PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Lokman Xelîl: DAIŞ bi windakirina Reqayê ket pêvajoya têkçûnê

Endamê Fermandariya Giştî yê HSD’ê Lokman Xelîl bi wesîleya salvegera azadkirina Reqayê ev tişt anî ziman:” DAIŞ’ê bajarê Reqayê hema wisa ji xwe re mîna paytext ne hilbijart. Bi zanabûn û plansaziyek demdirêj ev yekê kir û bi windakirina Reqayê re ket nava pêvajoya têkçûnê.”

Li ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re 7 sal derbas bûn. DAIŞ a ku bi berxwedana Kobanê re derba xwe ya yekemîn a mezin xwar, bi windakirina Reqayê re ku weke paytexta xwe hilbijartibû, ket nava pêvajoya hilweşînê. Endamê Fermandariya Giştî yê HSD’ê Lokman Xelil bi wesîleya salvegera 7’emîn a rizgarkirina Reqayê pirsên ANF’ê bersivand.

DAIŞ’ê piştî Reqa winda kir ku weke paytext ji bo xwe diyar kiribû, pêvajoya têkçûna wê bileztir kir bû. Weke fermandarekî ku bi rengekî çalak tevlî wê pêngavê bûn, hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?

Mirov nikare şerê li Reqayê tenê mîna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bigire dest. Hovîtî û zilma ku DAIŞ’ê li gelê Reqayê kir, di dîroka de trajediyeke mirovahiyê bû ku mînakên wê kêm in. Pêwîste em careke din vê pêvajoyê bînin bîra xwe. Pêwîste rastiya hilweşîn û travmaya ji ber talan, xesp, zilm û komkujiyên ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser gelê herêmê di wê demê de hatin kirin neyê jibîrkirin. Ji bo ku em encameke rast derxînin, rizgarkirina Reqayê tenê weke pêngavek li dijî DAIŞ’ê ku weke paytext ji xwe re diyar kiribû, destgirtin wê kêm bimîne. Ev yek rastiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bi temamî nîşan nade. Ji ber vê yekê pêwîst e em vê pêvajoyê hê rasttir bigirin dest û binirxînin.

10 sal berê DAIŞ’ê di nava mirovan de tofaneke mezin a tirsê afirand û ji bo tevahiya mirovahiyê bû kabûs. Li her cihê ku diçû dagir dikir, jiyanê ditevizand û xwezayê jî tine dikir. Hêzeke ku xwedî gelek derfetên mezin bû. Ji ber hêza wê ya mezin a çekdarî û teknîkî, weke hêzeke xurt ku têk naçe nîşan dida. Bêguman rastiya ku çawa ev hemû bi dest xist, li pêş çavên tevahiya cîhanê jî bû. Lê belê, divê detayên têkçûna DAIŞ’ê baş were dîtin. Li ser vê bingehê, nirxandina tenê hêzeke leşkerî xwe bi rêxistin kir û DAIŞ ji Reqayê derxist kirin, rastî nîşan nade. Ev pêvajo di encama têkoşîn, berdêl û kedeke mezin de bi pêş ket. Tevî hemû bêderfetiya gel jî, xwe birêxistin kir, bawerî da hêza xwe ya cewherî û bi derfetên herî kêm ên madî biryara berxwedanê hat dayîn. Di encama têkoşînek dijwar a dîrokî de ev pêvajo bi pêş ket.

Helbet, ev jî berxwedana Kobanê bû. Eger em berxwedana Kobanê rast pênase nekin, wê rastiya DAIŞ’ê rast dernekeve holê. Li dijî hêzeke ku her kes li hemberî wê bêçare bû, bi ruhek fedaî, ruhê berxwedanê ku di encama dilsoziya kûr a bi gel, welat û welatparêziyê re derket holê ku bi hêza YPJ û YPG’ê re bû yek, tevî hemû bêderfetiyan derba herî mezin li DAIŞ’ê xist. Hemû cîhan li hember ruhê fedaî û berxwedanê ya di şerê li Kobanê de hat raberkirin, matmayî ma. Dîtin ku hêz û îradeyeke ku karibe li dijî DAIŞ’ê li ber xwe bide û bisekinîne heye. Ev bû destpêka windabûn û şikestinên mezin ên DAIŞ’ê. Heta pêvajoya Kobanê, dema DAIŞ’ê biryara girtina herêmek kiriba, bêyî ku li ber xwe bida ango reflekseke nîşan bida ew der dagir dikir. DAIŞ jî bawer nedikir ku li dijî wê berxwedaniyeke wiha pêş bikeve. Di berxwedana Kobanê de îradeya yekbûnê pir zelal bûye. Dîsa welatparêzî û ruhê fedaî li pêş bû. Hevgirtina îradeyê û hezkirina ax bi ruhê fedaî re bû yek û DAIŞ li wir têk çû.

Ev serketin di encama hêza teknîkî û madî de pêş neketiye. Eger bi derfetên madî û teknîkî pêk bihata, dema DAIŞ ket nava Mûsilê bi dehan balafir, tank û çekên giran ên artêşa Iraqê hebûn. Her wiha bi sedhezaran hêzên artêş hebûn, nikarîbûn li ber xwe bidin. Gelek bajar û navçeyên Iraqê wisa girtin. Her wiha li Şengalê ne pêşmerge û ne jî artêşa Iraqê, îradeya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê nîşan nedan; Her kes ketibû derdê rizgarkirina canê xwe. Di vê wateyê de pêwîst e berxwedan û serketina Kobanê rast bê destgirtin û nirxandin. Bêguman di encama têkoşîn û kedên bêhempa ya bi sedan şehîdan de Kobanê azad e û berxwedana Kobanê bûye rastiyeke ku li tevahiya cîhanê tê naskirin. Piştî vê berxwedanê êdî zemîneke têrker çêbû ku hemû gel bibin şopdarên vê berxwedanê. Paşê hêviya rizgariya gelê me li herêmên din pêş ket û gel dest bi xwebirêxistinkirina xwe kir. Deriyê xwe ji şervanên YPJ û YPG’ê re vekirin û ji her derê ciwanan dest bi tevlîbûna nava refên YPG û YPJ’ê kirin. Ji bo ku mirov ji belayê DAIŞ’ê rizgar bibin, li her derê bang hatin kirin. Pêngava rizgarkirina Reqayê, li ser daxwaza gelê li wir bi pêş ket. Hêza me bi berpirsyariyeke mezin tevgeriya, pêşî navçeyên dora wê û piştre jî Reqa bi xwe rizgar kirin.

Di ser rizgarkirina Reqayê re 7 sal derbas bûn. Îro bi rehetî em behsa wan rojan dikin. Lê di wê pêvajoyê de li Reqayê derfeta jiyanê nebû. Hemû mirov ji mafên xwe bêpar hatibûn hiştin. Ji ber ku DAIŞ sîstemeke ku sîstema civakî berovajî dike.Vê yekê li dijî DAIŞ’ê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir û bendewariya gel a ku hêzek were û wan azad bike, çêbû. DAIŞ ti carî exlaq, çand û civakîbûna civakê temsîl nedikir. Wekî din, DAIŞ’ê Reqa ji rêzê ji bo xwe weke paytext diyar nekir. Reqa xwedî cihekî gelekî stratejîk û girîng bû. Ji aliyê erdnîgarî ve tam li naverasta Sûriyeyê cih digire û Reqa ji bo xwe gihandina deryayê li vir navendeke girîng e. Ji aliyê sînorên Tirkiyeyê ve jî cihekî navendî ye, mirov neçar dimînin ji wê herêmê derbas bibin.

Ji bo ku mirov derbasî başûrrojavayê Sûriyeyê bibe, derbasî herêma Cizîrê bibe, dîsan pêwîste ji Reqayê derbas bibe. Bi xeta Dêrazorê re jî xwedî heman cihê stratejîk e. Tu dikarî bi rêya Reqa bigihîjî her derê ku tu dixwazî. Ji aliyê aborî ve Reqa bajarekî xwedî gelek derfetan e, hatin û çûyîn lê zêdeye û di warê avê de pir dewlemend e. Ji bo çandiniyê jî herêmeke gelekî guncew e. Weke devereke ku her cure pêdivî bi hêsanî lê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê DAIŞ’ê bi zanebûn Reqa ji xwe re kiribû paytext.

Ji aliyê me ve li bajarekî mezin ê mîna Reqayê şerê li dijî DAIŞ’ê bû tecrûbeyeke mezin. Bêguman berê Minbic û Tebqa hatibûn rizgarkirin, lê belê li Reqayê ku navend û paytexta DAIŞ’ê bû destpêkirina pêngavekê, biryareke rast bû, lê zehmet bû. Beriya destpêkirina pêngava Reqayê gelek hêzên ji derve hewl dan vê pêngavê asteng bikin. Nedixwestin HSD dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê bike. Her wiha hin hêzan dixwestin bibin hevparê vê serketinê.

Êdî her kesî xwest bibe hevparê serketin û destketina vê hêza rêxistinî û fedaî. Pêngava rizgarkirina Reqayê biryarek di cih û dema xwe de bû, lê belê pêngavek di nava şert û mercên giran de pêk hatibû. Ji ber ku Reqa paytexta DAIŞ’ê bû û DAIŞ’ê demeke dirêj li wê derê amadekarî kiribû. Me ji berê ve texmîn dikir ku wê bibe pêvajoyeke zehmet. Lê belê em careke din dibêjin; eger civakekê biryar li ser berxwedan û azadiyê dabe, şert, merc û derfet zêde girîng nîne. Dikare li hemberî her cûre zehmetiyan pêk bîne û bi ser bikeve. Beriya pêngava Reqayê nakokî û hin tifaqan hewldan vê pêvajoyê asteng bikin, lê belê biryardariya HSD, YPG û YPJ’ê, wezîfeyên wan ên exlaqî û piştgiriya mezin a gel kir ku pêngava Reqayê bi ser bikeve.

Ji destpêkirina pêngava Reqayê heta pêşveçûn û azadkirina navenda Reqayê, hûn dikarin qala atmosfera wê demê û berxwedanê bikin?

Nirxandineke rast nîne ku DAIŞ tenê weke komeke çekdar bê dîtin. Ji ber kud i nava DAIŞ’ê de gelek mirovên ji deverên cuda hebûn û ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbeyeke mezin bûn. Kesên ku berê di nava artêşan de bûn tevlî DAIŞ’ê bûn. Mînak Çeçen, endamên berê yên El Qaîdeyê, yên tevlî artêşên Sûriye û Iraqê bûn, leşkerên piştî ketina Saddam qut bûn, tevlî DAIŞ’ê bûn. Her wiha hin kesên ser bi dewleta tirk ve tevlî bûn. Me ev rewş di dema pêngavê de dema ku hin DAIŞ’î hatin girtin, her wiha di pêvajoya Bahozê de dema ku hinekan xwe teslîm kirin, dîtin. Yanî DAIŞ ne rêxistiniyeke welê bû ku tenê ji aliyê çend kesan ve hatibû birêxistinkirni û ji bo anîna Îslamê bû. Li pişt DAIŞ’ê derfet û alîkariyên mezin hebûn. Piştgiriya îstîxbaratê û dewletan hebû. Hin ji van dewletan bi rengekî veşartî piştgirî didan DAIŞ’ê, hinekan jî bi rengekî aşkere didan. Ev rewş bi rêya çapemeniyê gelek caran hate nîşandan. Lewma ji ber ku DAIŞ ji mirovên xwedî tecrûbeya leşkerî pêk dihat, her cûre teknîka şer bi hostatî bi kar dianî. Ji mayinkirina bajar û rêyan heta bi bikaranîna çekên pêşektî, bi fuzeyan êrîşa li ser wesayitên me, gelek taktîk bi kar dianî.

Tank, panzer, wesayitên zirxî bi kar dianîn. Sîstema leşkerî ya di nava xwe de baş dixebitandin. Her wiha dema ku mirov bi sîstemên leşkerî yên hin dewletên li herêmê re bînin ber hev, DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hîn pêşketî bû. Ne hêzeke welê bû ku bi derbek, du derban teslîm bibe. Ji ber ku DAIŞ projeyek bû; projeyk li dijî azadiya gelan, demokrasiyê, li djiî nirxên pîroz ên mirovahiyê bû. Ji ber vê jî wê bi hesanî dest ji vê projeyê bernedin. Ji mirovên welê pêk dihat ku ji welatên cuda hatibûn û ji bilî şerkirinê rêyeke din a wan tine bû. Atmosfereke împaratoriyê dabûn xwe. Ji aliyê cografî ve ji 2-3 dewletan sûd wergirtin û bi hezaran hêza çekdarî ava kirin. Lewma xwedî wê baweriyê bûn ku êrişî ku derê bike wê bi dest bixin.

Di ser rizgarkirina Reqayê re 7 sal derbas bûn, lê hîn jî êrîşên komên DAIŞ’ê rû didin. Her wiha li hemberî şaneyên DAIŞ’ê operasyonên we çêdibin. Di van operasyonan de gelek DAIŞ’î têne girtin. Ewlehiya Reqayê niha di kîjan astê de ye?

DAIŞ hêza xwe ya çekdar li ser baweriyekê perwerde dikir. Ev bawerî bi navê îmanê jî dibe, bi navê afirandina sîstemeke Îslamî jî dibe. Lê belê dawiya dawî xwe dispart îdeolojiyekê. Bêguman her kesî baweriya xwe bi vê îdeolojiyê neanî, qebûl nekir. Ji ber ku DAIŞ’ê Îslama rasteqîn temsîl nedikir. Îslam tê wateya yekparebûna aştî, exlaq û wateyê. Mirovên ku baweriya xwe bi Îslama rastî tînin ji DAIŞ’ê bawer nekirin. Lê belê mirovên ji mejiyê DAIŞ’ê bawer dikirin, wê di vî mejî de israr bike. Piştî ku DAIŞ li Reqa û Bahozê têk çû, ferman da endamên xwe ku bi rengê şaneyan xwe bi rêxistin bikin û kar bikin. Piştî pêngava Reqayê her kesî ev dît; baweriya ku DAIŞ êdî li cihekî din kom bibe, jinûve komî ser hev bibe, ji dest da. Ji ber vê jî piştî Reqayê di şer de bi qasî ku ji wan hat şer kirin.

Yanî DAIŞ’ê êdî bi temamî hêviya xwe ji dest dabû. Lê belê piştgiriya ji derve ji DAIŞ’ê re dihate dayin hêvî dida yên ku ji DAIŞ’ê reviyabûn, yan jî weke şaneyên veşartî xwe veşartibûn. Bi vî rengî li herêmên me xwe weke şaneyên razayî bi rêxistin kirin, hewl didin êrîşê bibin ser mirovên di saziyên rêveberiya xweser de ne, mirovên naskirî û rûspiyên civakê. Bi vî rengî dixwaze aramiyê têk bibe û gefê li ewlekariyê bixwe.

Ev rewş heta niha jî dewam dike. Lê belê em zanin ku ji aliyê cografî ve cihek nîne ku DAIŞ karibe jinûve kontrol bike. Li hemberî vê yekê jî karên hêzên ewlekariya hundirîn dewam dikin. Piştgiriya gel a ji bo hêzên ewlekarî û parastinê, dike ku têkoşîna li dijî van şaneyan bi hêsanî bê meşandin.

Lê belê divê ev rastî jî neyê jibîrkirin: Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê dibin hedefa hêzekê yan jî aliyekî. Heta niha jî dewam dike. Lê belê DAIŞ zane ku nikare ji aliyê cografî ve herêmekê kontrol bike. Li hemberî vê yekê karên hêzên me yên ewlekariya hundirîn dewam dikin. Piştgiriya ji bo hêzên ewlekarî û parastinê ji aliyê gel ve têne dayin, bandoreke erênî li têkoşîna li dijî van şaneyan dike. Her wiha hikumeta Şamê di vê mijarê de bi roleke sereke radibe. Ji du aliyan ve berpirsyarî dikeve ser milê hikûmeta Şamê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê, tifaqa bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanek bi vê armancê. Ya duyemîn jî ji ber ku artêşa hikumeta Şamê lawaz e û ninkare herêmên xwe, sînor biparêze, DAIŞ hîn bi hêsanî dikare tevbigere. Çeteyên DAIŞ’ê her roj li hemberî artêşa hikumeta Şamê li xeta Dêrazorê, Tedmûrê û çola Sûriyeyê çalakiyan dike. Ev valahiya leşkerî û lawazî dibe sedema metirsiyên cidî. Eger hikumeta Şamê karîbûya ev bikria, şaneyên DAIŞ’ê nekarîbû bi hêsanî xwe bi rêxistin bikira. Nuqteyeke din jî ew e ku ji hêzên navneteweyî heye ku DAIŞ êdî lawaz bûye û mîna berê nikare bi bandor bibe. Ev yek di heman demê de şaşitiyên mezin jî bi xwe re tîne. Îro piştgirî û derfet ji şaneyên DAIŞ’ê re têne dayin. Hin hêzên ji derve vê dikin.

Ji dema rizgarkirina Reqayê û vir ve gelek bûyer qewimîn. Siyaseta beriya pêngava Reqayê hate meşandin, piştî pêngavê jî hate dewamkirin. Wê demê yekane hêza ku piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê û jê bawer dikir dewleta tirk bû. Di şerê Kobanê de ev yek bi şênberî nîşan dan, bêyî ku li ber xwe bikevin lê mikur hatin; Serokkomarê tirk bi xwe ev yek kirin. Piştî ku DAIŞ li Reqa û Bahozê şikest, vê siyasetê dewam kir. Ya rast bi têkçûna DAIŞ’ê re dewleta tirk têk çû; planên wan, daxwaz û projeyên wan têk çûn.

Dewleta tirk li hemberî vê rewşê xwest tolê ji wî gelî hilîne ku DAIŞ têk bir. Ev daxwaza wan îro weke hewldana ji bo xurtkirina DAIŞ’ê dewam dike. Li hemberî vê yekê bêdengiya hêzên navneteweyî bêguman hêzê dide wan. Di heman demê de gava ku piştgiriya leşkerî û siyasî ya pêwîst di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de nayê dayin, hingî hêvî ji DAIŞ’ê û komên din ên çete re peyda dibe ku xwe jinûve komî ser hev bike û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ev yek jî hêviyê dide DAIŞ’ê ku temenê xwe dirêj bike û dema pêş karibe cihekî kontrol bike.

Di nava nirxandinên xwe de we hinekî bal kişandin ser, lê dîsa jî dixwazim bipirsim. Hem li qadên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li nava Reqayê bi xwe, têkiliya dewleta tirk bi şaneyên DAIŞ’ê re çi ye?

Ev tiştekî veşartî nîne, li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewime. Dibe ku îro di asta navneteweyî de û ji aliyê hêzên herêmê ve li hemberî dewleta tirk helwestek nayê nîşandan. Lê belê dîrok bêguman wê vê yekê efû neke. Dewleta tirk wê fatûreya vê bide. Divê carna mirov bi sebir be, ev yek rêbaza herî baş a ji bo bicihanîna daxwaz û armancê mirovan e. Eger me heta niha sebir nekiribûya, me ev îrade nîşan nedabûya, me yê zû winda bikira. Dibe ku destketiyên me yên niha nebûna. Baweriya bi xwe û rêxistiniya xwe, mifteya serketinê ye. Ev hemû hewldana desteserkirina îradeyê ye, hewldana teslîmwergirtina bi piştgiriya hin hêz û rêxistinan e. Dewleta tirk îro li hemberî herêmên me siyaseteke bi vî rengî dimeşîne. Piştî pêngava Reqayê dewleta tirk ji bo xerakirina ewlekariya herêmê û lêdana derbê, kete nava hin hewldanan. Hewl dide bi bikaranîna DAIŞ’ê vê yekê bike. Her ku DAIŞ lawaz dibe bikaranîna wê hîn hêsan dibe. Ji bo xwe xurt bike, ji her cûre tifaqê re amade ye. Bêguman DAIŞ gelekî bi kêrî dewleta tirk tê. Li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, çalakiyên ku koalîsyona navneteweyî li hemberî DAIŞ’ê dike, nîşan dide ku çav ji DAIŞ’ê re tê girtin. Pêwîstî pê nîne ku mirov qala têkiliya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re bike. Bagdadî li ku hate kuştin?Li herêmeke ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û di bin kontrola wê de ye hate kuştin. Eger ew dever ji bo Bagdadî ne ewle bûya wê li wir nemabûya. Yanî vehewandina Bagdadî bi xwe nîşan dide ku têkiliya wan di kîjan astê de ye. Gelek çeteyên ku piştre hatin girtin li xwe mikur hatin, her wiha gelek belge li ser şaneyan hatin bidestxistin, bi dehan caran li ser çapemeniyê hatin weşandin. Koalîsyona navneteweyî ji xwe bi vê zane. Ev hemû hewldan ji bo xerakirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Bi vî rengî dixwaze modela rêveberiya xweser tasfiye bike û nehêle bibe modelek ji bo tevahiya Sûriyeyê.

Reqa yek ji wan bajaran e ku di şerê bi salan de bandora herî giran dît. Di karê jinûve avakirina Reqayê de weke HSD hûn bi roleke çawa rabûn? Her wiha hûn bi rêveberiya xweser re di nava hevkariyeke çawa de tevdigerin?

Reqa yek ji wan deveran e ku herî zêde xisar lê bû, ji ber ku DAIŞ’ê ev der ji xwe re kiribû paytext û li her derê mayin bi cih kiribû. DAIŞ’ê li cihên ku lê nebû jî mayin bi cih kiribû; piraniya van mayinan ji xwe hatin teqandin. Vê rewşê zerareke mezin da binesaziya Reqayê. Mejiyê DAIŞ’ê bi vî rengî bû: Eger wê nebe ya min divê nebe ya kesî. Lê belê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî ku biryar da Reqayê rizgar bike, armanceke xwe ya din jî ew bû ku mal û milkên gel biparêze. Bi vê hesasiyetê HSD’ê pêngava rizgarkirinê meşand û ev hewldan bû sedem ku Reqa hîn bi lez jinûve bê avakirin. Armanc ew bû ku Reqa ji tevahiya Sûriyeyê re bibe mînak. Di vê demê de gelê ku tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bû, mirovên li Reqayê piştgiriyeke mezin dan. Hem ji bo paqijkirina bajêr hem jî pêvajoya jinûve avakirinê alîkarî dan, tecrûbeyên xwe parve kirin. Ji ber vê yekê jî di jinûve avakirina Reqayê de keda gelê herêmê heye.

Lê belê wezîfeya esasî ya HSD’ê û rola herî girîng a di vê derê de pê re rabû, misogerkirina ewlekariyê bû. Heta ku ewlehî neyê misogerkirin pêvajoya avakirinê pêk nayê. Paqijkirina qadê ji teqemeniyên DAIŞ’ê û rakirina xirbeyan bi rengekî ewle ji aliyê HSD’ê ve hate meşandin. Beriya her tiştî diviyabû mirovan xwe ewle bidîtibûna. Mirovek eger xwe ewle nebîne wê nikaribe ava jî bike. Her wiha berpirsyariya ji ewlehiya bi sed hezaran mirovî ne hêsan e. Ji ber ku li Reqayê bi sed hezaran mirov dijîn û li gel vê yekê jî xeteke derbasbûnê ya gelek mirovan e. Ev yek jî bû sedem ku weke HSD em zû bajêr paqij bikin û ewle bikin. Di demeke kurt de karê jinûve avakirina Reqayê destpê kir. Her wiha Şaredariya Reqayê di nava 10 welatan de weke şaredariya herî baş hate nîşandan. Di asta heyî de Reqa bi hevkariya gel bi jiyaneke hevpar tê avakirin. Ev yek Reqayê ji bo gelek bajarên me û tevahiya bajarên Sûriyeyê dike mînak.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar