Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lîstoka Tirkiyeyê û Komkujiya Zaxoyê

Mûnzûr Dersîm

Di 20`ê tîrmehê de dewleta tirk a dagirker li Gundê Perex yê dikeve biniya Çiyayê Xanturê de bi balafirên biçek û topavêjan bombebaran kir. Dewleta tirk divê bombebaranê de torîstên ereb yê ku ji devrên Bexda û Kelbelayê hatibûn seyrangehê kirin hedef û di encamê de zarok, jin û zilam di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Gelo çima ew qas dewleta tirk divê êrîş û komkujiya ku pêkanî de israr dike ku ev yek ne ji aliyê wê ve hatiye kirin?

Ger em li rastiya buyerê binêrin cihê ku komkujî lê hatiye kirin, cihek seyrangehê ye û ji heremên wek Bexda, Besra, Necef û Kerbelayê kesên sivîl tevî malbatên xwe ji bo geştê tên wir û bi rojan li wir dimînin. Ev dikeve herêma Zaxo û gundeke ku dikeve biniya Çiyayê Xanturê. Ev cih bi salane heye û cihek geştiyariyê ye.

Li serê Çiyayê Xanturê baregehek leşkerên tirk heye û ev baregeh ji dema dagirkirina başûrê Kurdistanê heya niha li wê herêmê heye. Di heman demê de cihê ku komkujî lê hat kirin tu hêzên PKK`ê û hêzên leşkerî yên PKK`ê nînin. Gelo di vir de çima ew qas dewleta tirk israr dike û bûyerê diavêje situyê PKK’ê? Du sedemên wê hene yek dewleta tirk dixwaze herêmê ji gel vale bike, ya duyemîn  jî dixwaze gelê ereb û herêma Behdînan li hemberî PKK’ê sor bike da ku li dijî PKK’ê rabin û li gel Hikûmeta Iraqê bi hevre PKK`ê ji başûr û li ser xaka Iraqê derbixin. Lê belê ev lîstoka wan ne çû serî û ne gihişt armanca xwe.

Belê li gel hemû hewildanên dewleta tirk û hevalbendên wê çiqasî xwestin bûyerê veşêrin û li ser xwe de bavêjin situyê PKK’ê lê belê bi raperîna gelê ereb, gelên herêma Iraqê û tevahî daxuyaniyên wezîr, serok, partî û serokên partiyan yên Iraqê derket holê ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Hêrsa gelê ereb ya ku li hemberî Balyozxaneya Tirkiyeyê a Bexdayê, ala Tirkiyeyê anîna xwarê û şewitandina ala Tirkiyeyê diyar kirin ku dewleta tirk xaka Iraqê dagirkiriye û dewletekî dagirker e.

Piştî daxuyaniyên hikûmeta Iraqê û welatên ewropî û nerazîbûna wan qaşo hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû wezîrên xwe û partiya xwe neçar man ku daxuyaniyekê bidin. Ji ber ku di sala 2020`an de dema pêşmergeyên bi navê Gulan û Roj li herêma Qendîlê bicih kirin, sê gêrîlayên PKK’ê ku her yek ji parçeyek Kurdistanê bû bi awayekî wekhevî çûn gel wan pêşmergeyan û daxwaz ji wan kir ku hêzên xwe ji wir paş de bibin. Wê demê jî bi kordîneya wan pêşmergeyan li gel MÎT`a dewleta tirk di êrîşek ya hewayî de her sê gêrîla şehîd xistin. Wê demê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser televizyona PDK`ê wiha gotibû: “ Dewleta tirk, dewletek di aliyê teknîkê de dewletek pêşketiye. Li ku derê kê bibîne dikare di hewayî de lêbixe, ev çi be bila bibe.” Ji vê gotina Nêçîrvan Barzanî diyar dibe ku kordîneya komkujiya li Zaxoyê hat kirin jî, ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve ji bo dewleta tirk hatiye dayîn û ev komkujî hatiye kirin.

Di heman demê de piştî bûyerê çend rojan li ser daxwaza Erdogan, qaşo serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî ji bo suçên dewleta tirk yên li hember gelê ereb kirî binixumîne serlêdana Bexdayê kir. Lê belê ev serlêdan jî rastî nerazîbûna gelê ereb hat û ev serlêdan şermezar kirin. Piştî Masrûr Barzanî bi Mustefa Kazimî re hevdîtin pêkanî daxuyanî da qet qala komkujiyê nekir û got: “ Me bi Hikûmeta Iraqê re 17 sal li ser nakokiyên herêmê peyman daye îmze kirin û em ê li ser vê peymanê bimeşin.”  Ev wê yekê dide diyar kirin ku Masrûr Barzanî daxwazên Erdogan gihandine Mustefa Kazimî û li ser mijarên berê li hev kirin.

Lê belê hem gelê ereb û hem jî herkes dizane komkujiya ku hat kirin, ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Ji hemû aliyan ve hêrsa gelê ereb ê Iraqê li hemberî dagirkirina Iraqê a dewleta tirk û ji hemû rêxistinên navdewletî û dewletên ewropî dixwazin ku leşkerên dewleta tirk ji xaka Iraqê derbixin. Di heman demê de jî tevahî peymanên li gel Tirkiyeyê bên rawestandin. Herkes êdî bi awayek vekirî daxwazên gelê ereb ê Iraqê dizane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar