Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

‘Lihevkirinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ne niştîmanî ne’

Endamê Polîtburoya YNK’ê Arêz Ebdulah bal kişand lihevkirinên di navbera PDK û dewleta tirk û diyar kir ku lihevkirinên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re ne niştîmanî ne

Endamê Polîtburoya Yekitiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Arêz Ebdulah têkildarî rewşa dawî ya başûrê Kurdistanê, bi taybetî piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a ji bo Iraqê û başûrê Kurdistanê ji ajansa ANF’ê re axivî.

Ebdulah bal kişand ser armanca planên Tirkiyeyê ya li ser Şengalê û diyar kir ku mijar tenê Şengal nîn e, ji ber ku hedef tevahiya başûrê Kurdistanê ye û wiha got: “Tirkiye hewl dide zextê li Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku li gorî dil û daxwazên wan kar bikin, yan jî armancên wan pêk bînin. Lê nayê wê wateyê ku ya Tirkiye dixwaze bicih bê. Serdana wan a ji bo Iraq û herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo berjewendiyên wan bi xwe bûn. Lê dema dibêjin ku bi îhtîmala mezin em ê biçin Şengalê, ev karekî hêsan nîn e. Ji ber ku ger Tirkiye bi hêzên leşkerî xwe bigihîne Şengalê, wê demê Tirkiye dê Iraq û Sûriyeyê kontrol dike. Metirsî tenê li ser aliyekî siyasî nîn e ku biçe Şengalê. Ji ber ku metirsî li ser herêma Kurdistanê, Iraq, rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye. Ji ber wê ger planeke pir mezin a navdewletî hebe ku ev yek pêk bê, naxwe ketina Tirkiyeyê ya Şengalê ya bi hêzeke çekdarî ne pêkan e. Bi taybetî feraseta Tirkiyeyê tê zanîn; ger bigihêje Şengalê dê ji wê xetê ve destpê bike û navbera Başûr û Rojava qut bike, her wiha cihê xwe yê li Mûsil û bi taybetî li Telaferê bi hêz bike û bi vê yekê hegemonya û bandora xwe li ser Bexdayê jî çêbike.”

Projeya Tirkiyeyê ya sala 2023’yan

Arêz Ebdulah di dewama axaftinên xwe de qala projeya 2023’an a Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû: “Ev projeya dewleta tirk ku dibêje heta sala 2023’an wê erdnîgarî û nexşeya Tirkiyeyê biguhere. Li ser vê yekê dixebitin. Eger a dibêjin pêk bê, wê demê tê wê wateyê ku tevlikirina parêzgeha Mûsilê li ser Tirkiyeyê pêk tînin. Her wiha herêma Kurdistanê wê bikeve bin kontrola Tirkiyeyê. Gelo wê civaka navdewletî vê yekê qebûl bike? Gelo wê Iraq û Sûriye vê bipejirînin? Ne pêkan e. Gef dixwe, êrîş dike û li hin cihan darbeyan lê dixe, lê bi taybetî piştî guhertina rêveberiya Amerîkayê, ne bawer im ku di dema Trûmp de ji bo Tirkiyeyê dihat qebûlkirin di dema Bîden de jî bê qebûlkirin. Hemû tişt hatine guhertin, siyaset û peywendî hatine guhertin.

Ew projeya Tirkiyeyê ye ya dibêje em ê Mûsilê vegerînin ser nexşeya xwe. Lewre divê kurd bi xwe xwedî proje be, bi awayekî hûr li guhertinên ku hene temaşe bike û baştir li siyasetên navdewletî binêre. Divê hişyar be û pêwîst e nekeve bin xizmeta dewletên ku sûdek wan ji bo gelê kurd nîn e. Divê çi li Bakur, Başûr, Rojhilat û çi jî li Rojava nekeve bin bandora wan. Ji bo herêma Kurdistanê jî bê guman wêrekî û bi hêzbûna hikûmetê ya li hemberî bûyeran girîng e, her wiha ji bo aliyên din ango alî û partiyên siyasî yên kurd jî parastina erdnîgarî û li ber çav girtina rewşa herêmê girîng e. Divê aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî rewşa herêma Kurdistanê li ber çav bigirin.”

Lihevkirinên veşartî yên PDK û dewleta tirk

Her wiha Ebdulah îşaret bi lihevkirinên veşartî yên di navbera PDK û dewleta tirk de kir û ragihand ku ew lihevkirinên heyî ne niştîmanî ne divê PDK naveroka wan aşkera bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pir bi kurtî dikarim bêjim ku heta niha hemahengî, alîkarî û lihevkirin di navbera PDK û Tirkiyeyê de heye. Ew lihevkirinên ku hene ne niştîmanî ne. Ji ber wê em dibînin ku hemû veşartî û bi dizî ne û nizanî bê ka çi derbas dibe. Eger Tirkiye bi hikûmeta herêmê re lihevkirineke çêbike wê demê pêwîst e naveroka wê lihevkirinê aşkera bike, heta lihevkirina li ser petrol û yên din ên aborî jî wisa nin û heta niha nehatine aşkerakirin. Pêwîst e aşkera bikin. Baş an xirab ferq nake, çi bi dilê te be yan nebe divê tu aşkera bikî. Tirkiye wê bi zanebûn dike, naxwaze bi hikumetê re lihevkirinê çêbike. Heta Hikumeta Herêma Kurdistanê jî cidî nagire. Rast e ji bo berjewendiyên xwe têkiliya wî heye, lê eger wê cidî bigirtiba û wek hikumetekê nas bikira, çawa ku li welatên mîna DYE, Fransa, Îran û welatên din nûnertiya hikumetê heye, wê wî jî rê bida ku li Enqereyê jî nûnertiya wê hebe. Heya niha Tirkiye rê nade ku nûnertiya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Enqereyê bê vekirin. Ji ber vê Tirkiye hewl dide ku li ser takekesan û partiyan re danûstandinê bike. Tu carî naxwaze bi dam û dezgehên Herêma Kurdistanê re bide û bistîne. Ji ber ku li gorî wî dam û dezgehên niştîmanî ew in û çavên wî li ser e ku rojekê wan bihelîne û tesfiye bike.” SILÊMANIYE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar