Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Lîstika Îstiklal û êrîşên ser rojava û başurê Kurdistanê!

Dewleta tirk a dagirker bi taybet piştî fîyaskoya rizgarkirina leşkerên xwe yên ku çend sal bûn di destê gerîlayan de ku bi operasyona li ser Garê re xwest vê binkeftiyê bi rengeke din vegerîne serketinê. Di vê çarçoveyê de 14’ê nîsana îsal ewilê bi bomberdûmanan û piştre jî bi bejahî dest bi êrîşeke mezin kir.

Li aliyê din ji bo li rojavayê Kurdistanê jî dest bi êrîşan bike, di serî de berê xwe da Amarîka. Erdogan ê piştî tiştek ji Amarîka li gorî dilê wî dixwaze negirt, vê carê jî berê xwe da Rûsya û Îranê. Di civînên Astana û Soçî yên ku heta niha tu encam bi dest nexistî, gotin di cih de be Erdogan ji bo êrîş bike, lava û tika ji Pûtîn û Xumeynî kir ku destûrê bide êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Erdogan çi kir nekir, nikarî bi rengekî ku dixwaze destûra êrîşeke ser Rojava bigire. Ergodan ê ji her alî ve dest vala ma, vê carê wê serî li rêbazên berê daba. Çawa ku berê serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirk MÎT’ê Hakan Fîdan ji bo êrîşî Rojava bike, gotibû ‘pêwîst bike em çend kesan bişînin aliyê din, çend hewanan bavêje’. Vê carê jî bi lîstikek nû ku seneryo serokê MÎT’ê Hakan Fîdan derhêner serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û aktorê jî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû sê kesî bû.

Cihê ku lîstik bê kirin jî vê carê Qada Îstiklalê ya Stenbolê bû. Hemû amadekarî hatibû kirin, qad ji mirovan tije bû, her kesek ji bo jiyana xwe ya rojane li ser kar û barê xwe bû, carekê teqînek rû da. Di vê teqînê de 6 welatî hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn.

A balkêş Qada Îstiklalê ku ji her alî ve tê parastin û ji polîs û tîmên taybet ên sivîl bigire tim tê çavdêrîkirin her tevgerek bi guman di cih de tê mudaxelekirin. Çawa dibe di rewşeke wiha de kesek bê bombeyek amadekirî li Qada Îstiklalê bê danîn û piştre biçe. Soylû ku ewqas pesnê MÎT’ê û karê îstixbarata xwe dide, çawa dibe ku tiştek wiha derbas kiribe. Dîsa hê birîndar û cenazeyên qurbaniyan li erdê bûn, berdewama seneryoyê bi operasyoneke werimandî wêneyek servîs kirin qaşo bikarê vê kiryarê ye û hatiye desteserkirin. Soylû li ser vê mijarê pir daxuyanî dan û her daxuyanî ji ya din cuda û nakok, hev nedigirt. Car got, ev kes ji Kobanê hatiye endamê YPG/PKK’ê ye, car got, 4 mehe hatî, wê derbasî Yewnanistan bibe.

Cîranên kesa ku hatî girtin, diyar kir ku ev jin saleke li wir dijî, ne 4 mehe hatî. Her wiha ji profîla wê jinê der ket ku ev kes alîgirê OSO ye. Tevî vê jî sê kesî (Fîdan-Erdogan-Soylû) lîstika xwe her çû dirêj kir. Profîleke werimî qaşo endameke taybet hatiye perwerdekirin û ji bo vî karî hatiye amadekirin. Li vir dixwazim çend pirsan bikim, weke gotina Soylû ku kesek wiha hatibe perwerdekirin, çawa bi rehet bûyerek wiha bike û biçe rûne mala xwe li bendê be ku polîsên tîmên taybet bên bigirin? Ji xwe ji sekin û rewşa jina hatî girtin, diyare bûye qûrbaniyê vê lîstika sê kesî. Di vê fîlmê de bû karekterê herî xirab.

Bi kurt û Kurmancî ev bûyer mîna bûyera berê li ser hikûmetê ma û her çû zêdetir bi vê mijarê ketin çiarvê. Ê ji bo xwe ji vê rizgar bike, divê pîlana B a vê seneryoyê jî hebe. Pîlana B jî Soylû eşkere kir weke aktorê serekî yê vê lîstikê. Soylû bi gotina ‘Me peyam girt, em ê bersiv bidin’ wer xuya bû, perdeya vê lîstikê wê ji derveyî tirkiye be, ew jî qada herî dixwaze biçe Rojava ye. Ji bo wê jî lîstik perdeya wê kişand derve û li derve bi wê hinceta Îstiklalê berê xwe da Rojava.

Ev mijar ji xwe tiştek bû li bendê. Zêdetirî salekê ye bê navber hemû awir li ser wê yekê ne bê ka wê tirkye kengê êrîş bike. Şev 19’ê bi 20’ê mijdarê ve girê dide bi erêkirina NATO û Hêzên Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê ji Şehba bigire heta Kobanê bi balafiran bombe kirin. Hemwextî wê li Başûr jî Qendîl û Asos û gelek deverên din bombe kirin.

Tirkiye bi vê yekê hem xwestin vê bûyera Îstiklalê ku li ser wan ma bar û ji aliyê her kesê ve weke lîstik hate destnîşankirin û dîsa aliyê din bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya di qada navneteweyî de hate tehşîrkirin, divê biguherîne. Bi vê êrîşê di serî de xwest vê rojevê biguherîne û dîsa serketinek din bide nîşandan. Hem wextî wê bide nîşandan ku ew xwedî li gotina xwe derketin û tol hildane.

Lê ya rast ew e ku tirkiye her diçe dikeve çiravê û taybet ev hikûmet û sê kesî tirkiye ber bi kaş û lateke mezin ve dibe ku vegera wê nebe, ziyanê bigihîne tevahî welat. Bi êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê wê nikaribe tişta ku dixwaze bi dest bixe, ji ber ku ev lîstik êdî kevin bûne, weke berê nayê ecibandin û bala bîneran nakişîne. Ji ber ku lîstikeke berê bi dehan carî bi heman serneryo, derhêner û aktorî hatiye lîstin.

Bîner rastiyan dixwaze û hew bi van cûre lîstikan tê xapandin. Ji ber ku rewşa li holê û bûyerên rû didin, vê yekê piştrast dike. Her çendî Fîdan-Erdogan û Soylû li ser ya xwe israr jî bikin, wê nekare encam bigire û bîneran bikişîne lîstika xwe. Lîstika heqîqî ya li ber çavan û ya tê lîstin pir ji hev cihê ye.

Niha a ji bo gelê kurd û tirkiye herî baş bê kirin, li ber vê desthilat û kesayetên ku welat ji bo berjewendiyên xwe talan dike rabe ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke ya gelan û hemû pêkhateyên herêmê ye, ne dagirkirin û talankirina erd û malê xelkên herêmê ye. Gelên tirkiye divê vê yekê bibîne û hew bi çav û guhê girtî li bey sê kesî bikeve û siberoja xwe û zarokên xwe bixe destê van kesên nemerd. Ji xwe dîmenên şewitandina leşkeran ku hatin parvekirin, divê dayîk li ber vê yekê xwedî hêrs û helwesteke cidî bin ku zarokên wan dibin didin qetilkirin û serde jî dişewitînin. Ev hovîtî ye. Desthilat û hikûmeta tirk xwedî karekterekî wiha ye.

Niha jî bi êrîşên li ser Rojava re dixwaze vê rastiya xwe ya hov veşêre û dîsa bi lîstikên wiha gelê tirkiye mijûl bike û çav, guh û zimanê wan ji rastiyan bigire.

 

Nûçeyên Têkildar