Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ji bo pereyan tehliyeyan asteng dikin’

Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyan asteng dikin û ji bo serê her civînê jî di bin navê “mafê hizûrê” de pereyan distînin. Kurê girtî Sînan Sutpak ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye, Ozgur Sutpak got: “Tu aliyekî hiqûqî ya van biryaran tune ye. Divê em tavilê kesên tehliyeya wan tê taloqkirin bikin rojev.”   

Girtiyê bi navê Sînan Sutpak, li navçeya Curnê Reş ê Rihayê hate binçavkirin û di 3’yê gulana 1993’yan de hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Li gel ku Sutpak înfaza xwe temam kiriye jî bi hinceta “Rewşa wî baş nîne” nayê tehliyekirin. Sutpak, heta niha li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş Elbistanê ma ye. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Yozgatê hate kirin. Ji bo tehliyekirina Sutpak demekî kêm mabû ku ji ber erdhejên Mereşê ji Elbistanê sewqî Yozgatê hate kirin. Dihat payîn ku di 3’yê gulanê de were berdan lê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.

6 girtiyên din ên ku di heman mercan de û înfazên xwe beriya erdhejê di demên cuda temam kirin jî ji Elbistanê tehliye bûn. Di rapora nirxandinê ya lijneyê de bi kurtasî ji bo Sutpak ev îdia tên kirin: “Bi qasî hatiye şopandin li girtîgehê liv û tevgerên wî yên neyînî hene, li gorî qeydên girtîgehê tevnagere, mafên xwe baş bi kar ne anî ye, amade nîne ku tev li jiyana civakê bibe û 19 cezayên wî yên disiplînê yên hatine rakirin hene.”

Nebûye îtîrafkar

Di raporên mulaqat û çavdêriyê de jî ev tişt hatine gotin: “Heke ji girtîgehê derkeve enerjiya wî ya jiyanê kêm e, piştî ketî girtîgehê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye, nebûye îtîrafkar, dev ji fikrên xwe yên tundrew bernedaye, rêxistinê bi awayekî vekirî weke rêxistina terorê nabîne, tu gotinên poşmantiyê negotiye û meyla wî li ser kirina sûcan heye.”

Tehliyeya Sutpak bi hinceta “halxweş nîne” hate taloqkirin. Sutpak jî bi rêya parêzerê xwe li dozgeriyê îtîraz kir. Lê belê ev îtîraz ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Yozgatê ve hate redkirin.

Lijne pereyan dixmaze 

Di demên dawî de înfazên gelek girtiyan bi heman hincetan hatin taloqkirin.  Endamên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ku bi sedemên derhiqûqî tehliyeya girtiyan taloq dikin, di bin navê “Mafê hizûrê” de pereyan digirin. Dema derheqê girtiyekî de gelek caran civiyan, ji bo her civînê pere distînin. Di xala têkildarî mijarê ya di Rêziknameya Rêveberiyên Girtîgehan û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlekariyê de tê gotin ku memûrên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî û Wezreta Tenduristiyê û endamên tev li civîna Lijneya Sekreterya, Rêveberî û Çavdêriyê ya bi serokatiya serokatiya midûrê duyemîn ê girtîgehê, dê di bin navê “mafê hizûrê” de pere jê re were dayîn.

Divê rêxistinên hiqûqê vê mijarê bêhtir bikin rojev’ 

Dema Sutpak hatî girtin, kurê wî Ozgur Sutpak (40) 9 salî bû. Sutpak, bal kişand ser biryarên lijneya çavdêriyê û got ku ev biryar hiqûqî nînin. Sutpak, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Taloqkirina tehliyeya girtiyên zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de, hem ji bo malbatan û hem jî ji bo girtiyan stresê çêdike. Endamên lijneyê di bin navê ‘mafê hizûrê’ de pereyan distînin. Dibe ku ev lijne ji hêla madî ve nêz bibin. Lê divê mirov ji hêla civakî ve li vê mijarê binêre. Divê rêxistinên hiqûqê vê mijarê bêhtir bikin rojev. Divê girtî hîs bikin ku bi tenê nînin. Heke bertekên xurt bên nîşandan dê tiştên erênî çêbibin.”

‘Em ê we li vir nehêlin’ 

Sutçu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “6 girtiyên rewşa wan mîna ya bavê min û li Elbistanê diman, hatin berdan. Piştî erdhejê bavê min şandin Yozgatê. Diviya di 3’yê gulanê de bihata berdan. Lê bi biryara lijneyê înfaza wî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Û îdiayên weke ‘dema ji girtîgehê derket dê nekarî adapteyî jiyana civakê bibe û guman hene ku dema derket têkiliya xwe ya bi PKK’ê re bidomîne’ weke hincet nîşan dan. Lijneyê ne bi fermî-nivîskî lê bi devkî ji bavê min re gotine ‘Em ê we li vir nehêlin.’ Bavê min û girtiyên din dizanin dê were taloqkirin. Gelek girtî hene ku divê ev salek bû bihatina berdan.”

Biryarên keyfî tên dayîn’

Herî dawî jî Sutpak ev tişt anî ziman: “Bavê min dê di 3’yê tîrmehê de dîsa derkeve pêşberî lijneyê. Me 30 sal berê qet texmîn nedikir ku dê ev ceza were temamkirin. Anku hêviya me tune bû. Lê 30 sal piştre bo me bû hêvî. Lê niha vê hêviyê dişikînin. Ev nêzikatiyên dewletê baweriya me ya bi hiqûqê qels dikin. Li hinek girtîgehan tehliye çêdibin û li hinekan jî çênabin. Heman qanûn li girtîgehan cuda dikevin meriyetê. Heke li Elbistanê bûya, îxtîmalekî mezin bavê min niha li derve bûya. Tu aliyekî hiqûqî ya van biryaran tune ye. Divê em tavilê kesên tehliyeya wan tê taloqkirin bikin rojev.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar