Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020’an de hatine çapkirin

Malpera Diyarnameyê îsal jî lîsteya pirtûkên kurmancî û kirmanckî hatine weşandin wek lîsteyekê amade kir. Li gorî lîsteyê îsal helbest, roman, çîrok, pirtûkên zarokan, ferheng, ziman, dîrok, lêkolîn, folklor û mijarên din jî di nav de 268 pirtûk hatine çapkirin

Navenda Nûçeyan

Malpera Diyarnamê wek her sal îsal jî lîsteya pirtûkên kurdî yên di sala 2020’an de hatine çapkirin amade kir.

Îsal zêdetir pirtûk hatine çapkirin

Li gorî nûçeya Cemîl Ogûz ê ji Diyarnameyê; Ji îstatîstîka Diyarnameyê xuya ye ku di sala 2020’an de li gor 2019’an zêdetir pirtûk hatine çapkirin. 2019’an de 252 pirtûk hatibûn çapkirin. Di sala 2020’an de bi qasî ku malperê xwe gihandiye îstatîstîkan, 268 pirtûk hatine çapkirin. Malper diyar kiriye ku helbet kêmasiyên lîsteyê dê hebin ku îhtîmal e sedî 5 be ev kêmasî, lê heta jê hatiye lîste têkûz kiriye.

 73 pirtûkên helbestan hatin çapkirin

Kevneşopiya ku her sal zêdetir helbest têne weşandin didome. 2019’an de 67 helbest hatibûn weşandin îsal 73 heb hatine weşandin. Dûre roman bi 49 heban di rêza duyemîn, çîrok bi 36 heban di rêza sûyemîn de cih girtiye.

25 weşanxane di lîsteyê de cîh girtin

Îsal 25 weşanxane di nav lîsteyê de cih girtine û di nav wan de weşanxaneyên herî zêde pirtûk çap kirine jî diyar bûn. Îsal dîsa Weşanxaneya J&J herî zêde pirtûk çap kirine. J&J bi 41 pirtûkan di rêza yekemîn, Wexanxaneya Lîs bi 35 pirtûkan li dû wê tê û di rêza sêyemîn de Weşanxaneya Avesta bi 30 pirtûkî ketiye rêzê.

Weqfa Mezopotamya û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku nava salên gelek xebatên çandî kirin lê di warê pirtûkan de sist man û ji yekê yek pirtûk, yekê du pirtûk derxistine.

Weşanxaneya Morî ku tenê pirtûkên zarokan diweşîne îsal jî ev kevneşopî domandiye. Weşanxaeya Wardozê ku pirtûkên folklorê çap dike îsal ji bilî yekê dîsa pirtûkên wan hemû li ser folklorê ne.

Pirtûkên kurmanckî

Weşanên Roşna û Vate du weşanxane ne ku bi kirmanckî (zazakî) weşana xwe didomînin. Ji bilî wan weşanxaneyên din yek bi yek kirmanckî çap dikin. Îsal kirmanckî ji par kêmtir hatine çapkirin. Vateyê 9 pirtûk çap kirine, Roşnayê 2 pirtûk çap kirine. Her wiha Peywendê jî 2 heb bi kirmanckî pirtûk çap kirine. Bi vê hejmara pirtûkên kirmanckî tê dor sedî 5’ê hemû lîstiyê.

 Hîlmî Akyol 11 pirtûk derxist

Di beşa nivîskarên herî zêde pirtûk çap kirine de îsal jî berhevkar Hîlmî Akyol heye. Akyol ku ev 30-40 sal in xebatên xwe yên berhevkariyê kiriye, her sal wan parçe bi parçe diweşîne. Îsal bi 11 pirtûkên berhevkariyê di nav lîsteyê de cih girtiye. Piştî Akyol, nivîskar û berhevkar Mehmet Oncu bi 5 pirtûkan tê. Oncu 4 cild pirtûkên “Gotinên Pêşiyan” ji Weşanên Sîtavê weşand û ji bilî vê pirtûkek jî bi navê “Di Gotinên Pêşiyên Kurdan de Jin”  (Weşanên Sîtav) weşand.

Diyarnameyê pirtûkên zarokan ku bi taybetî di wan de tenê çîrokek heye lê dîsa jî her yek wekî pirtûkek hesab kiriye. Bi vî awayî Yasemîn Elban derketiye pêş ku 5 pirtûkên wê yên çîrokên zarokan (Weşanên Morî) derketine.

Weşanxaneya Lîs 5 pirtûkên helbestan ên Casimê Celîl weşandine

Di warê weşandina 4 pirtûkan de 4 kes ketine nav lîsteyê: Helbestvan Osman Mehmed yek jê pirtûka xwe ya helbestan 3 jê werger, 4 pirtûkên helbestan di nav lîsteyê de. Abdurahman Bakir bi du werger, yek ziman, yek helbest bi 4 pirtûkan (Weşanên Ar) cih girtiye. Her wiha nivîskar Alî Çîçek jî bi 4 pirtûkan, yek helbest, yek çîrok û du jî berhevkarî (Weşanên Vate) cih girtiye û 4 romanên nivîskar Bavê Nazê jî ji Weşanên Lîsê der çûne. Nivîskar Çetîn Lodî bi du helbest, yek jê roman bi 3 pirtûkan (Weşanên Na) di vê beşê di cih girtiye.

Her wiha sê pirtûkên bi navê “Dîroka Navdarên Kurd” ku M. Reşîd Irgat-Îsmet Kiliçarslan wergera wan kiriye di Nûbiharê derketine.

Dîsa Mehmet Saît Arzû bi sê pirtûkên helbestan (J&J) û Mustafa Borak bi 3 pirtûkên çîrokên biwêjan (J&J) ketiye nava nivîskarên zêde pirtûk çap kirine.

Pirtûkên ziman û ferheng

Îsal nêzî 10 ferheng û nêzî 10 pirtûkên cur bi cur di nav lîsteyê de hene. Pirtûkên li ser dîrokê, folklor, biyografî, erdnîgarî, dînî jî di nav lîsteyê de hene.

Lîsteya pirtûkên bi kurdî yên sala 2020’an ji aliyê Diyarnemeyê ve hatine amadekirin wiha ye:

AR:

1- Neviyê Aştiyago Gaumada/ Fêrgîn Melîk Aykoç / Roman

2- Keça Serpel / A. Sergeyevîç Pûşkîn / Werger Abdurahman Bakir / Roman

3- Dergûşa Jînê Mirinê Dilorîne / Zîwer Hetman / Helbest

4- Rê Heyvanê Her Tiştî ye / Mehmûd Badilî / Helbest

5- Birca Belek / Bahadîn Robar/ Helbest

6- Wêneyin Ji Paxila Avê / Mehmûd Badilî / Helbest

7- Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava / Cano Şakir / Antolojî

8- Paşila Şevan / Xizan Şîlan / Helbest

9- Dilop / Abdurahman Bakir / Helbest

10- Xerîbistan / Seyfedînê Welekorî / Helbest

11- Biharistan / Seyfedînê Welekorî / Helbest

12- Jiyana Hevpar / Qadirê Tizyanî / Helbest

13- Dil û Evîn / Nusrettîn Getiren / Helbest

14- Sivdera Şewatê / Mehmûd Badilî / Çîrok

15- Amok / Stefan Zweig / Werger Abdurahman Bakir / Çîrok

16- Jiyan / Abdullah Ongullu / Çîrok

17- Xweşmêr / Yusuf Bilgiç / Çîrok

18- Ferhenga Wergerê-Îngilîzî û Kurdî / Hasan Aslan / Ferheng

19- Zimanê Kurdî & Kurtçe Dîl / Yusuf Budak / Ziman

20- Rêzimana Kurmancî / Abdurahman Bakir / Ziman

21- Bixwînin û Binivîsin / Mewlût Aykoç / Ziman

22- Şahmaran / Alî Husein Kerim / Ceribandin

23- Jiyana Civakî / Fêrgîn Melîk Aykoç / Lêkolîn

24- Periyên Wêjeyê, Edebiyata Jinên Kurdên Rojava / Fener Rojbiyanî / Antolojî

25- Serpêhatiyên Aqub / Abdurrazak Ekîncî / Bîranîn

ARYEN

1- Dilopek ji Ava Jîne / Rizgar Turhan / Roman

2 – Rêwingî / Mahmut Yamalak / Roman

3 – Temenên Li Ber Bahozê / A. Hekîm Kozluk / Roman

4 – Dizên Nasnameyan / A. Latîf Karaaslanli / Roman

5-  Ra hanorya / Rafel Akgun Tespo / Helbest

6 – Avahiya Kevirî û Ên Din / Asli Erdogan / Werger erd Agron / Çîrok

AVA:

1- Beybûn Xatûn / Nûredîn Goyî Roman

2- Dilsîda / Mahîr Bagok / Helbest

3- Kezî / Fatêxan Taşli Tûnç / Helbest

4- Qijalk û Rêvî / Mahmut Taşli / Çîrok

AVESTA:

1- Derza Dilê Min / Firat Cewerî / Roman

2- Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde / Robert Louis Stevenson / Wergera ji îngilîzî: Ciwanmerd Kulek / Roman

3- Merivên Reben /  Dostoyevskî / Werger: Hesenê Metê / Roman

4- Berfîn, Çîrokên Welatê Çiya / Cemîl Tûran Bazîdî / Werger: Omer Dewran / Roman

5- Siwarekî Bênîştiman / Osman Mehmed / Helbest

6- Haiku / Berken Bereh / Helbest

7- Xunçeyên Heyamê / Rizgar Elegez / Helbest

8- Kirasê Min Bibore / Fatime Ferhadî / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest

9- Beytikên Nifiran / Nûroj Mûnzûr / Helbest

10- Dinivîsim Yûsif / Hêro Kurde / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest

11- Yazdehok / Gewher Fetah / Helbest

12- Tarantîno, babê min û ez / Şehmus Kurt / Helbest

13- Gullepeyv / Şalaw Hebîbe / Ji soranî: Osman Mehmed / Helbest

14- Bîst Salê Din / Sehîdê Îbo / Amadekarî û Tîpguhêzî: Mehmet Yildirimçakar / Helbest

15-Ew ne ez bûm / Şêxo Fîlîk / Çîrok

16- Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê / Şener Ozmen / Çîrok

17- Sindoqa Girtî / Lorîn S. Dogan / Çîrok

18- Stêrka Piçûk / Heşt Çîrok bo Gêncan / Murad Dildar / Çîrok

19- Kitêba Salê / Hesenê Metê / Çîrok

20- Birca Bêdengiyê  / Yavuz Ekinci / Ji tirkî: Suleyman Akkuş / Çîrok

21- Kurdên Merwanî,  Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de  / Ahmet Seyari / Lêkolîn

22- Name ji Q.Kurdo, N.Zaza, R.Bedirxan, H.Qazî, S.Botanî, W.Eşo, A.Arî, Y.Kaya, Bro Omerî, M.Uzun, R.Raşa, C.Bender û K.Muştakhan bo Firat Cewerî / Name

23- Nameyek ji  Hindûyekî re, Bindestiya Hindistanê – Sedem û Çareya wê/  Nameyên Tolstoy û Gandhi /

24-Leo Tolstoy / Wergera ji ingilîzî: Fahriye Adsay / Name

25- Sûret ul-Erd / Ibn Hewqel (Kurd di kitêba cografyayê ya Ibn Hewqel de) / Amadekar û wergera ji erebî: Emîn Narozî  / Cografya

26-Dîroka Erdelanê / Mestûreya Kurdistanî (Mah Şeref Xanim Erdelanî), Hoz, Tîre û Tayfeyên Kurd li Kurdistana Erdelanê / Kurmanciya wê: Ziya Avci / (Dîrok)

27- FERHENG (Kurdî-Tirkî / Tirkî-Kurdî) SOZLUK (Kurtçe-Turkçe / Turkçe-Kurtçe) / Nasir Kemaloglu / Ferheng

28-Kitab-u Ehmediye / Luxetnamey Ehmedî  / Vekolîn û Edisyon-Krîtîk: Zeydin Gullu  / Ferheng

29- Bhagavad Gîta, Stranên Xwedê / Werger: Hasan Huseyin Ozturk / Folklor

30- Tefsîra Quranê  / Kamiran Alî Bedirxan

31- Rêzimana Zazakî ya Devoka Gimgimê  / İbrahim Bingol / Lêkolîn

AZAD:

1- Teorîya Hînkirina Kurdî-Kurmancî / Resul Geyit / Ziman

BELKÎ:

1- Berxvan / Ûsivê Beko / Klasîk

2- Berfwerîn, Rênas Jiyan, Helbest

3- Bêyî Pêjna Te, Rizoyê Xerzî, Helbest

4- Bahoza Hestên Bedew, Isabella Bêrîvan Celalî, Helbest

5- Hemû Berhemên Wî/ M. E. Botî/ Kurteçîrok-Helbest

DARA:

1- Hesar û kûçikên Bavê Min / Şêrzad Hesen / Roman

2- Bîn Hemîd û Blanca/ François Rene de Chateaubriand / Mehmed Emin Hêvidar / Roman

3- Kewên Bêbext / Azad Penaber / Helbest

4- Sews / Necat Zivingî / Helbest

5- Baxê Îrem / Tehsîn Îbrahîm Doskî/ Helbest-klasîk

6- Dîwana Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî / Şêx Ebdurrehmanê Aqtebî / Helbest-klasîkşiir

7- Rojnivîska Xecê 1: Xecê Li Dû Ehmedê Xanî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan

8- Rojnivîska Xecê 2: Xecê Li Dû Dewrêşê Evdî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan

9- Rojnivîska Xecê 3: Xecê Li Dû Celadet Bedirxan e / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan

10- Rojnivîska Xecê 4: Xecê Li dû Mestûre Xanima Erdelanî ye / Yasemin Elban / Çîrokên Zarokan

11- Rojnivîska Xecê 5: Xecê Li dû Evdalê Zeynikê ye / Yasemin Elban /  Çîrokên Zarokan

12- Kîtab’ul-Kufrî We’l-Kebaîr (Kifirname û Gunehname) / Şêx Fethillah’ê Werqanisî / Folklor

13- Cemîyeta Hêvî ya Telabeyê Kurdan û ROJÎ KURD /  Seid Veroj / Lêkolîn

14- Ferhenga Kurdî Îspanyolî – Îspanyolî Kurdî / Amadekar Remzi Pamukçu / Ferheng

ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:

1-Hînker, Soranî / Dr. Hewa S. Khalid / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

J&J:

1- Awaza Taya Mirinê / Nûredîn Huseynî / Roman

2- Berfa Sor / Veysi Ulgen / Roman

3- Efsûna Awaza Zîlan / Yucel Balyecî / Roman

4- Mamosteya Gundê Nû / Haci Akçakaya / Roman

5- Nasîn / Yucel Balyecî / Roman

6- Tofana Bayê Reş / Salihê Mewalî / Roman

7- Aşop / Hecî Nehsan / Helbest

8- Awazên Evînê / Mihemedê Seyîd Husên / Helbest

9- Axîn /Hutî Aslan / Helbest

10- Azadî Şoreş Yekta / Helbest

11- Hestên Evînê / Seydayê Dilxwîn / Helbest

12- Hestên Şermok / Merwan Şîro / Helbest

13- Gernijîna Rokê / Mihemedê Seyîd Husên / Helbest

14- Bîra Helbestê-1 | Robozik / Mehmet Saît Arzû /Helbest-Antolojî

15- Bîra Helbestê-2 | Helebçe / Mehmet Saît Arzû / Helbest-Antolojî

16- Bîra Helbestê-3 | Şingal / Mehmet Saît Arzû / Helbest-Antolojî

17- Kula Dil / Pîrhat Amed / Helbest

18- Pêla Evînê / Mulkiye Tekin / Helbest

19- Xunava Awiran / Zozan Gulan/ Helbest

20- Mîrê Evînê / Yalçin Sarilmaz / Çîrok

21- Bizava Hozan û Bîrlêkirina Ziman- Mihemedê Seyîd Husên / Pexşan

22- Çîrokên Biwêjan – 4 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin

23- Çîrokên Biwêjan – 5 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin

24- Çîrokên Biwêjan – 6 / Mustafa Borak / Lêkolîn-Zargotin

25- Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan -3 / Hîlmî Akyol /Zargotin

26- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -22 / Hîlmî Akyol / Zargotin

27- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -23 / Hîlmî Akyol / Zargotin

28- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -24 / Hîlmî Akyol / Zargotin

29- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -25 / Hîlmî Akyol / Zargotin

30- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -26 / Hîlmî Akyol / Zargotin

31- Gotinên Pêşiyan û Nifrên Kurdan / Occo Mahabad / Ferheng – Zargotin

32- Heft Guhertoyên Sêva Hecî / Hîlmî Akyol / Zargotin

33- Heft Guhertuyên Mem û Zînê / Hîlmî Akyol / Zargotin

34- Heşt Guhertoyên Binevşa Narîn / Hîlmî Akyol / Zargotin

35- Jin Jiyan e -1 / Hîlmî Akyol / Zargotin

36- Jin Jiyan e -3 / Hîlmî Akyol / Zargotin

37- Welat Botan e / Nurettin Vural & Mustafayê Botî / Zargotin-Dengbêjî

38- Komeleya Pêşketina Jinên Kurd / Kerem Serhatli / Lêkolîn

39- Berawirdkirina lêkerên Biwejî û Bidaçek di kurdî û îngilîzî de / İbrahim Çapar / Lêkolîn – Ziman

40- Şirûsa Pênûsê-Wêjenivîsên Hilbijartî / Mihemedê Seyîd Husên /  Pexşan

41- Zarokên Destmalfiroş / Mehmet Yoldaş / Bîranîn-Serpêhatî berê hatiye çapkiri

LÎS:

1- Kurmancêd Elegezê / Ereb Şemo / Roman

2-Merivê Bê Derd / Eskerê Boyîk / Roman

3- Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin / Îrfan Amîda / Roman

4- Qijalk / Fewzî Bîlge/ Roman

5- Ezemşêr / Îhsan Çolemerikli / Roman

6- Momê / Îhsan Çolemerikli / Roman

7- Ezda / Rengîn Kardelen / Roman

8- Şikefta Fîlozofîyê / Leyla Atabay / Roman

9- Hawara Nebihîstî / Bavê Nazê /  Roman

10- Hêsrên Gotina Bê Gotin / Bavê Nazê / Roman

11- Xewna Bi Hêvî / Bavê Nazê / Roman

12- Pêlavên Dirîyayî / Ezîzê  Gerdenzerî /  Roman

13- Stockholmê Te Çi Dîtîye Bêje / Bavê Nazê / Roman

14- Le Hekarî Demsalek / Ferit Edgu /  Wergera ji tirkî Nejdet Kaya / Roman

15- Demsalek Li Hekarîyê / Ferît Edgu / Wergera ji tirkî Brahîm Ronîzêr / Roman

16- Di Keştîyê De / Ferit Edgu /  Wergera ji tirkî Brahîm Ronîzêr / Roman

17- Ufuk- Aso (du zimanî) Fatma Kol / Wergera kurdî Yaqob Tilermenî / Roman

18- Kilamên Çîya / Casimê Celil / Helbest

19- Oda Kurda / Casimê Celil / Helbest

20- Kurdê Bengî / Casimê Celil / Helbest

21- Kofîya Dêya Min / Casimê Celil / Helbest

22- Rojê Min / Casimê Celil / Helbest

23- Kulîlkên Mala  Mirîyan / Mine Acer / Helbest

24- Nalîna Dil / Leylana Sidîq / Helbest

25- Parîyê Berdemayî / Wezîrê Eşo/ Çîrok

26- Ma Tiştek Bi Şengalê Hatiye? /Ronî Stêrk / Çîrok

27- Bawermendîyên Kurdên Ezdî / Emînê Evdal / Lêkolîn

28- Şahidekî Komkujîya Gelîyê Zîlan Tahir Nas/ Nîhat Gultekîn / Bîranîn – Lêkolîn

29- Şakiro Gula Ber Cefayê / Zerduşt Ozturk / Lêkolîn

30- Melayê Cizîrî Hinek Derbarê Jîyan Û Berhemên Wî De / Îzedîn  Mistefa Resûl / Lêkolîn

31- Min Çi Dîtin / Ehmed Xwacê / Dîrok

32- Komara Demokratîk A Kurdistanê Mahabad / Kerîm Husamî / Dîrok

33- Dengê Kal Û Bavên Me / Ahmedê Gogê / Ceribandin

34- Ferhenga Têgehên Felsefî-Ferheng/ Edîtor Mehmet Nesim Doru / Ferheng

35- Heleqetîyêd Pismamtîyê Di Nav Kurdan De / Emînê Evdal /  Folklor

LORYA:

1- Zimanê Me / Mustafa Acar / Helbest

2- Fiqha Şafi’î / Nesim Sonmez / Îlmîhala Şafiî

3- Kurd Bajar Bajarîbûn / Kordînator Nimetullah Atal/ Gotarên Sempozyûmê

4- Şahê Neqşebend (Alfabeya Latînî / Farûq Şemrexî/ Tasavvuf

MORÎ:

1- Warê Leglegan / Îsmaîl Dîndar / Romana Nûciwanan

2- Teyrê Keskesorê / Xecê Rêdûr / Çîrok

3- Dara Pîroz / Berfîn Ayşe Ogut / Çîrok

4- Çîrokên Andersen / H.C. Andersen / Wergera ji danîmarkî Nesrîn Rojkan / Çîrok

5- Şêr û Rovî / Berhevkar Rûken Çaliştiran / Çîroka gelêrî

6- Behsê Besa / Berhevkar Onder Kilin / Çîroka gelêrî

7- Pîrê û Rovî / Berhevkar Eskerê BOYÎK/ Çîroka Gelîrî

8- Mîrmorîk / Berhevkar Eskerê BOYÎK / Çîroka Gelêrî

9- Mîrze Miheme / Berhevkar Mehmet POLAT / Çîroka Gelêrî

NA:

1- Rêwiyê demên windayî / Ramazan Kavak / Roman

2- Evîn û mirin / Çetin Lodî Roman

3- Çavên şevînî – Çetin Lodî / Helbest

4- Şîva miriya / Çetin Lodî / Helbest

5- Dengê pepûkê / Ulku Bîngol / Helbest

6- Helbestên Tenyayê / Azad Berxwedan / Helbest

7- Sohrab sepehrî – hemû helbest / Sohrab Sepehri / Wergera ji farisî Muhsîn Ozdemîr / Helbest

8- Nivîsarên farsiya kevin yên dariyus  -1 / Werger û amadekirin Beyhani Şahin / Lêkolîn

9- Polîfonîk ji stranên kurdî yên gelêrî / Rohat Cebe / Muzîk

10- Bêjenasiya Zmanê Kurdî Ya Dîrokî / Beyhani Şahin/ Lêkolîn-Bêjenasî

11- Navên Kurdî / Hemê Bozan Qarageçîli / Zargotin

NÛBIHAR:

1- Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê / M. Seîd Temel / Roman

2- Sûc û Ceza /Fyodor Mihaylovîç Dostoyevskî / Werger Medenî Ogut / Roman

3- Deriyê Dil -Guldesteyek ji Şiîra Almanî / Amadekar Dr. Abdullah İncekan / Antolojî

4- Gulcivîn / Dîwana Mela Sîraceddînê Xelîlî / Metn û Lêkolîn: Nezir Gumuş/ Helbest

5- Zimanşûjin / Abdurrahman Benek / Çîrok

6- Şîva Miriyan / Evdirehman Elçek / Çîrok

7- Ejderhayê Tirsonek / Çetoyê Zêdo / Çîroka Zarokan

8- Gurê Kubar / Çetoyê Zêdo / Çîroka Zarokan

9- Di Arşîvên Rûsyayê de Mistefa Barzanî (1945-1958) / D. Efrasiyaw Hewramî / Ji Soranî: Ziya Avci /Lêkolîn

10- -Dîroka Navdarên Kurd-Arif, Alim, Edîb û Şair, Cîlda 1’em/Baba Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî

11- Dîroka Navdarên Kurd -Arif, Alim, Edîb û Şair, Cîlda 2’yemîn /Baba Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî

12-Dîroka Navdarên Kurd – Mîrek û Xanedan, Cîlda 3’yemîn/Baba Merdoxê Rûhanî-Amadekar: Macid Merdoxê Rûhanî-Werger: M. Reşîd Irgat-Îsmet Kılıçarslan/Biyografî

13- Payîza Mezinan / Abdurrahman Benek / Biyografî

14- Rojnivîska Mela Mihemedê Zîlanî / Maciriya Hemîdiyekî (191515-1918) / Sedat Ulugana / Bîranîn

15- Hêliya Heqîqetê Xatireyên Heyatê / Mela Husnî Hezîn / Bîranîn

16- Roniya Çava Heyata Hezretî Mustafa  / Mehmed Masum Berwarî / Dînî

17- Tarîxa Pêxemberan Ebdulwehhab en-Neccar / Werger Mela Teyyib Bazîdî / Dînî

18-Tuhfetul-Muslimîn-Xelata Muslimanan / Şêx Hesenê Şêx Yasîn (Hasan Sola) / Dînî

19- Mem û Zîna Hewramî / Cumhur Olmez & Shahab Vali / Destan

RÛPEL:

1- Gotarên Redasîyona Kurdî, Cîlda 2’yem / Gotarên Le Monde Diplomatique

PAYÎZ:

1- Spîroj / Nûdem Hezex / Roman

2- Pêxemberê Jibîrçûyî Manî / Kamran Simo Hedilî / Roman

3- Êşname. Kadîr Çelîk. Helbest

4- Werzeba. Leyla Saraç. Helbest

5- Şerma Mêşê. Mehmet Çakmak. Çîrok

6- Dîroka Kurdên Xalxalê. Şoreş Reşî. Lêkolîn

PEYWEND:

1- Ti Tewrê Payîza Şîya / Îrfan Akdag / Roman

2- Xeyalên Kehrebayî / M. Zahîr Ertekîn / Helbest

3- Sirru’l Mehşer / Feqe Reşîd / Dr. Ahmet Gemi, M. Nezif Katilmiş / Helbest-Klasî

4- Mergê Rengî & Raywan / Sohrab Sepehrî / Wergêr Newzad Valêrî / Helbest

5- Destpêka Romana Kurdî / M.Zahîr Ertekîn, M. Yildirim Çakar / Lêkolînên kurdî

6- Edebiyatê Zazakî / Îlyas Akman / Lêkolîn

ROŞNA:

1- Xezala Koyê Bîngolî / Wusênê Gestemerde / Weşanxaneyê Roşna / Helbest

2- Serketina Kewan / Roşan Lezgîn / Weşanxaneya Roşna / Çîrok

 SEMSÛR:

1-Rojên Şêlî / Mehmet Akar / Çîrok-Bîranîn

 SÎTAV:

1- Bêmiraz / Abdullah Yavuz / Roman

2- Çerxa Xedar / Yaşar Eroglu / Roman

3- Warê Nû  /Yusuf Kaynak / Roman

4- Rev / Silêman Feqiyanî / Roman

5- Ehmedê Hekariyan / Silêman Feqiyanî / Roman

6- Evînîstan  / Evîndar Kurdistan / Helbest

7- Ronya / Dildar Welat / Helbest

8- Şevbar / Xembar Farqin / Helbest

9- Şevên Reynê / Yusuf Nantik / Helbest

10- Derdename (Dîwan) / Halît Ayçîçek / Helbest

11- Dîna Evînê / Delal Ay / Helbest

12- Êş Landika Jînê ye / Husyeîn Guçlu / Çîrok

13- Rêvîngîya Çavşînê / Mehmet Gur / Çîrok

14- Cinawira Gola Wanê / Berfa Servîn / Çîrok

15- Ferhenga Kurmancî / Mela Seîdê Nivîlî / Ferheng

16- Ferhenga Îngîlîz – Kurdî / Musa altun / Ferheng

17- Di Gotinên Pêşîyên Kurdan de Jin / Mehmet Oncu / Folklor-Gotinên Pêşîyan

18- Gotinên Pêşiyan Cild 1/ Mehmet Oncu / Folklor

19- Gotinên Pêşiyan Cild 2 / Mehmet Oncu / Folklor

20- Gotinên Pêşiyan Cild 3 / Mehmet Oncu / Folklor

21- Gotinên Pêşiyan Cild 4 / Mehmet Oncu / Folklor

22- Diroka Kurdan a Kevnar  / Ako Mıhemed Mirzadeyî – Dîrok

23- Dîroka Erdelanê / Mestûre Kurdistanî  / Dîrok

24- Li Herêma Doskîyan Çend Deqên Wêjeyî -Kerem Engîn / Wêje-Lêkolîn

25- Pelên Zer Pêlên Har / abdurrahman Benek / Bîyografya

26- Heyvıka Feyizdar  / Salih Ozdemir / Cerebe

 SOR:

1- Elbakof / Suat Baran / Helbest

 VATE:

1-Bêrîyê Birîsimênî -Komşîîrî-, J. Îhsan Espar, Şîîr

2- Menevsî / Bedrîye Topaç / Hîkaye

3- Xof / Alî Aydin Çîçek / Hîkaye

4-Dewrês (Estanikanê Erzinganî ra) / Arêkerdox Alî Aydin Çîçek / Folklor

5-Pepuk / Alî Aydin Çîçek/ Folklor

6- Deyîranê Qerebegan û Sîwanî Ser o / Arêkerdox: Îdrîs Yazar / Folklor

7- Zazakî û M. Malmîsanijî ser o Makaleyî / Ahmet Kirkan / Makale

8- Yazinsal Varoluştan Akademik Literature Kirmancca (Zazaca) M. Malmîsanij’a Armagan /Tirkî û Kirmanckî ameyo nuştene /  Nuşteyî

9- Veng û Hesreta Herdê Dewrêşî (Nuşteyê Weçîniteyî) / Munzur Çem / Nuşteyî

 WARDOZ:

1-13 Rûpelên Balkêş Ji dîroka Gelê Kurd / Celîlê Celîl / Dîrok

2- Zilfiye Xanim / Berhevkar Mehpûs Serhedî / Folklor-Xeberox

3- Tivinga Kurdan a Ya Çillûle / Berhevkar Nîhat Oner / Folklor-Mesele-Pêkenok

4- Sêva Sêling / Berhevkar Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl / Folklor-Xeberoşk-Çîrok

5- Memê Alan / Berhevkar Yûsif Hêşetî / Folklor-Destan-Çîrok-Xeberoşk

6- Gotinên Pêşiyan ji Xorasanê / Berhevkar Gulê Şadkam / Folklor

7- Dewrêşê Evdî / Berhevkar Ordîxanê Celîl / Folklor-Destan

8- Lîstikên Gundê Tizyanê / Berhevkar Mem Mukriyanî / Folklor-Lîstik

WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ:

1- Erdnîgarîya Kurdistanê I: AGIRÎ / Abdurrahman Onen / Dîrok

 WEQFA MEZOPOTAMYA:

1-Duzimanî Zarok û Perwerdehî / Cemil Guneş / Ziman

2-Kêşana Karên Kurdî / Mela Mehmûdê Bazîdîyî / Latînîzekirin û amadekirin: Mîkaîl Bulbul, Mustafa Ozturk

Ji malperê çend têbinî jî wiha ne:

1- Pirtûkên ku li Bakurê KurdistanAê û li Tirkiyê tenê bi tîpên latînî çapbûne ketine nav vê lîsteyê.

2- Tenê pirtûkên ku li vir çapa wan a yekemîn hatiye kirin cih girtine

3- Ger hebe kêmasiya lîsteyê sedî 5 e. Ger kêmasî yan şaşî hebin û weşanxane haya me pê bixin emê rast bikin.

4- Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirine

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar