Bingeha zihniyeta wan yek e. Çavkaniya mejî û hişmendiya wan yek e. Her du jî bi navê ola îslamê tevdigerin. Her du jî bi navê sunîtiyê dipeyivin.
Bi tenê di navbera wan de dibe ku ji aliyê şêwazê xebatê ve hinekî cudahî hebe. Yek zihniyeta xwe hinekî vedişêre, ev AKP ye, yê din qet xwe venaşêre ev jî DAIŞ e; fikrê wê û zikrê wê û kiryarê wê hemû bi hev re ye û aşkera ye.
Lê yê AKP’ê, veşirtiye yan jî mirov dikare bêje, di despêkê de veşirtîbû lê kengî desthilatî xist destê xwe, êdî wê jî rûyê xwe yê reş, zihniyeta xwe ya qirêj û xwînrêj gav bi gav derxist holê û her roj bi zêdetir dide meşandin. Bi vê wateyê mirov dikarê bêjê êdî ew û DAIŞ, bi her awayî bûne weke hev, êdî her du jî aşkers êrîşî her nirxên bi rûmet û mirovahiyê dikin.
Jixwe ger mirov bala baş bidê, ji berê ve bi hev re dixebitin. Jixwe her du jî projeyên derve ne. Hema mirov di du mînakên balkêş de dikare cêwîtiya wan a fikrî û zikrî zelal bibîne: Mînaka Mûsil(Nînova) û Kobanê!
Di êrîş û bidestxistina Mûsilê de, yek gule nehat teqandin û DAIŞ di nava çend saetan de hemû bajar xist destê xwe (an jî ya rast, ên têde niştecih û desthilat bûn, bi dest wan ve hiştin û derketin)! Hejmara DAIŞ’iyan li dor 400 kesî bûn lê hejmara desthilatên çekdar û rêveberan bi 10 hezaran bûn.
Îja li vir mijarên balkêştir hene ku hevalbendiya AKP’ê û DAIŞ’ê zelal dide dest. Serkonsolosê tirk ê Mûsilê Ozturk Yilmaz û hemû personelên xwe 101 rojan, li gel DAIŞ’iyan bi hevre jiyan, weke dostan. Di vê senoryoyê de armancên wan cuda hebûn lê wisa diyar bû ku negihiştin armancên xwe û ji neçarî, belê yekser neketin sînorên Tirkiyeyê, çûn di Rojava re zîvirin û derbasî Tirkiyeyê bûn.
Nakokî kete navbera Ozturk Yilmaz û AKP, di çapemeniyê de got “ez ê hinek mijaran ên li gel DAIŞ’ê aşkera bikim”, lê wisa diyar bû ku ew tirsandin û dan rawestandin.
Her wiha parêzgerê (Walî) Mûsilê Eslî Nuceyfî jî, kişandin Tirkiyeyê û niha jî li gel AKP’ê kar dike û li gorî saloxan, li Başîqa çeteyan li baregaha leşkerî ya tirk perwerde dike.
Li Mûsilê xerabkariyek dîrokî û diziyek mezin pêk anîn. Li gel muzeya 3-4 hezar sal a dîrokî, pirtûkxaneya sed salî jî talan kirin, wêran kirin. Ji sedî 98 hat tunekirin. Ew asarên dîrokî; yên firotin, yên birin gihandin xwediyê wan ên ku proje daye destê wan, ên din jî sotandin û wêran kirin. Ev mijar gelek neket rojeva raya giştî. Lê belê ev mijar gelek girîng e; ji ber ku ne bi tenê asarên dîrokî yên Kurdistanê, belê asarên çand û huner û nirxên hemû Rojhilata Navîn hatin talan û wêrankirin.
Ma AKP, heman malxerabî û malwêraniyê li Heskîfê nake? Li vir dîroka gelê me ya 12 hezar sal tê xerakirin, hat xerakirin. Erê hinek kesan têkoşînek hêja û bi rûmet, li dijî vê siyaseta qirker a AKP’ê kirin, lê bê encam ma. Ji ber ku raya giştî ya cîhanê hilwestek bikêrhatî nîşan neda. Jixwe bêdangmayîna yên xwedî û avakerên heman projeya AKP’ê û DAIŞ’ê ne ecêb e! Ji alîkî ve, bi karanîna vê siyaseta qirêj û xwînrêj, bi navê îslamiyetê darbeyek mezin li îslamiyêtê jî didan. DAIŞ li Mûsilê û hwd. deveran dikir, AKP jî heman xerabkarî û heman zîhniyet li Heskifê pêkanî. Di encamê de cudahiya wan nîne.
Mînaka duyem jî Kobanê bû. Di heman rojên 2014’an de, hem êrîşên li ser Şingalê (3.8.2014) û Mexmûrê û hem jî li Rojava û bi taybetî Kobanê armanc standibûn. Ma ew gotina navdar a R.T.Erdogan a li Dîlokê ya nêzî sînorê Kobanê dikir û digot: “Ha Kobanê hema ket an dikeve”, tê jibîrkirin? Çawa dilê xwe bi serkeftina DAIŞ’ê ya li Kobanê xweş dikir, ma bi van gotinan zelal nayê xuyakirin?
Erê ne DAIŞ û ne jî AKP gihiştin armancên xwe yên bingehîn. Erê bi ser neketin, li hember berxwedana legeng û bi rûmet a gel şikestin, lê zerar û ziyanên mezin dan gelê kurd û herêmê. Talan û wêranên mezin li pey xwe hiştin.
Erê vê zîhniyeta hevbeş a AKP û DAIŞ’ê, bi bingehîn darbe xwarin û di asta bilind de şikestin, lê hîn xetera wan xelas nebû ye! Lewma, ji her alî ve hişyarî û amadekarî divê!