Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Lîstikên li ser Idlibê

Di Rojhilata Navîn de Amerîka her tim li ser du lingan siyaseta xwe dide meşandin. Xetek bi pêşengiya Petangonê û xetek jî bi pêşengiya CIA’yê tê meşandin. Bi taybet li ser erdnîgariya Sûriyeyê û bi taybet jî li herêma Rojava mirov vê ferqê bir aşkera dibîne. Di roja me ya îroyîn de jî wisa diyar e ku Rojavayê Firatê ku qaşo Amerîka dibêjê ‘em xwe zêde tekîldarî wê herêmê nakin’ bi destê CIA ve tê mudaxelekirin. Wek tê zanîn ev herêm bûye navenda çeteyan. Hêzên ku di vê herêmê de ne jî bi van komên çeteyan re yekser tekîliyên wan hene jî bêguman îstîkbaratên dewletan e. Lewma Amerîka jî bi destê CIA’yê dixwaze li vê herêmê bandora xwe zêde bike.

Ev rewş wê çawa bê çareserkirin hîn ne diyar e. Lê di rastiyê de li herêmê bêheqî û newekheviyek mezin jî tê jiyîn. Ewqas derketina pêş a Tirkiyeyê jî ne ji xwe ye. Ev hêzên ku dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin di halê heyî de çavê xwe ji polîtîkayên Tirkiyeyê yên qirêj û çeteyên wê re digirin. Lê bi van pêşketinên dawî ve girêdayî rewşa Tirkiyeyê li herêmê her diçe xeternaktir dibe.

Her çiqas hewldanên Tirkiyeyê wek daxwaza têkiliyên kantonên Cîzre û Efrînê ji hev qût bike bê diyarkirin jî, di rastiyê de hemû hewldanên wê ji bo di sînorên Mîsak-î Mîllî de bandora xwe zêde bike ye. Lê di rastiya herêmê de hêzê ku li ser rewşa siyasî ya herêmê bandorek diyarker dide avakirin li qada Idlibê derdikeve pêş. Li vê herêmê jî rewşa heyî siyaseta Îran, Rûsya, rejîma Sûriye, Amerîka û Îsraîlê bi hev re didin meşandin diyarker e. Lewma li herêmê Tirkiye niha ketiya navbera agir. Ji milekî ve dixwaze li herêma Rojavayê Firatê xwe entegreyî siyaseta Rûsyayê bike û bi vê ve xwe bigihîne armanca xwe, ji milê din ve jî bi Amarîkayê re dixwaze xwe di nav koalîsyona navneteweyî de bi bandor bike. Lê di rastiyê de niha her du aliyên ku di siyaseta herêmê de xwedî rol in Tirkiyeyê wek amûrekî demkî bikar tînin.

Pêwîst e kurd siyaseta ku li Idlibê tê meşadin baş bixwînin. Li vê qadê ajanê Rûsya û Amerîkayê di nav kar û xebatên pir berfireh de ne. Wisa diyar e ku wê li vê herêmê şerên pir dijwar biqewimin. Lewma pêwîstî pê heye ku mirov ji niha ve rewşa herêmê û hêzên ku xwe li herêmê bicih kirine baş analîz bike. Ji bo kurd di vê herêmê de jî xwedî gotin û îrade bin beriya her tiştî pêwîstî pê heye ku rojekê berî rojekê Efrîn bê rizgarkirin. Her wiha bi azadiya Efrînê ve li bakurê Sûriyeyê bi siyasetek hîn xurttir û aktîftir wê bê meşandin û destê aliyê kurd bê xurtkirin. Azadiya Efrinê wê rûpelek nû di siyaseta herêmê û ya kurd de veke.

Li herêmê hin hêzên ku bi hevre di nav şerê sar de ne dem bi dem dikevin nav têkiliyên demkî jî. Mînak Amerîka û Îran vê yekê car caran pêk tînin. Her çiqas di gotin de pir dijbertiya hev bikin jî di rastiyê de heya niha tu gavên pratîk li hemberî hev neavêtine. Lewma nêzîkatiyên van her du dewlatan û Rûsyayê pêwîst e mirov baş analîz bike.

Di rastiya herêmê de dema mirov rewşa heyî dinirxîne tişta ku herî zêde bala mirov dikişîne jî rewşa Tirkiyeyê ye. Wisa diyar e ku Tirkiye bi her awayî ketiye xefka dewletên mezin. Ji bo xwe ji vê xefkê jî derxe bi çav soriyeke mezin ketiya nav hewldanên ku li herêmê plan û projeyên dewletên mezin têk bibe. Ger hêza têk birina van plana nebe jî dixwaze xwe bike şîrêkê wan. Lê ev dewletên ku bi zanebûn Tirkiye xistine vî halê gelo wê derfet bidine ku ew bibe şirîkê wan? Ne xêr. Tişta ku di rewşa heyî de derketiye holê ew e ku rêvebiriya Erdogan li herêmê ketiya xefka hêzên derve.

Dibe ku ji Amerîka an jî ji Rûsyayê hin kesan sozên pir mezin dabine. Lê wek me li jor jî daye diyar kirin ev dewletên mezên li herêmên ku wisa rewşa kaosê dijî siyasetek yekalî nadin meşandin. Ji ber vê yekê dibe ku hin kesên ku bi Erdogan re rûniştibin jê re gotinên ku dilê wî xweşkiribin jî gotibin lê di herêmê de rewş pir cuda tê meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku êdî rêvebiriya Tirkiyeyê jî ev rastî fam kiriye.

Di encam de; Idlib di pirsgirêka Sûriyeyê de bûye gireka kor. Hêzên ku li vê herêmê xwedî hêz be û bikaribe li ser herêmê bandorekê ava bike wê di dema pêş de jî xwedî gotinên mezin be. Lewma pêwîstî heye ku aliyê kurd jî di vê listika mezin de cihê xwe bigire û xwedî li nirxên hatiye avakirin derkeve.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar