Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Luqman Hesen: Êrişa Xelîfan û karasata Hekariyê ji bo kurdan wek hev in

Herî dawî di 5’ê îlonê de di derdora saet 19:30 û 20:00’an de komek gerîla ku tê texmîn kirin ji 5 kesan pêkdihatin û li herêma Xelîfanê dixwestin ji herêmek derbasê herêmeke din a gerîla bibin, rastî êrîşa balafira bêmirov ya tirk hatin. Piştre jî bejahî ve jî PDK’ê diçin cihê bûyerê û dengê çekan tê. Di encama êrîşa hewayî û çekdarên PDK’ê de 3 gerîla şehîd dibin û 2 gerîla jî birîndar bûn. Aqûbeta herdu gerîlayên bibirîndarî ketin destê PDK’ê de jî nayê zanîn.

Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Daxwazê ji berpirsên PKK û KCK’ê dikin ku sebir bikin ku ev şer nebe şerê kurd bi kurd. Ev ji bo me metirsiyek mezin e. Ji ber ku tekane yê ji vî şerî sûd bigire tenê dijmin û dagirkerên Kurdistanê ne. Em daxwazê ji PDK’ê dikin, belkî tika jê dikin ku vegere li ser hîmê aqil û zanînê, serî li bikaranîna hêzê nede.”

Luqman Hesen bal kişand li ser bûyera Xelîfan û wiha domand: “Bûyera Xelîfan û bûyerên par yên li heman herêmê, li gel karasata Hekarî, komkujiya Şengalê û enfala Germiyan ji bo kurdan bûyerên karastbar û biêş in. Heta nava mala kurd hev negire û aliyên Kurdistanê venegerîn li ser mêzê diyalog û yekitiya neteweyî pêkneyînin, wê berdewam bûyerên wiha rû bidin.”

Luqman Hesen wiha pêde çû: “Ji dîrokê heta îro ew hêz û aliyên ku ketine nava li ber hêzên herêmî û navdewletî û bûne beşek ji ecîndeya derve, timî binketine û rûreşî ji bo wan maye. Tu destkeftî ne ji bo xwe û ne jî ji bo gel û welat neanîne. Girêdanbûna bi hêzên derve û dagirkeran re tenê malwêraniye û bi tunebûna wan bi dawî dibe.”

Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen diyar kir ku desthilatdarên siyasî ne ku vê rewşê çêdikin ku pêşmerge kemînê li pêşiya gerîla daynîn û wiha got: “Dema ku pêşmerge çûn Kobanê, hemû kurd ketin nava kelecanê û şanazî pê kirin. Ev gerîla jî ji bo me wiha ne. Yên li Xelîfan hatine şehîdkirin, ew gerîla bûn ku li Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin û xaka başûrê Kurdistanê diparastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar