Her du aliyan li hev kir ku wezîrên karên derve yên her du welatan civînekê ji bo aktîfkirina wê yekê li dar bixin, karên pevguhartina balyozan bikin, nîqaşên li ser rêbazên geşkirina têkiliyên dualî bikin, lihevkirina hevkariya ewlehî ya di navbera wan de di 17′ê nîsana 2021′ê de hatiye îmzekirin aktîf bikin, her wiha lihevkirina giştî ya hevkariya aborî, bazirganî, fînansê, teknîk, zanist, çand, werzîş û ciwanan ku di 27′ê gulana 1998′an de îmze kirine jî, aktîf bikin.
Ev lihevkirin bi navbeynkariya serokê Çînê Xi Jinping pêk hat, da ku têkiliyên cîrantiyê di navbera Siûdî û Îranê de werin pêşxistin. Her wiha li gorî lihevkirina di navbera Xi Jinping û fermandarên Siûdî û Îranê de ku her du welat dan û standinan pêk bînin, hate kirin.
Piştî lihevkirinê aliyên fermî yên lubnanî, hêzên siyasî û kesayetên cihêreng ev yek pêşwaz kir. Wezareta Karên Derve ya Lubnanê got dê lihevkirina Siûdî û Îranê bi xwe re bandoreke erênî li ser têkiliyên giştî yên herêmê bîne. Gelo bandorên vegera têkiliyên dualî yên Îran û Siûdî li ser rewşa Lubnanê çi ne? Gelo dê bibe sedema geşkirina ewlehî û îstîqrara li herêmê û xurtkirina hevkariya erênî ya avaker?
Li ser vê yekê, lêkolînerê siyasî yê lubnanî Elî Murad wiha got: “Diviyabû têkiliyên du alî yên Îran û Siûdî beriya 3 salan bi navbeynkariya Iraqê di 2019′an de û bi însiyatîfa Îranê û pêşwazkirina Siûdî, pêk bihatana. Lê çavdêrê li ser lihevkirinê yê ji aliyê Îranê ve Qasim Suleymanî hate kuştin û pê re bersivên pirsên Siûdiyê hebûn. Ji lew re hewla navbeynkariyê têk çû. Heta Jeo Biden derbasî Koşka Spî bû û ji Erebistana Siûdî xwest ku girîngiya vê lihevkirinê aşkere bikin. Ji ber rêveberiya Amerîkayê li ser sarkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn dixebite. Dawiya îsal jî êdî li gel Siûdî hate diyarkirin ku navbeynkariya Çînê dê qezencên mezin bide Riyadê.”
Murad wiha domand: “Têkildarî lihevkirinê û bandorên wê li ser Lubnan û herêmê gelek pêşbîn hene. Her wiha axaftin li ser bendên nepenî yên vê lihevkirinê yên girêdayî dosyayên herêmê hene. Derhal, dema tê gotin lihevkirina Siûdî-Îranî, jinûve vegera şandeyên dîplomasî û qezencên hevbeş ên her du welatan dê hawayekî rihetîbûnê, rakirina nakokî û şerê çapemeniyê ya di navbera her du aliyan de hebe.”
Murad da zanîn ku Îraniyan ev lihevkirin ji çend salan ve dixwest. Lê aliyê Siûdî red dikir û ji Tehranê dixwest ku zextê li hevalbendên xwe bike, bi taybet li Yemenê. Riyadê dixwest mijara Yemenê bibe şerta ber bi lihevkirinan ve. Lê Îranê ji Siûdî re got ew ji ber kesî ve dan û standinan nake. Di encamê de Riyadê dest bi dan û standinên yekser bi van hêzan re kir û deriyê diyalogê bi Ensarullah re vekir.
Murad destnîşan kir ku dê Siûdî neçar bimîne ku lihevkirinê bi Hizbullah a Lubnanê re li ser gelek dosyayan bike, di serî de jî rewşa aborî û darayî. Her kes dizane ku Siûdî nahêle dewletên Kendavê pereyan ji Lubnanê re bişîne ku pirsgirêka xwe çareser bike.
Her wiha Murad got bê guman ev lihevkirina Siûdî û Îranê wê rûbera lîstoka Amerîkayê ya fînansekirina krîzan qels bike. Lê bi sedema rewşên navneteweyî û baweriya Siûdî ku Amerîka li heman siyaseta beriya çend salan venagere, ev lihevkirin pêk hat.
Elî Murad di dawiya gotina xwe de got: “Tiştê ji Erebistana Siûdî re girîng ewlehî ye. Êdî li gel Riyadê bawerî çêbû ku rojavayî garantiya berjewendiyên Siûdiyê pêk naynin. Ji Riyadê dihat xwestin ku berê xwe bide jêdera fikara bingehîn û hewla betalkirina wê ji binî de û ger metirsî ji Îranê hebin, divê diyalogê bike. Riyadê ev yek kir. Bi wê re hemû hincetên ku Amerîka û rojava şantaj li dewletên Kendavê dikir rakirin. Ji lew re xweşbîniyek heye, bi taybet jî navbeynkar Çîn e, siyaset û aboriya wê fireh dibe.”