Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be’

Mukriyan diyar kir ku, li dijî hêza Lozanê ya parçeker bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û tespîta "Lozana Civakî" ya Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan û got: "Em bi rêxistinkirina girseyan û bi karbidestiya xwerêveberiyê ya civakan dikarin Lozanê têk bibin."  

Akademîsyen Rojbîn MUkriyan a ji Rojhilat, têkildarî encamên Peymana Lozanê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.

Mukriyanê diyar kir ku piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn ji bo kurdan derfeta avakirina netew-dewletê çêbûye û ji bo parçekirina Kurdistanê ev tişt gotin: “Xalên 62 û 64’an ên Peymana Sewrê ku di 10’ê Tebaxa 1920’an de hat îmzekirin, ‘avakirina dewleteke kurdan a serbixwe’ pêşbînî dikir. Lê belê di Peymana Lozanê de ku di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de hat îmzekirin, ev xal hatin betalkirin. Şîroveya giştî ya van bûyeran ev e; ‘Firsendka serbixwebûnê ya kurdan ji dest çûye.’ Lê belê ev yek dike ku em hin pirsên girîng bikin; Gelo Peymana Sewrê firsendeke ew qas girîng bû? Ger wiha be, çima ji dest kurdan çû? A rast, Peymana Sykes-Pîcotê nîşaneyeke armancên emperyalîst e. Bi vê re, gava em ji sala 1919 heya 1923’yan li bûyeran mêze dikin, em dibînin ku Rûsyaya Bolşevîkê ji destpêka bihara 1919’an ve alîakriya Mûstafa Kemal kiriye û bi vî awayî kiriye ku Peymana Sewrê pêk neyê. Bolşevîk bi alîkariya xwe ya ji bo Mûstafa Kemal û tevgera neteweyî ya tirk, hêvî dikirin ku fikirên xwe yên şoreşger li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk belav bikin û di qada navneteweyî de bên naskirin. Ataturk jî bi temamî li ber fikirên şoreşger ên Bolşevîkan rabû û biryar da ku bi Bolşevîkan re tifaqeke stratejîk bike. Bi vê re, rêya xelasiya ji îzolasyona navneteweyî dît.”

     Akademîsyen Rojîn Mukriyan

‘Di parçekirina Kurdistanê de rola du xanedanên kurdan’

Mukriyanê anî ziman ku divê di parçekirina Kurdistanê de rola kurdan jî neyê jibîrkirin û got: “Xanedanî û bi awayekî giştî pergala feodal, di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de bû serwerê siyaseta kurd. Di sedsalên 19 û 20’an de gelek xanedan hebûn. Di nava wan de du xanedanên kurdan hebûn ku di dirûvgirtina siyaseta kurdan de roleke girîng lîstin. Seyîdên Nehrî û xanedana Bedirxan Beg. Ya ewil dîndar bû û li ser xweseriyê hûr bûbû û ya din jî laîk bû û li ser serxwebûnê hûr bûbû. 20 salên ewil ên sedsala 20’an ev derdor bi hev re pev çûn. Ev hema bibêje li her derê hebû. Ev rageşiyên di navbera her du derdoran de, bû ku bi çavê dijminan li hev mêze bikin. Xanedan, eşîrî û reqabeta laîk dirûv da siyaseta kurdan. Pêşbaziya ji bo pêşengiyê, kir ku şêx û reîs hîn bêtir parçe bibin. Jixwe kurd i navbera laîk/dîndarî û xweserî/serbixwebûnê de parçe bûbûn. Ev parçekirin, gava hêzên îngilîzan di 1917’an de ketin Bexdayê kûrtir bû. Êdî kurd jî wekî alîgirên tirkan û alîgirên îngilîzan bûbûn du parçe.”

Tespîta Abdullah Ocalan: Lozana Civakî

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1’ê Tîrmeha 2009’an de, di hevdîtina bi parêzeran re, gotibû: “Lozana di salên 1920’an de, Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê re komar hat avakirin. Ev komar, heya niha dmeokratîk nebû, lê niha pêdiviya wê bi demokratîkbûyînê re heye. Lewma ez ji vê re dibêjim Lozana Civakî. Bi vê Lozana Civakî re dê hemû derdor bên dmeokratîkkirin.”

Mukriyanê destnîşan kir ku fikra “Lozana Civakî” çareserî ye û wiha pê de çû: “Dixwaze pêşengiya Lozana Civakî bike û bi vî awayî di navbera gelan de dostanî çêbibe. Yanî pêkhateyên siyasî yên cuda bi parastina taybetmendiyên xwe yên şexsî dikarin bi hev re bijîn. Ev li gor Ocalan, yekser bi demokrasiyê, bi azadiya jinê ya radîkal û ekolojiyê yanî bi pergala konfederalîzma demokratîk pêkan e. Yanî Ocalan, yeqîn dike ku bi demokratîkbûyîna hemû derdorên civakê û li civakê vegerandina hêza siyasî dê pergala ferzkir ya Peymana Lozanê ji holê rabe.”

‘Mînaka “Lozana Civakî” Rojava ye’

Mukriyanê destnîşan kir ku di Peymana Lozanê de hebûna gelan esas nehatiye girtin û got: “Peymaneke wiha bû ku ji jor de hatibû formulekirin û li gelan hatibû ferzkirin. Pêniyaza ‘Lozana Civakî’ ya Ocalan, berevajî tevdigere. A rast, li cihaneke ku ji jorê ber ji jêrê ve û bi netew-delwetan avakirî, pêkanîna pergaleke wekî konfederalîzma dmeokratîk ne hêsan e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo me hêvî ye. Her wiha ger civak baş çarenûsa xwe diyar bike û di vî warî de bibe xwedî akrbidestî dê demokratîk bibe. Bi awayekî dîtir, şensekî fikra ‘Lozana Civakî’ ya Ocalan heye, lê belê divê li çar parçeyan xwedî li vê bê derketin.”

‘Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be’

Mukriyanê ku got “Em bi rêxistinkirina girseyan û bi karbidestiya xwerêveberiyê ya civakan dikarin Lozanê têk bibin” bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. Mukriyanê anî ziman ku kurd bi yekîtiyê dikarin ji heq vê derkevin û got ku gava ewil a Lozaneke nû divê yekîtiya kurdan be

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar