Navenda Nûçeyan |
Sekreterê Giştî yê Lîwaya Seyîd Şuheda Ebu Ela Elwelayî ya girêdayî Heşda Şebî têkildarî êrîşa duh bi şev a dewleta tirk a li ser Şengal û Mexmûrê peyamek li ser Twitter belav kir û wiha got: “Dewleta tirk cîranek xirab e. Hatiye nava kûrahiya xaka Iraqê bêy ku helwestek hikûmeta Iraqê li beramber were nîşandan, dagirkeriyê dike. Hikûmeta Iraqê li beramberî dagirkeriyê serê xwe xistiye binê erdê.”
Her wiha Sekreterê Giştî yê Lîwaya Seyîd Şuheda Ebu Ela Elwelayî got ku hêzên wan ên têkoşer dê heta dawiyê li dijî planên dagirkeriyê raweste.