîncar û Xan Şîxon de di Mişêrfê re, Im El Xelaxêl, Zerzor heya El Xiwênê derbas dibe û El Timane heta Xan Şîxon û ji wir diçe Hemayê. El Idlibî got ku girîngiya rê ji bo rejîma Sûriyeyê re ji vir tê û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelek nuqteyan di navbera Heleb, Hema û Idlibê de bi hev re girê dide. Lewra hewl dide wê rêyê kontrol bike. Dibe lihevkirinên radestkirina bi komî yên di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de bibe sedema pêşketina rejîma Sûriyeyê û di demekî kin de erdnîgariyeke fireh kontrol bike.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar