Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lijneyên parlamentoyê bê YNK, Nifşê Nû û Yekgirtû hatin pejirandin

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro carek din civiya. YNK tev li civînê nebû û parlamenterên Nifşê Nû jî ji aliyê seroka parlamentoyê ve hate derxistin. Hemû lijneyên parlamentoyê bêyî YNK, Nifşê Nû û Yekgirtû hatin pejirandin

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bê YNK’ê carek din dîsa civiya. Lê vê carê koma Nifşê Nû ji aliyê seroka parlamentoyê Vala Ferîd ve ji parlamentoyê hate derxistin. Nifşê Nû li ser vê yekê bi daxuyaniyekê çapemeniyê helwesta xwe nîşanda.

Serokê fraksiyona Nifşê Nû Dr. Kazim Faruz jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got: “Me weke koma herî mezin a opozosyonê parastinê li yasa û mafê xelkê kir. Lê ji ber vê yekê me derxistin ji derve. Ev jî planek a YNK û PDK’ê ye. Bi vê yekê dixwazin em çavdêriya wan nekin. Lê em ê çavdêrbin û karên xwe ranewestînin.”

Piştre di civîna ku bê YNK’ê destpêkir û Nifşên Nû ji parlamentoyê hatin derxistin, deng li ser 14 lijneyên parlamentoyê hat kirin. Di encam de bêyî tevlibûna komên Nifşê Nû û YNK’ê hemû lijneyên parlamentoyê hatin pejirandin. Li ser vê Nifşê Nû diyar kir ku li hemberî wan derbe hatiye kirin.

Di civînê de 14 lijneyên parlamentoyê hatin pejirandin, her lijneyek ji 11 endaman pêk tê. Lê di dema dengdanê de YNK ne amade bû û rê nehat dayîn Nifşê Nû jî di parlamentoyê de bimînin. Her wiha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî diyar kir ku wan di dengdanê de dengên xwe ji bo tu lijneyekê bikarneanîne.

Piştî civînê cîgirê serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Îsmaîl Sigêrî daxuyaniyek çapemeniyê da û wiha got: “Carek din li hemberî rêziknameya parlamentoyê binpêkirin hat kirin. Ji bo vê em weke Yekgirtû nerazîbûna xwe nîşan didin. Me weke muxalefetê endamên xwe ji bo lijneyana diyar nekir. Li gorî madeya 28’an a rêziknameya navxweyî a parlamentoyê, divê hemû fraksiyon tev li lijneyên parlamentoyê bibe. Li hemberî vê yekê me dengê xwe ji bo tu lijneyekê bikarneanî.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar