Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Lîstikvanên futbolê ji ber axaftina bi kurdî rastî êrîşê hatin

Lîstikvanên Tîma Jinan a 1995 Batman Belediyesporê dema ku di maça deplasmanê ya bi Tîma Jinan a Kayserî Gençlerbîrlîgiyê de, bi hinceta ku bi kurdî axivîne rastî heqaretê hatin. Lîstikvanên ku di navbera xwe de bi kurdî axivîn, rastî çêr û heqaretên lîstikvan û alîgirên tîma Kayseriyê hatin

Tîma Jinan a 1995 Batman Belediyesporê di roja yekşemê de li bajarê Tirkiye Kayseriyê, li hemberî  Tîma Kayserî Gençlerbîrlîgî derket maça deplasmanê. Di dema maçê de lîstikvanên 1995 Batman Belediyesporê di navbera xwe de bi kurdî diaxivîn.  Lîstikvanên Kayseriyê ku tehemûla kurdî nekirin, çêr û heqaret li lîstikvanên jin ên Êlihê kirin. Ji ber çêr û heqaretan, lîstikvan pev çûn. Li ser vê yekê hakem kete navberê û got; ‘Zimanê kurdî jî weke hemî zimanên din ên gerdûnê ne. Lîstikvanan jî di dema axaftinê de tu çêr û heqaret nekirine.’

Têkildarî mijarê, lîstikvana 1955 Batman Belediyesporê Zehra Acar û rêveberê klubê Mûstafa Zengîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Metîn Yoksu re axivîn. Acar ku her wiha lîstikvana tîma milî ye jî got ku ji ber bi kurdî axivîne heqaret li wan hatiye kirin. Acar diyar kir ku ew vê nêzikatiyê qebûl nakin û wiha domand: “Ev rageşî di lîstika qada hundir a di 19’ê gulanê de rû da û di maça deplasmanê de jî mezintir bû. Dema ew li Êlihê dilîzin kesek ji bo zimanê kesekî tiştekî nabêje. Em li kuçe, li malê, li qadê û li her deverê bi kurdî diaxivîn. Kurdî zimanê me ye û li ku bixwazin dê li wir bi axivin. Kes nikare mudaxale bike. Em zext û zoriyên li ser zimanê xwe qebûl nakin.”

‘Herin çiyê’

Acar destnîşan kir ku alîgirên zilam ên ji bo temaşekirina maçê hatibûn jî heqaret li wan kirine û ev tişt anî ziman: “Dizanin ku em kurdin. Di gotin; ‘her in çiyê.’  Divê federasyon rê li ber van pêkanînan bigire. Em ê vê lîgê jî derbas bikin û bersivê bidin van pêkanînan.”

Gerînendeyê teknîkê provaqe dikir

Mûstafa Zengîn jî di serî de bal kişand ser maça di 19’ê gulanê de û wiha got: “Provakasyon wê rojê dest pê kir. Di maça ewil de gerînendeyê teknîkê li şûna ku taktîkan bide, lîstikvan provaqe dikirin. Ji ber ku lîstikvanên jin çêr ji hakem re kirine, 3 maç ceza lê hate birîn. Li Kayseriyê jî heqaret li zimanê me kirin. Rêveberên kluba wan hê jî lêborîn nexwestine. Em gelek caran rastî van pêkanînan tên. Divê federasyon pêşî li vê bigire.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar