Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Liv û tevgera hemwext a pêşmerge û artêşa tirk

Navenda Nûçeyan |

Weke ku tê zanîn dewleta tirk ev demekî dirêje ji bo dagirkirina Qendîl, Biradost, Xakûrkê, Heftanîn û hemû qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê, bênavber êrîşî gerîlayên PKK’ê dike. Siyasetmedarên kurd jî vê hewldanê wiha dinirxînin; “Plana dewleta tirk ew e ku bi dagirkirina qadên gerîla re, başûrê Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê dagir bike.” Lê belê tevî vê metirsiyê ku dê bike hemû destkeftiyên kurdan ji dest biçin, hêzên başûrê Kurdistanê bi dewleta tirk re hevkariyê dikin.

Di vê çarçoveyê de bi erêkirin û hevkariya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê re li başûrê welat zêdetirî 20 baregehên leşkerî û îstîxbarî yên dewleta tirk hatine avakirin, dewleta tirk di bin navê şîrketan de li gelek bajarên Başûr navendên sîxûrtiyê vekirine, ji bo sûîqestên li dijî fermandar û gerîlayên PKK’ê agahiyên îstîxbarî bi dewleta tirk re tên parvekirin, di bin navê noqteyên pêşmergeyan de artêşa tirk li cihên stratejîk ên li nêzî qadên gerîla tên bicihkirin.

Provakasyona li Zînî Wertê

Demek berê jî PDK’ê bi hinceta ‘pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa koronayê û ji bo demekî kin’, hêzeke mezin a pêşmergeyan şand herêma Zînî Wertê ku xwedî cihekî stratejîk e. Zînî Wertê li ber qadên YNK’ê dikeve û di bin kontrola hêzên PKK’ê de ye. Vê yekê jî kir ku di navbera PKK, YNK û PDK’ê de alozî derkeve û metirsiya şerê birakujiyê derbikeve. Ji bo pêşîlêgirtina vê aloziyê raya giştî ya kurd banga diyalogê kir û dixwazin ku hêzên pêşmerge ji wê herêmê vekişin.

Tevgera pêşmerge û artêşa tirk a hemwext

Lê belê balkêşe ku PDK’ê li herêmên nêzî qadên gerîla bi awayeke berbiçav kete nava liv û tevgereke biguman. Li hêlekê hêzeke zêdetir anî Zînî Wertê û li hêla din jî gelek pêşmerge şandin herêmên din ên li nêzî qadên gerîla. Bi heman awayî artêşa tirk jî li başûrê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê. Ev liv û tevgera hemwext a pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên tirk, rê li ber gumanan vedike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberên PKK’ê diyar kiribûn ku bi vê hewldanê re PDK’ê ji bo dagirkirina Qendîlê bi dewleta tirk re lihev kiriye.

Pêşmerge şandin Balekayetî

Piştî bûyera li Zînî Wertê, PDK’ê biryar da ku di bin navê ‘jîngeparêziyê’ de hêzêke pêşmergeyan a bi ser yekîneyên 80’ê yên li Qereçoxê bişîne Balekayetî. Her wiha hate zanîn ku dê PDK baregeha navçeya Çoman a li navenda Balekayetî jî nûjen bike. Li gelek vê baregehê, gelek baregehên din ên li Balekayetiyê jî tên nûjenkirin.

Beriya vê jî PDK’ê karwaneke leşkerî ku ji 50 wesayîtan pêk dihat, şande gundê Gerewan ê Rewandûzê ku li nêzî Çiyayê Karoxê ye. Her çiqas şêniyên herêmê gotibe ev hêza pêşmergeyan piştî li herêmê geriyayî vegeriyabe jî, gelê herêmê ji ber vê liv û tevgera biguman a pêşmergeyan bifikare.

Nûjenkirina baregeha Dola Ako

Her wiha çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku PDK baregehên leşkerî yên li Dola Ako ya li bajarokê Rewandûzê nûjen bike. Çavkaniyan got ku PDK dixwaze bi taybet jî baregeha leşkerî ya li Girê Tuşrê ya li gundê Gerewana jêr ku bajaroka Rewandûz û navçeya Ranya bi hev ve girêdide, nûjen bike.

Leşkerên tirk û ‘Pêşmergeyên Roj’ veguhestin herêmê

PDK’ê hêzên Zêrevanî yên li navçeya Rewandûz a bi ser Hewlêrê ve zêde kirin. Şêniyên gundên Qendîlê destnîşan kir ku di 19’ê nîsanê de wesayîtên tijî çîmento û pirîket ber bi herêma Zînî Wertê ve hatin şandin û hewl tê dayîn ku noqteyên nû bên avakirin. Her wiha gelek hêzên Zerevanî jî li Rewandûzê hatine zêdekirin. Şêniyên herêmê jî diyar kir ku di nava kesên hatine herêmê de yên bi tirkî di axivin û her wiha ‘Pêşmergeyên Roj’ hene.

Leşkerên tirk derbasî Başûr bûn

Li gel vê liv û tevgera PDK’ê ya ber bi herêmên gerîla ve, di heman demê de artêşa tirk jî lez da xebatên xwe. Li gorî agahiyan, şevê din 9 otobusên mezin ên ku leşkerên tirk tê de bûn, ji deriyê Îbrahîm Xelîl ê di navbera başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, derbasî Başûr bûn. Çavkaniyên li herêmê destnîşan kirin ku di otobusan de lêgerîn nehate kirin û welatiyên ku bertek nîşanî vê veguhestinê dan jî rastî gefên asayîşa PDK’ê hatin.

Ev liv û tevgera hemwext a PDK û dewleta tirk, gumana çê dike ku bi hev re êrîşî qadên gerîla bikin. Raya giştî ya kurd ji bo ku rê nedin dagirkeran, bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin û dixwazin ku neyên lîstikên hêzên dagirker.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar