Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ma êdî ne bes e, heqaret û xiyanet?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li alîyekî heqareta dewleta tirk û li aliyê din xiyaneta PDK’ê! Yek, êdî cenazeyên şehîdên me jî nadin, hestiyên wan dixe kîsên naylon û pakêt dikin radestî malbatan dikin. Yê din jî bi her awayî alîkariyê dike; her cure agahiyê dide dagirkeran, sîxuran amade dike û wan pêşkêşî dewleta tirk a dagirker dike, ji dagirkeran re rêyan vedike û hwd. ketiye xizmeta dewleta tirk.

Mînaka herî dawî, hestiyên Şehîd Hakan Aslan, piştî 7 salan bi şêwazeke li derveyî mirovahiyê, xistine kîsekî plastîk û dane destê bavê wî Ali Riza Aslan. Gotinên bavê şehîd Hakan, li ser vê helwesta dewleta tirk, dil û cergên mirovan disot û parçe dikir!

Jixwe mînakên bi vî awayî, berî nuha jî çêbûbûn û hestiyên hinek şehîdên din jî, kiribûn pakêt û bi rêya kargoya PTT ya tirk, şandibûn ji malbatên şehîdan re. Her wiha deng û gotinên dayik û bavên wan şehîdan jî, hîn di guhên me de zindî dijîn û olan didin.

Wahşet û kirêtiyên dewleta tirk, ewqas zêde ne, êdî gotin û nivîsandin têrê nakin. Bê guman divê li gel gotin û nivîsandinan, bersîvên pratik û kiryarî werin dayin, da ku pêşî li van kiryarên li derveyî mirovahiyê bê girtin.

Li gel vê wahşet û qirêja dewleta tirk a li ser gelê Kurdistanê, kiryarên xiyaneta PDKê, ji yên wan ne kêmtir e. Ev jî zêdetir cerg û hinavên mirovan disojîne û birîn li birînan zêdetir dike. Ma yên didin pêş hêzên hov û xwînrij ên dewleta tirk, dibin ser baregeh an dixin rêyên Gerillayên Azadiya Kurdistanê, kemînan li ber wan vedidin kî ne?

Yên agahiya rêgeh û guzergehên gerîlla didin navenda hêzên agahiya leşkerî ya dewleta tirk û ew jî bi SIHA û IHA bi ser gerîlayan de bombeyan dibarîn û bi dehan şehadetên fermandar û şervanên gelê Kurdistanê pêk tînin, her dîsa ne ew rêveberiya PDK’ê ye?

Her wiha dewama heman xiyanetê, li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava, di vê serdema dawîn de, çendîn giranî dane ser xebata sîxuriya xiyanetê, ma ne li ber çavan e?

Ew sîxûrên, ji aliyê hêzên HSD’ê ve hatine desteserkirin, dema ku di çapemeniyê derdikevin û mirov li wan guhdarî dike û bala xwe didê, ew asta ketina kesayetiya nava civaka Kurdan tê ber çavan.

Weke mînak Yusif Ednan Sîdo, Mesûd Hesen Bekir – hevjîna wî û hwd. gelek sîxurên ku li gel MİTa tirk xebitîne, li xwe mikur hatine. Piraniya wan, bi şêweyekê bi ENKSê ve girêdayî tevgeriyane. Li herêma Efrînê, Kobanê û bi giştî Rojava, çawa xiyanet kirine, çend kes dane şehîd kirin, yek bi yek dibêjin.

Dema mirov li van kesên qirêtkirî û lewitî guhdar dike an jî li dîmenên wan temaşe dike, dixwaze ku demildest serkêşên van karan dewleta tirk û PDK’ê demildest bi navê mirovahiyê mehkûm bike.

Mirov, dema li van kesan guhdar dike an temaşe dike, ji aliyekî ve yekser dixwaze vê kesayetiya lewitî ya ku serkêşên wan dewleta tirk û PDK ne, bi navê mirovahiyê, yekser dozê li wan veke û wan bixe dadigehê, bidarizîne û bi sedema sûcê li hemberî rawişt û sincê mirovahiyê lêpirsîne destpê bike!

Nûçeyên Têkildar