Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Lûtkeya Cedayê; gelo wê bi xwere çareseriya krîza Sûriyeyê bîne an wê bêîstiqrarê bîne?

 Lêkolîner Ehmed El Dirzî bal kişand ser lûtkeya ereban a 32′yan û got: "Vegera Sûriyeyê li Lûtkeya Ereban, gelek sedemên xwe heye lê hîn ne diyare bê ka wê ji aloziyan re bibe çareserî an wê aloziyan kûrtir bike." 

Di çarçoveya israra dewletên ereban a bi serkêşiya erebistana Siûdî ya vegerandina Şamê li civata ereban de, hikûmta Şamê beşdarî civîna Lûtkeya Ereban bû. Ew jî rêveçûna ′gav li hember gavê′ ye da ku Sûriye zêdetir nekeve hembêza Îran û Tirkiyeyê, DYA û dewletên rojavayî ji vê nêzbûnê aciz nebin. Riyadê rêveçûna nêzîkbûna Sûriyeyê bi dewletên ereban re ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, girê da ‘pêvajoyeke gav bi gav’.

Di çarçoveya veguhartina herêmî ya lez û pêşdeçûna serweriya Rûsyayê, Çînê û Îranê de, Şam li Komkara Erebî vegerî. Hin pisporan got ew hewldana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye û bi rêya livandina dewletên Kendavê ber bi Şamê ve pêk hat, da ku derfetê nede Moskovê. Ji ber ku bi navbeynkariya Moskov û Îranê Rûsya hewl dide nêzîkbûnekê di navbera dewleta tirk û hikûmeta Şamê de pêk bîne.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/24/185505_.jpg

Der barê mijarê de lêkolînerê kar û bare Sûriyeyê Ehmed El Dirzî wiha axivî: “Sûriye li Komkara Erebî hate vegerandin û sedemeke wê tune ye. Ji ber mijara Sûriyeyê li hemû dewletên herêmê bar e û berdewama wê bi vî awayî dê gelek zextan çêke, bi taybet dewleta tirk, Lubnan û Urdin. Her wiha zexta aborî ya li ser sûriyeyiyan dê bi xwe re bêîstîqrariyê çêke. Ew jî ji ber belavbûna hişbirê û çekan e.”

El Dirzî diyar kir ku mijareke din jî heye, ew jî hêzên herêmî yên aktîf in û gihaştin nêrîneke nû ku rewşa ji şerê tund veguhere şerekî nerm. El Dirzî destnîşan kir ku ger ne paşvekişîna DYA’yê ya berdewam bûya, ev yek pêk nedihat. Ji ber ku hêzên nû ku piranî xwe ji hêzên Asyayê ne û têkiliya wan bi şerê Sûriyeyê re heye, bi taybet Çîn, Rûsya, Îran û dewleta tirk, erebistana Siûdî ji vê çarçoveyê dernediket. Ji ber ku Siûdî di vê dawiyê de ber bi hêzên Asyayê yên aktîf ve çû û bi navbeynkariya Çînê nêzî Îranê bû.

Lêkolîner Ehmed El Dirzî wiha domand: “Ruxmî Amerîka ku lîstikvanê yekane yê li Rojhilata Navîn e, ev yek pêk tê. Ew di vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî bi diyarkirina şertên ji bo vegerê, dixwaze yekalî be.”

El Dirzî wiha pê de çû: “Bi qasî mijar girêdayî xwendina rewşên hundirîn, herêmî û navneteweyî ye, ne girêdayî xwestekan e. Gelek pirsgirêk hene ku ne pêkan e wiha bimînin; mîna mijara penaber, koçber û windahiyan û ji vê girîngtir jî rewşa aborî ye ku dibe ku dewleta Sûriyeyê hilweşîne. Ev mijar ne pêkan e werin derengxistin û divê li çareserî û îstîqrarê bigerin. Ev jî bêyî çareseriya siyasî ne pêkan e.”

Têkildarî bandora ereban a çareseriya siyasî li Sûriyeyê li ser normalîzekirina di navbera Şam û Tirkiyeyê de, El Dirzî wiha axivî: “Bloka ereban a bi serkêşiya erebistana Siûdî dibe ku hevsengiyekê çêke û dewleta tirk ber bi başûr ve bibe. Ji ber ku ji bo derketina dewleta tirk ji krîza xwe ya aborî, pêdiviya wê bi sûkên Kendavê heye.”

El Dirzî her wiha got: “Dibe ku Siûdî bibe parçeyekî rêveçûna Astanayê û bibe ya 5′an. Sûriye jî bibe qada hêzên herêmê. Lê belê ew bi dûr naxe ku dê normalîzekirina Sûriye-Tirkyeyê pêk bê. Ji ber ku ji bilî Sûriyeyê tu rola dewleta tirk li herêma ereban tune ye û bêyî lihevkirina Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re îstîqrara li Sûriyeyê ne pêkan e. Ji bilî dirêjahiya sînorê her du welatan û çemên Firat û Dîcleyê, divê em ji bîr nekin ku nêzî 9 milyon sûriyeyî li Tirkiyeyê hene yan jî li herêmên bakûrê Sûriyeyê ne ku dewleta tirk dagir kirine.”

Lêkolînerê kar û barê Sûriyeyê Ehmed El Dirzî wiha dawî li gotina xwe anî: “Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad anîbû ziman ku Şamê biryara 2254′an qebûl kir. Ev tê wateya ku em li pêşberî gavên çareseriya siyasî ya Sûriyeyê ne lê nîşaneyên vê heta niha ne diyar in. Ev jî dê çend salan dewam bike heta temam dibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar