Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ma êdî ji xiyanetê re ne bes e?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ma gelo heta kengî, li hemberî vê xiyaneta ewqas giran a li Kurdistanê tê birêvebirin, mirov wê bi xemsarî raweste?

Hîn gelek kes û kom hene, nikarin an naxwazin vê xiyaneta ku tilîyên xwe dixin nava çavên me, bi nav bikin!

Kesên pêşkêşiya vê xiyaneta Kurdistanê dikin: Mesûd Barzanî, kur, birazê û birayên xwe ne.

Vê koma xiyanetê, pir aşkere û bêsînor li gel dewletên qirker û bi taybetî jî li gel sultanê kurdkuj Receb Erdogan, ketiye nava kar û barên malxerabiyê, êdî raya giştî cîhanê jî agahdar e ji vê hevkariya bêxêr, bêbext û bêxîret.

Ev koma bêûjdan, weke tê gotin “ji qrala qraltir qralparêziyê” dikin û ji dewletên dagirker zêdetir li siyaseta wan a qirkerinê xwedî derdikevin.

Yek ji mînaka zindî ya li ber çavan; ji bo cêbecêkirina biryara 9’ê cotmeha 2020’an a êrîşa ser Şengalê ye. Niha Mesrûr li Washingtonê ye û daxwaza wî ya yekemîn ji rêvebirên DYA’yê; bila fişarê li Bexdayê bike da ku wê peymana xiyanetê ya êrîşa ser Şengalê zû pêk bîne!

Her wiha ev koma xiyanetê, ji dewletên dagirker bêhtir li dijî hebûna PKK’ê, pêşketina wê û hebûna bandora wê ya li Mexmûrê, Rojava û hemû parçeyan û her devêrê cîhanê ye. Hebûna xwe di nebûna PKK’ê de dibîne.

Jixwe ji daxwiyaniyên wan jî aşkera tê dîtîn ku çawa siyaseta dawletên dagirker diparêzin, li gel vêya çawa li dijî siyaset û felsefeya PKK’ê ne û bi giştî tevgera azadiyê sûcdar didin diyar kirin.

Li aliyê din xwediderketina gelê Kurdistanê û dostên wan a li berxwedana mezin û demdirêj a Rêber Apo û tevgera azadiyê, hemû êrîşên qirker ên dewleta tirk û hevalbendên wan bêencam hiştin e.

Jixwe tê zanîn ku dewleta tirk, bi her cûre çekên klasik, modern, teknik, tektik nukler û hwd.êrîş bir ser hêzên Tevgera Azadiyê û hemû rûmetên gelê Kurdistanê, lê encama ku dixwest bi dest nexist.

Bi tinê di destê wan de, dîsa bikaranîna xiyaneta kurdên xwefiroş ew koma Barzanî mabû, êdî hemû hêviya xwe dabû ser xebata xiyaneta wan û ew bi karanîn û hîn jî didin xebitandin!

Lê ji ber ku êdî weke berê, nikarin “kurdistaniyên xwefiroş” peyda bikin, ne bi pera û ne bi tirsandinê êdî mîna berê nikarin şervanên kirêkirî peyda bikin, berovajî, êdî ew ditirsin û ji naçarî bi navekî din derdikevin dijberî gerilla!

Li goreyî agahî û nuçeyan, li gel Bexdayê pêkhatine û bi navê Yekîneyên Parazvanên Sînor (ên Iraqê), cilên leşkerî yên Iraqê li peşmergeyên xwe yên Zerevan, Gulan, Parastin û hwd. dikin û ji bo dijberiya gerila derdikevin ser sînorên li herêmên Qada Parastina Medyayê!

Wisa diyar e ku van hewldanên Receb Erdogan û Koma Mesûd Barzanî, têra wan nake û bi kêrî rizgarbûna wan ji xezeba gerîla û felsefeya Rêber Apo nayê.

Lewma Receb jî û Mesûd jî hewara xwe dibin ji DYA’yê re da ku desteka xwe ya ji wan re zêdetir û domtir bike.

Erê, ji bo li dijî Îranê bikar bîne hewcedariya DYA’yê jî, bi dewleta tirk û hêza kurdan re heye û heta niha jiber vêya piştgiriyek bêsînor da her du hêzan jî.

Lê hinek nîşan xwuya dibin ku êdî DYA’yê dixwaze van partner/nokerên xwe biguhez e; li şûna Receb Erdogan û koma Mesûd, hinek din amade dike.

Mînak, peyman û peywendiyên Bexdayê li gel Enqere û Hewlêrê sar dike an jî bi gotinek din, ji bo van peywendiyan Bexdayê dike navend û di ser Bexdayê re dixwaze hinek partnerên/nokerên xwe yên nuh; ên tirk û kurd saz bike.

Tê gotin ku dibe li şûna PDK’a Mesûd, YNK’ê û hinek komên din amade bike an dike.

Li şûna AKP’a Receb jî, hinek kes û komên din amade bike an dike!

Ji bo van pêşbiniyan hinek nîşane hene.

Li ser hinek sûcên pir giran, ji bo Mesrûr Barzanî û komek hevalbendên wî, di 30’ê çileya 2024’an de li dadigehên Washingtonê doz hatiye vekirin.

Yên gilî li Mesrûr kirine 3 dozdar in :

1-Saziya sivîl FONA MEXDÛRÊN KURDISTANÊ ya ku navenda wê li DYEyê ye.

2-Mekî REWENDÎ yê penaberê çalakvan li Almanya ye.

3-JOHN DOES1-5000 kes li DYA ye.

Jixwe li goreyî gelek şîrovegeran, çûna DYA’yê ya Mesrûr Barzanî ya di 25’ê sibata 2024’an de, dibe ku DYA’yê ew xwestibe, ji bo derkeve dadgehê ber dadger!

Hema heman agahî û peyvên dişibin yên Mesrûr, ku ji bo Receb Erdogan û malbata wî jî tên gotin, li DYA’yê hene. Heke sibe rojê li Receb jî doz were vekirin, ne dûrî aqila ye!

Lê doza Receb, divê mîna ya Netanyaho li Dîwana Edaleta Laheyê jî were vekirin!

Heke van pêşbîniyan misoger bibin, bêguman di hevsengî/dengeya herêmê de, wê gelek guhertin pêkwerin.

Hilbet Tevegera Azadiya Gelê Kurdistanê û hemû hêz û rêxistinên herêmê jî, li goreyî van guhertinan, amadekariyên xwe dikin!

Mijara herî giring ji bo gelê Kurdistanê, divê xiyanetê zelaltir bi nav bike û ji xiyanetê re bi dengê bilind bêje ÊDÎ BES E!

 

Nûçeyên Têkildar