Lîsteya karkerên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi torpîl girtine kar derket holê. Li gorî nûçeya Tîgrîs Haberê di meha kanûna 2020’î de kesên bi sozdanî girtine kar bi torpîlî pêk hatiye û ev kesên girtine kar xizm û nasên burokratên li bajêr in.
Di nav kesên wek karmendên sozdanî girtine kar de xwişka Midurê Bajarvaniyê yê Amedê Ûfûk Nûrûllah Bîlgîn, Ummu Gulsum Bîlgîn, hevjîna Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketina Karacadagê Hasan Maral, Sevil Soysal Maral, hevjîna Midurê Çapemeniya Walî û Şaredariyê Ramazan Kizilkaya, Nazli Hilal Kizilkaya jî hene. Hat zanîn ku li gel van kesan gelek kesên din jî girtine kar. AMED