Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

M.Rajapaksa’yê Sri Lankî ket, R.Erdogan ‘ha ket ha dikeve’!

Mirov baş bala xwe bide zihniyet, siyaset û karê wan, çendin dişibin hev ne?

Ji bo desthilatiya/rêveberiya Malbata Rajapaksa, dibêjin Klana Rajapaksa. Ji ber ku Mahinda Rajapaksa xwe kir Serokwezîr (ji naçarî, jiber dijberiya gel dev ji Serokwezîriyê berda). Lê berî nuha deh salan (2005-2015) Serokdewlet bû. Birayên xwe yek; Gotabaya Rajapaksa, li şwîna xwe daniye kiriye Serokdewlet, yê din jî; Basil Rajapaksa kiribû Wezîrê Maliyê (ji ber dijberiya gel wî jî dev ji wezîrtiyê berda).

Lê gel, bi karberdana van herdu biraderên Rajapaksa qayil nabe. Belê dixwaze Gotabaya jî dev ji Serokdewletiyê berde.

Hema bi kurtayî, tinê mirov bala xwe bide çend gotin û bûyerên sereke, rewşa vê malbatê/klanê çawa dişibe malbat an jî klana R.T.Erdogan tê ber çavên mirovan, ne?

Wî jî çawa maliye û xezîneya dewletê dabû zavayê xwe Berat, her wiha bi vekirina çendîn rê û dirbeyan, sazî û dezgehên dewletê pêşkêşî kur, keç, zavayê xwe yê din Selçûk Bayraktar û yên kû nayên zanîn an hîn veşartî mane!

Bê gûman hemû kar û xebatên rêveberên dewletan bi hev ve girêdayîne û ji bo herkesan xem e. Her çendîn em bêjin; ji bo gelê Kurdistanê ya giring, bi tinê siyaset û kiryarên rêveberên dewletê be jî, lê ev dizî û talana wan a aborî, ne ji derveyî wê siyaseta qirêj û qirker a li dijî gelê Kurdistanê ye.

Piştî destnîşankirina vê mijarê, bê gûman divê bi giranî li ser siyaset û kiryarên wan ên li ser gelê Kurdistanê were rawestandin. Ji ber ku eger ev mijar baş neyê nasîn, ew qeyran-aloziya aborî, ew kar û kiryarên dizî, talan, delevere, sixtekarî û bi taybetî bê exlaqiya ku bi giştî li ser civakê tê birêvebirin jî, zelaltir nayên zanîn.

Ji ber ku bingeh û çavkaniya vê alozî û qeyrana aborî û civakî jî ev siyaseta dijî mirovahî ya li Kurdistanê tê birêvebirin e.

Ka em bala xwe bidin çend mînakên ku dişibin hev ên siyaset û kiryarên  dewleta Sri Lanka û dewleta Tirkiyeyê.

Bê şik û gûman siyaset û kiryarên wan ên herî dişibin hev ên Sri Lanka yên li ser gelê Tamil e, yên Tirkiyeyê jî yên li ser gelê Kurdistanê ye. Mirov dikare bêje di vê derbarê de, ji siyaset û zihniyeta hevdu ya xerabkar sûd jî wergirtine.

Jixwe bi giştî jî siyasetên dewletên serdest ên mêtinger ên li ser gelên bindest, hemî dişibin hev, lê ya rêveberiyên van her du dewletan pir zêdetir nêzî hevdu ne.

Hema em ji sala 1994’an, dema serokatiya  Chandrika Kumanatunga despê bikin.

Dewletê, jiber ku jin, ew ê karibe him li ser raya giştî û him li ser Tevgêra Tamîllan (Pilingên Azadiya Elam Tamil-LTTE) pirtir bi bandor be, hêsantir bixapîne, ev taktîk jî xebitand.

Ji ber ku di heman demê de pêkdihat û ew jî serokwezîrek jin bû, hinek şîroveger dişibînin Revêberî û siyaseta Çiller-Gureş-Demirel. Jixwe piştî vana heman siyaseta xedar û qirker R.T.Erdogan û Bahçelî heta roja îro dewam dikin.

Di wê demê de, li gel Rêberê Tamilan Probhakaran jî têkilî tên danîn. Li pey van têkiliyan agirbest pêktên, ji bo lihevhatinê pêvajoya aştiyê tê despêkirin. Ew pêvajoya navdar a OSLO’yê (2001) û li ser vê çarçovê li Berlînê, Tokyo û Taylanê jî hevdîtin tê birêvebirin.

Lê ji van hewldanan û pêvajoyan, mîna hilwesta R.Erdogan, ti encamên erênî nayên standin. Jiber ku armanc ji vê siyasetê, ne lihevhatin, belê xapandin e û tunekirina Tevgêra Tamilê ye. ji xwe Xanima  Kumaratunga, paşê li xwe mukur tê û armanca xwe aşkere dike.

Plana wan a bi navê “binax-pakij bike” di 2006 de despê dike heta 2009’an. Plana R.Erdogan jî “xistina erdê”, ji 30 Cotmeh 2014 ve heta nuha dewam dike.

Belê li vira jî, yê ku pişta têkoşîna gelê Tamilê û Tevgêra wê dişkîne, ji hêz û êrîşên dewletê yen leşkerî bêhtir, dîsa ew xiyaneta rûreş e. Ji xwe gelê Kurdistanê, ji vêna re ne biyanî ye, baş nas dike; eha li ber çava ye, di serkêşiya her sê Berzaniyan (Mesûd, Mesrûr û Nêçîr) de çawa tê meşandin ev karê rûreş, bêxêr û bêoxir!

Xiyaneta Sri Lanka Karuna Amman, di 2004’an de despê dike heta Gulana 2009 dewam dike.

Ew “Modela Sri Lanka” ku çawa Kumaratunga û Rajafaksa bi hevrêtî û hevparî meşandin, hevrêtiya Çiller û Erdogan jî di heman zihniyetî de dewam dike. Ew daxwaza wan a teze ku xwestin bi hevre siyasetê bidin meşandin, ne hema jixweber e, encam û dewama wê zihniyet û plana qirkirina gelê Kurdistanê ye.

Ma gelo ne balkêşe ku dema Serokdewletê Sri Lanka Mahinda Rajapaksa, di 2009’an de serkeftina xwe ya li dijî Tevgêra Tamila radigihîne, yek ji serokdewletan ê yekemîn ku wî pîroz dike; Abdullah Gul ê “birayê” R.Erdogan e!?

Ma hema ev hilwest bi serê xwe ne bes e jibo wê zihniyeta qirker û hevpar a  R.T.Erdogan û Rajapaksa?

Îca va ye, hevalbendê wî yê herî nêzî siyaset û zihniyeta wî Malbata RAJAPAKSA, nîvenîv hilweşiya, wisa diyar e di nêz de hemû dikevin nava wê plana xwe ya qirêj: “binax-pakij bike” û tevayî diçin sergoyê dîrokê.

Ev delalet e ku li pêşiya MALBATA R.T.ERDOGAN jî heman aqûbet/qeder heye û ew ê jî li pey hevalbendê xwe bikeve nava wê plana xwe ya “xistina erdê” û bi tevayî biçin sergoyê dîrokê! “E ha ket an dikeve

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar