Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Lîstika li ser Şengelê

Bo çi wiha dibêjim?

Daxuyaniyên hin hêzan vê yekê dide dest. Daxuyaniya yekem di salvegera komkujiya Şengalê de ji rayedarên PDK hat. Bi yek dengî gotin bila hêzên ji derve hatine, Şengal terk bikin. Piştî van daxuyaniyan beriya bi çend rojan berpirsyarê Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya DYA’yê Joey Hood got, bila Bexda, Hewlêr û Enqere li ser mijara Şengalê bi hev re bi xebitin. Heman daxuyanî di dagirkirina Heftanînê de jî hatibû dayîn. Ev jî dide xuyakirin ku êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û Şengalê bi hev ve girêdayî ne.

Dîsa gera serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî li DYA’yê û piştî vê beriya bi sê rojan bombebaranên dewleta tirk ên li ser Şengalê, vê yekê piştrast dike. Çûyîna Tirkiyeyê ya James Jefrry û hevdîtin û daxuyaniyên wî van lîstikan deşîfre dike. James Jefrry berpirsyarê polîtîkayên DYA’yê yên Kurdistanê ye. Serokê maseya kurd ê DYA’yê ye. Bi Tirkiyeyê re têkiliyên wî yên tarî hene û yên bazirganî jî pir xurt in. Li dijî kurdan li cem dewleta tirk cih digire. Bazirganek bêîman e! Ji bo bazirganiyê ne tenê Rojava, Şengal û PKK’ê, dikare Duhok, Zaxo û PDK’ê jî bifroşe!

Wiha xuya ye ku planek tê gerandin. Di planên DYA’yê de dorpêçkirin û teslîmgirtina PKK’ê û li gor xwe pêkanîna çareseriyekê heye. Dewketa tirk jî wek amûrek bi kar tîne lê planên dewleta tirk cuda ne; pêşî tasfîyekirina PKK’ê, paşê jî tasfiyekirina hemû destkeftiyên kurdan e. Xuya ye ku bi serok-wezîrê Iraqê re jî di astekê de li hev kirine. Di van lihevkirinan de bi sînorkirina statûya başûrê Kurdistanê û ji hev veqetandina rojava û başûrê Kurdistanê heye.

Aşkera ye wê rojên pêş, êrîş û planên li ser Kurdistanê zêde bibin. Tenê berxwedan û yekitiya gelê kurd dikare van êrîşan pûç bike. Hêzên başûrê Kurdistanê vê yekê nabînin. Ji bo berjewendiyên hizbî, malbatî û herêmî, plan û dorpêçkirina dewlet tirk nayê dîtin. Ev yek wê bibe sedema gelek destkeftiyan.

Nûçeyên Têkildar