Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Lîstokên pdk’ê li ser Şengalê naqedin

Gaza ku para Şengalê ye bi destê parlamenterê PDK’ê Mihemed Xelîl ve derbasî başûrê Kurdistanê hat kirin. Ji ber nebûna gazê niha li Şengalê qeyran heye û buhayê gazê jî 2-3 qatan bilind bûye.

Ev demek e li Şengalê qeyrana gazê heye, ji ber nebûna gazê her bîdonek gazê bûye 16 hezar dînar. Beriya niha li Şengalê bîdonek bi 6 hezar dînar bû, ji ber buhabûna zêde gelek malbat nikarin gazê bikirin û pêdiviyên xwe yên jiyanî çareser bikin.

Piştî lêkolîna li ser mijara qeyrana gazê, derket holê ku Kargeha Gazê a li nehya Sinûnê ku gazê li herêmê belav dike, hevpeyman bi parlamenterê PDK’ê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Xelîl re çêkiriye û bi rêya tankeran bi awayekî qaçax, gaza ji bo Şengalê dihat, derbasî başûrê Kurdistanê kirîne û firotine welatiyan.

Ji bo ser mijarê bigrin bertîl hat dayîn

Li gor çavkaniyên ji nava Ewlekariya Niştimanî ( Emin Elwetenî ) ya Şengalê hatine wergirtin, xwediyê kargehê Xalid Egab ku li Şengalê bazirganekî navdar e, tevî Miheme Xelîl rojane bi qasî du tanker gaz ji Şengalê derxistine û li başûrê Kurdistanê firotine.

Li gor heman çavkaniyê Xalid Egab li navçeya Tilafer a Mûsilê li gel du tankerên gazê ku dixwest derbasî Kerkûkê bike hatiye girtin û ji bo ev mijar belav nebe, parlamenterê PDK’ê Miheme Xelîl bi qasî 300 mîlyon dînar ji bo azadkirina Xalid Egab daye.

Kargeh hate girtin

Tevî hemû hewldanan jî Xalid Egab bi qasî 18 rojan li girtîgehê maye, di dema azadkirina wî de jî Kargeha Gazê ya li Nehiya Sinûnê hatiya cizakirin ku ji bo demeke ne diyar wê girtî bimîne.

Ji ber vê gendeliya ku bi destê Parlamenterê PDK’ê Miheme Xelîl hatiye kirin, niha ev kargeh girtî ye. Ev rewş pirsgirêkeke cidî ye li Şengalê ku gel nikare gazê peyda bike an jî bi buhayê 2-3 qatan peyda bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar